Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Acerca
Kurdipedia Archivists
 Buscar
 Enviar
 Instrumentos
 Idiomas
 Mi cuenta
 Buscar
 
  
 
 Buscar
 Enviar
 Instrumentos
 Idiomas
 Mi cuenta
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Biblioteca
 
Enviar
   Búsqueda Avanzada
Contacto
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Más...
 Más...
 
 
 
 Font Size


 
Acerca
Elemento Random!
Términos de uso
Kurdipedia Archivists
Su opinion
Colecciones usuario
Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
Ayudar
 Más
 Nombres Kurdos
 
Estadística
Artículos
  582,092
Imágenes
  123,307
Libros
  22,021
Archivos relacionados
  124,412
Video
  2,187
Idioma
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grupo
Español
Biografía 
21
Lugares 
3
Partidos y Organizaciones 
2
Biblioteca 
12
Artículos 
18
Mártires 
2
Documentos 
2
Clan - la tribu - la secta 
1
Repositorio
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Total 
271,560
Búsqueda de contenido
​​​​​​​Fûad El-Qetrîb: Ocalan dînamîka herî girîng a têkoşîna şoreşgerî ya Rojhilata Navîn e
Grupo: Artículos
Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Fûad El-Qetrîb: Ocalan dînamîka herî girîng a têkoşîna şoreşgerî ya #Rojhilata Navîn# e
Reportaj Summay

Dr. Fûad El-Qetrîb bal kişand ser têkoşîna rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û got, rêbertî ji kês kêm di cîhanê de ne ku girtîgeh veguherandin navenda çand û lêkolînan.
Gelê Kurd û dostên wê û hemû kesên ku bi fikirê rêber Abdullah Ocalan bawer in, roja 4'ê Nîsanê ku rojbûna wî ye pîroz dikin.
Dr. Fûad El-Qetrîb anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan ji kesên kêm e ku girtîgeh veguherandine navenda çand û lêkolînan.
Dr. Fûad El-Qetrîb akademîsyen û ronakbîr e, muxalifê demokratîk û alîgirê azadî ye. El-Qetrîb ji bajarê Selemiyê yê Sûriyê ye û li Fransayê dimîne ji ANHA'yê re axivî û got: Dema ku min berhemên Ocalan xwendin min dît ku ew rewşenbîr û ronakbîrê Rojhilata Navîn e. Li ser civaka demokratîk exlaqî ya beriya avabûna dewletê diaxive.
El-Qetrîb diyar kir ku Ocalan ji kesên yekemîn li Rojhilata Navîn e ku Rojhilata Navîn bi aliyên xwe yê Mezopotamiyê û şoreşa çandiyê (Şoreşa yekemîn di dîroka mirovahiyê de ku bingehê şaristaniya mirovahiyê ye) dît.
El-Qetrîb bal kişand ser komploya 15'ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku armanc ji vê komployê ew e ku rê li ber fikirê Ocalan ê li ser Rojhilata Navîn bigirin û wiha got: Ocalan dengê azadî, edalet û şoreşa civakê ye ya ku beriya deh salan li Rojhilata Navîn dest pê kiriye.

Hevpeyvîna bi Dr. Fûad El-Qetrîb wiha ye:
Hûn têkoşîna rêber Abdullah Ocalan çawa dinerxînin?
Ez ronakbîr û têkoşerê mezin Abdullah Ocalan wekî mîladekê di dîroka fikir û doza Kurd li Rojhilata Navîn de dibînim. Ocalan têkoşerê şoreşger ê Kurd ê yekemîn e ku metoda fikirî-siyasî ji doza Kurd datîne ku ez bi Ocalanîzmê bi nav dikim. Ev metod ji bo vê têkoşînê amûra şoreşê ava dike ku bi Partiya Karkerên Kurdistanê tê naskirin. Bi rêya fikirê wî tevger û partiyên din ên siyasî, di nav de Partiya Demokratîk a Gelan li Tirkiyê hatin avakirin.
Ocalan mirovekî kurdî tirkî rojhilata navînî û cîhanî ye, jiyana xwe ne tenê ji bo doza gelê xwe yê Kurd, di heman demê de ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn veqetand. Ji ciwantiya xwe ve di nava têkoşîna fikirî, siyasî tirk û Rojhilata Navînî de ye, tevî ku ev 22 sal in di girtîgehê de ye, lê têkoşîna wî hîna berdewam e. Rewşên bi vî rengê kêm caran di dîroka têkoşer û şoreşgeran de tê dîtin.

