Dapîra bi temen a navê wê Emîne ji gundê Qinê ya #Kobanî# ya Rojavayê Kurdistanê vîdeoyek ji Rûdawê re şand û daxwaza vegerandina neviya xwe ji Rêveberiya Xweser û Mazlûm Ebdî dike.
Zaroka ku navê wê Newroz Îbrahîm Ebûd e, di sala 2009 de ji dayîk bû ye, 13 salî ye lê dapîr di vîdeoya xwe de dibêje 14 salî ye. Dema ku Newroz yek salî bû ew sêwî maye, dapîra bi temen Emîneyê ew xwedî kiriye ku ji wê re hem bûye bav hem jî dayik.
Dapîra Newrozê, Emîne di vîdeoyê de dibêje, “Newrozê gupek av dida me, keçik rakirin û birin. Ez bi vî halî xwe diçime Kobaniyê (ji bo pirsa neviya xwe) min davêjine derve, diqewitînin. Navê keçikê Newroz Îbrahîm Ebûd e, keçik 14 salî ye. Ez ji Mazlûm Ebdî rica dikim belkî vê keçikê vegerîne. Ez 80 salî me, ji we rica dikim vê keçikê vegerînin.”
Zaroka biçûk birine, dapîra Êmîne dibêje ew çûye Kobaniyê, çûye cem asayîşê, çûye cem Ciwanên Şoreşger, çûye hemû dezgehên Rêveberiya Xweser û pirsa Newrozê kiriye, ew dibêje, bi milê wê girtine û ew avêtine derve, kesek alîkariya wê nake. Dixwaze neviya wê vegerînin, tenê ew li cem maye ji bo ku pê re bibe alîkar û jê re xizmet bike. Piştre çûye Reqayê jî, li wir jî pirsa Newrozê kirine.[1]
כורדיפדיה היא המקור הרב-לשוני הגדול ביותר למידע כורדי! כורדיפדיה תיעדה אותו למטרות ארכיון.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל

כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 2,524
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!