Meclisa Malbatên Şehîdan a #Qamişlo# bi merasîmekê ʹGulsîtana Şehîdanʹ vekir.
Bi beşdariya bi sedan şêniyên Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo ʹGulîstana Şehîdanʹ li taxa Elaya vekir.
Gulîstan ji aliyê dayika 3 şehîdan; şehîd Elî, Necah (Nêrgiz) û şehîd Xedîce (Nûcan) Letîfe Hesen Elî ve hat vekirin.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mahsûm Hesen diyar kir ku bi saya keda şehîdan gel bi aramî û ewle dijî û got: Em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan bi rêya mîna van projeyan xizmetê pêşkêşî gelê xwe didin. Em soz dikin şehîdên xwe ku em ê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin.
Firehiya gulîstanê 2 donim e. Bi dar û nebatan hatiye xemilandin, her wiha ji bo lîstokên zarokan û kafîteryayê heye.
Merasîm bi stranên hunermend Mueyed Şiwêş û gerandina xelekên govenê bi dawî bû.[1]
ANHA
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî) lingua, fare clic sull'icona

per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 3,039
Scrivi il tuo commento su questo articolo!