Kovareke nû; Şor û Zanîn
Hejmara yekemîn a kovara ‘Şor û Zanîn’ ji aliyê Zanîngeha Kobanê ve hat derxistin.
Hejmara yekemîn a kovara Şor û Zanîn derket. Di kovarê de lêkolîn û gotarên akademîk cih digirin û ji aliyê Peymangeha Lêkolînên Bilind a Zanistên Civakî ya Zanîngeha Kobanê ve tê derxistin.
Gotarên di kovarê de li ser zanistên ziman, perwerde, felsefe, jîngeh û zanistên civakî ne.
Li gorî hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim, lêkolîn û gotarên kovarê ji aliyê mamosteyên Zanîngeha Kobanê ve hatine nivîsandin. Her wiha diyar kir ku amadekariyên derxistina hejmara yekemîn a kovarê 6 mehan dewam kir.[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî) lingua, fare clic sull'icona

per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 3,549
Scrivi il tuo commento su questo articolo!