Îro balafireke bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk li gundê Behreva ya ser bi #Xanesor#ê li ber baregeha artêş Tirk bombe li wesayîteke #YBŞ#’ê barand, lê di êrîşê de ti zirar negihaşt şervanên YBŞ`ê.
Li ser êrîşên sîstematîk yên li ser #Şengal#ê Rêveberiya Xweser ya Şengalê ya Demokratîk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de îşaret bi hevkariya taybet ya PDK-Tirkiye û Iraq’ê ya dijî Şengalê têkirin û wiha têgotin: “Di vê dema dawî de êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê her diçe zêdetir dibe. PDK jî bi şerekî taybet hewl dide bi van êrîşan gel ji Şengalê koç bikin. Ji bo valakirina Şengalê PDK- Iraq û Tirkiye planeke hevbeş dişopînin.”
Li ser êrîşa îro jî Rêveberiya Xweser îşaret bi serdana misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ya ji bo Iraqê jî dike û tê gotin: “Di çarçoveya van planan de îro jî li gundê Behrava ya ser bi Xanesorê êrîşeke hewayî dijî wesayîteke hêzên me yên YBŞ’ê pêkhat. Ev êrîş li ber baregaha Artêşa Iraqê ya li herêmê pêkhatiye û balkêşe hemwextê wê Serokê Îstîxbarata MÎT’ê ya dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan jî li Bexdayêbû. Ev helwesta hikûmeta Iraqê gûmanan çêdike û dide nîşandan ku hevkariyê bi dijmin re dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin, wê ev planên qirkirina Êzîdiyan neçe serî û ev peyam hate dayîn: “Çawa heya niha qirkirina Êzîdiyan pêk ne hatiye û li dijî wêya berxwedan pêş ketiye, em ê ji vêya şûnve jî li ser axa xwe li dijî hemû êrîş û planan têbikoşin, Şengalê vale nekin û xeyalên wan vala derbixin.”
[1]
כורדיפדיה היא המקור הרב-לשוני הגדול ביותר למידע כורדי! כורדיפדיה תיעדה אותו למטרות ארכיון.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל

כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 3,663
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!