Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
A proposito
Kurdipedia Archivists
 Ricerca
 Invia
 Strumenti
 Lingue
 Il mio conto
 Cerca
 
  
 
 Ricerca
 Invia
 Strumenti
 Lingue
 Il mio conto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Biblioteca
 
Invia
   Ricerca Avanzata
Contatto
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Di più...
 Di più...
 
 
 
 Font Size


 
A proposito
Voce a caso !
Condizioni di utilizzo
Kurdipedia Archivists
tuo feedback
collezioni degli utenti
Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
Aiuto
 Di più
 nomi curdi
 
Statistiche
Articoli
  586,484
Immagini
  124,460
Libri
  22,122
File correlati
  126,612
Video
  2,193
Lingua
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppo
Italiano
Biografia 
16
Luoghi 
1
Feste & Organizzazioni 
1
Pubblicazioni 
1
Biblioteca 
28
Articoli 
9
Martiri 
2
Clan - la tribù - la setta 
3
Deposito
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Totale 
274,973
Ricerca di contenuti
RÊBER ABDULLAH OCALAN: LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ-1
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Abdullah Ocalan
Abdullah Ocalan
=KTML_Bold=RÊBER #ABDULLAH OCALAN# : LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ-1=KTML_End=

Sîstema îşkenceyê û tecrîda girankirî ku li grava Îmraliyê dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, rojevek sereke ya gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û derdorên demokrat, şoreşger û azadîxwaz de ye. Rêber Abdullah Ocalan di encama komploya navnetewî de ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Îmraliyê tê girtin. Li gel sîstema îşkenceyê, mafên yasayên navnetewî û dewleta Tirk dane jî tên astengkirin. Destur nayê dayîn ku malbat û parêzer biçin serdanê. Ji 25’ê Adara 2021’an ve jî tu agahî jê nayê girtin.
Li hemberî vê pergala îşkenceyê Rêber Abdullah Ocalan, berxwedaneke dîrokî ku rêya azadî û wekheviyê nîşanî tevahiya gelan dide raxist ber çavan. Gelo li Îmraliyê pergalek çawa heye? Rêber Abdullah Ocalan li wir têkoşînek çawa dimeşîne, lêhûrbûnek çawa kiriye û çawa dijî?
Bersiva van pirsa Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka pêncemîn a paraznameyên xwe ya bi navê “PARASTINA KURDÊN DI NAVA PENCÊ QIRKIRINA ÇANDÎ DE, PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” de dide.
Di beşa dawî ya pirtûkê ku bi sernavê “LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ” ku 22’yê Kanûna 2010’an hatiye nivîsandin de, bi awayekî berfireh ev babet tên ravekirin.
Ji ber girîngiya mijarê, em vê nirxandina Rêber Abdullah Ocalan wekî 5 beşan diweşînin.

=KTML_Bold=MIN HETA NIHA BEHSA TECRÎDA TENÊ LI SER MIN TÊ PÊKANÎN NEKIR Û MIN NEANÎ ZIMAN EZ ÇAWA LI BER XWE DIDIM=KTML_End=
Min heta niha di tevahiya parêznameyên xwe yên nivîskî û diyalogên xwe yên devkî de zêde behsa jiyana xwe ya şexsî nekir. Ji bilî pirsgirêkên giştî yên tenduristiyê û pirsgirêkên bi îdareya girtîgehê re, sîstem bi awayekî taybet min tecrîd dike û vê bi tenê li ser min pêk tîne. Min heta niha behsa vê nekir û min neanî ziman ku ez çawa li hemberî vê li ber xwe didim. Ez yeqîn dikim ku yek ji mijarên herî zêde kakûnî û meraqa wan tê kirin, ev e. Ango meraq tê kirin ka ez li hemberî vê tenêtî û sekantiya mutleq çawa li ber xwe didim. Ezmûna min a jiyanê di vî warî de cihê meraqê ye. Ez dema zarok bûm, yek ji dinyadîtiyê gund ku weke zana dihat qebûlkirin, hal û hereketên min şopandibûn û ez hê jî ji bîr nakim gotinek weha gotibû: “Lo li cihê xwe rûnê, ma di te de cîwa heye?” Çawa ku tê zanîn, cîwa elementek e ku diherike û di cihê xwe de nasekine. Ez jî kesekî wisa bi hereket bûm û di cihê xwe de nedisekinîm. Eger xwedayên mîtolojîk jî bifikiriyana bi herhalî wê nehata bîra wan ku min bi zinarên Îmraliyê ve girê bidin û bi cezayekî giran ceza bikin. Tevî vê jî min di hucreyeke yekkesî de duwanzdeh salên xwe temam kirin.

=KTML_Bold=LI SER PIYAN MAYÎNA MIN Û NERIZÎNA MIN, WÊ ZÊHN Û ÎRADEYA MIN DIYAR BIKIRANA=KTML_End=
Girava Îmraliyê di dîrokê de bi nav û deng e. Ji ber ku li vir rayedarên payebilind ên dewletê hatine cezakirin. Avhaweya vir hem gelekî nedawî ye, hem jî gelekî hişk e. Ew xisleta wê heye ku binyeya mirov ji aliyê fizîkî ve têk bibe. Li vê rewşê odeya girtî ya tecrîdkirinê jî bê zêdekirin hingî bandora wê ya mirov bihilhilîne bêhtir dibe. Herweha di dema destpêkirina kalbûnê de ez anîm giravê. Demeke dirêj ez di kontrola Fermandariya Hêzên Taybet de girtim. Ez yeqîn dikim ku du salên dawiyê kontrola Wezareta Dadê heye. Ji bilî pirtûkek, rojnameyek, kovarek û radyoyeke yek kanalî derfetên min ên têkiliyê bi derve re tinene. Bêguman mehê carekê hevdîtinên nîv saetî yên bi xuşk û birayan re û bi bahaneya rewşa hewayê ya nexweş gelek caran pêk neyê jî hevdîtinên hefteyî yên bi parêzeran re cîhana min a têkilîdanînê pêk dianîn. Hemin ez van hêmanên têkiliyê piçûk nabînim, lê ji bo ku mirov xwe li ser piyan bigire têrê nakin. Li ser piyan mayîna min û nerizîna min, wê zêhn û îradeya min diyar bikirana.

=KTML_Bold=EV EZMÛN Û TECRÛBE HEMÛ JÎ TÊRÊ NAKIN KU HÊZA MIN A BERXWEDANÊ LI ÎMRALIYÊ RAVE BIKIN=KTML_End=
Ez hê li derve bûm, min hem xwe bi tenê hiştibû hem jî min xwe ji tenêmayînê re amade kiribû. Min xwe ji têkiliya bi malbatê û xizmên nêz re ku mirovan gelekî hînî xwe dikin, heta ji têkiliya bi heval û hevriyan re gelekî mucered kiribû û di vî warî de tecrûbeyên min hebûn. Têkiliya bi jinê re tevî ku gelekî girîng bû jî qadeke têkiliyê bû, min ew jî gelekî mucered kiribû. Ez bi temamî berevajiyê Nazim Hîkmet bûm. Min ehd kiribû ku ez ê nebim xwedî zarok. Di dema lîseyê de min nivîseke kompozîsyonê nivîsandibû û mamoste ji bo wê deh pûan dabûn min. Sernivîsa wê gotara min wisa bû: “Tu ji bo min ew zarokî ku wê qet ji dayik nebe!” Ez yeqîn dikim ku bi vê nivîsê min xwestibû ez jiyanên zarokatiyê yên zehmet derbas dibûn, bînim ziman. Lê ev ezmûn û tecrûbe hemû jî têrê nakin ku hêza min a berxwedanê li Îmraliyê rave bikin.

=KTML_Bold=EZ Ê ÇAWA JI ÎRADEYA MÎLYONAN A YEKBÛYÎ QUT BIBÛMA!=KTML_End=
Tiştekî din heye ku divê bînim ziman. Ew jî ev e, di pêvajoya Îmraliyê de komploya li ser min ferz kirin ewqasî dijwar bû ku bi qasî serê derziyê hêvî bi mirov re nedihişt. Bi vê armancê cezayê darvekirinê û şerê psîkolojîk demeke dirêj di rojevê de hatin hiştin. Di rojên destpêkê de min bi xwe jî nikarîbû tesewir bikim ka ez ê çawa li ber xwe bidim. Ne gelek salên bihurîn, ez nedifikirîm salekê jî derbas bikim. Fikreke min a min di ber xwe de digot hebû, min digot: “Hûn ê çawa karibin bi mîlyonan kesî di odeyeke teng de bigirin!” Bi rastî weke Rêbertiya Neteweyî ya Kurd di dema şertên anîna zindanê de min xwe kiribû senteza bi mîlyonan kesî yan jî ez kiribûm vê rewşê. Gel jî bi vî rengî fêhm dikir. Mirov hîç nikarin ji malbat û zarokên xwe qut bibin, lê ez ê demeke dirêj û bi awayekî careke din hîç li wan venegerim çawa ji îradeya mîlyonan a yekbûyî qut bibûma! Ev îradeya bi mîlyonan a yekbûyî mirin li ber çavan girtibû û pêk hatibû.

=KTML_Bold=NAMEYÊN JI GEL ÊN ÇEND RÊZ JÎ NEDIDAN MIN=KTML_End=
Nameyên ji gel ên çend rêz jî nedidan min. Heta niha ji bilî nameyên hevriyên li zindanê yên ku beşekî mezin nedan min û wan pirr kêmên wan ên di kontroleke hûrûkûr re derbas bûne û ji bilî çend îstîsnayan, hîç name nedane min. Min nikarîbû ez nameyan bişînim. Ev xusûs hemû belkî hinekî rewşa ku tecrîdê rê li ber vekiriye qismî rave bikin. Lê rewşa min aliyên xwe yên xweser hene. Ez ew kes im ku min bi Kurdan gelek gavên ji wan re cara pêşî bê gotin, dabûn avêtin.
Ev gavavêtinên nîvcomayî hemû ji bo jiyaneke azad pêk bên bivênevê hewce bûn. Min bi her kesê ji gelê me, der barê her qada civakî de gava pêşî dabû avêtin, lê min nikarîbû wan bisipêrim dest û şertên ewle. Li evîndarekî bifikirin: Ji bo evîndara xwe ya pêşî gav avêtiye, lê kêliya wê karibe wê himbêz bike destên wî li hewa dimînin. Di qadên civakî de gavavêtinên min ên ji bo azadiyê jî timî li hewa mane. Min xwe di qadên civakî yên azadiyê de bi awayekî helandibû. Ji ‘min’ zêde tiştek jî nemabû. Ji aliyê civakî ve pêvajoya zindanê di demeke wisa de dest pê kir.
WÊ BIDOME…
[1]

Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 733
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
HashTag
Fonti
Articoli collegati: 20
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî
Publication date: 19-07-2023 (3 Anno)
Libro: Politic
Provincia: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 13-09-2024
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا کامەلا ) su 15-09-2024
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا کامەلا ) in: 15-09-2024
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 733
QR Code
  Nuovo elemento
  Voce a caso ! 
   
  
  pubblicazione 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.25 secondo (s)!