Hûn nirxandinên nû yên rêber Abdullah Ocalan yên der barê herêmên Rojhilata Navîn de û rola wî di afirandina şaristaniya mirovahiyê de çawa dixwînin, bi taybet nirxandinên wî yên der barê pêvajoya beriya sumeran de, her wiha têgeha dewlet, sedem û mercên derketina wê û bandora wê li mirov, civak û ekolojiyayê?
Ez dibînim ku Ocalan ronakbîr e û xwedî felsefeyeke ku ez bi felsefeya Ocalanîzm bi nav dikim, li gorî min ronakbîr ew kesê rewşenbîr e yên ku fikirên nû dide ku berê nehatiya dayîn, mîna Cubran Xelîl Cubran an Elî Şerîtî an Markes an Guvara û hwd.
Dema ku min berhemên Ocalan xwend min dît ku rewşenbîrê yekemîn-ronakbîrê Rojhilata Navîn e ku li ser civaka demokratîk a exalaqî ya beriya avakrina dewletê diaxive an ku (Beriya avakirina dewleta Sumer a dagirker). Ocalan kesê yekemîn e ku hevrûkirin di navbera berî û piştî avabûna dewletê de çêkir. An jî pêvajoya dewletê ya ku bi avakirina dewleta Sumer û beriya wê avabûna dewleta dewletê li Rojhilata Navîn an ku di navber civak û dewletê de hevrûkerin çêkir.
Bê guman, dewletbûna nû ya ku bi dewleta Sumer re dest pê kir ji ezmûnên dewletbûnê yên pêşî (Memalîk, medîniye anku bajarvanî, wekî memlekeya Ugaret, an Marî) cûda ye. Li van dewletan nakok hebûn, lê ew ne wek dewleta Sumer û dûv re Akadî, Suryanî û hwd heya dewleta nûjen, ku berdewamiya dewleta Sumer e bi hemî pêkhateya xwe, avahî, tevlihevî û mekanîzmayên çalakiyê.
Ocalan ji kesên yekemîn e ku Rojhilata Navîn bi hemû aliyên wê Mezopotamî û şoreşa wê ya çandî (Şoreşa yekemîn di dîroka mirovahiyê de, ku bingeha şaristaniya mirovahiyê ye) nirxandin.
Ev şoreşa mezin, bi pêvajoyek dirêj ku temenê wê çend hezar sal in bû sedema jidayikbûna dewleta tevhev a dagirkeran a Sumer, ku di dîrokê de ji qonaxa civaka pêş-dewlet qut bû ku bi dersên xwe yên dîrokî di warê siyasî, rêveberî, aborî û têkiliyên civakî dewlemend e.
Ji bo Ocalan xalek din jî heye, ew ku balê dikişîne ser qonaxa nivîsarê ya berî Sumer e. Ocalan derî li qonaxa çanda devkî (ne ya nivîskî) vedike, ku ew wekî hafîzeya çanda Rojhilata Navîn dihesibîne ku girîngiya wî ne kêmî zeviyên petrol, gaz û zêr fosfat û hwd e.

Ev xala gelekî girîng li bende şagirtên Ocalan û rewşenbîrên Rojhilata Navîn e ku girîngiyê bidinê û xwe tê de kûr bikin, her wiha li ser esasê wê navendên lêkolînên Rojhilata Navîn ên çanda beriya Sumer a bê netewe û ektnîk ava bikin ji ber ku axa pêwîst a civaka exalqî adil ji bo Rojhilata Navîn a bê ye ku Ocalan banga wê dike.

Beriya 22 salan li dijî rêber Abdullah Ocalan komployeke hate plankirin û radestî dewleta Tirk hate kirin, bi nêrîna we gelo sedema vê komployê çi ye?
Belê, komploya Amerîkî-Siyonîst-Tirk-global e, Armanc ne tenê tunekirina vîna tekoşîna şoreşgerî ya Kurd û Rojhilata Navîn, nemaze ya Filistînî bû, lê ji wê zêdetir astengkirina rêya îdeolojiya Ocalanî ya Rojhilata Navîn bû ku êdî asyonên wê di têkiliyên şoreşgerî ya Rojhilata Navîn de eşkere dibûn. Ji ber ku ev fikir gefan li berjewendiya emperyalîzma cîhanî, nemaze Amerîka, siyonîzma cîhanî, sazûmana siyonîst Îsraîlê li Filistîna dagirkirî, hikûmetên leşkerî yên li Tirkiye û herêmê, her wiha rejîmên paşverû yên malbatî yên li Kendavê û rejîmên olî yên li Îranê dixwe. Ji ber ku Ocalan zû nas kir ku çareserkirina doza kurdî û ya Filistînê bi şoreşa demorkatîk a civakî ya li Rojhilata Navîn ve ji aliyekî ve û bi têkoşîna li dijî emperyalîzma cîhanê û milê wê yê siyonîst li aliyek din ve girêdayî ye.
Ji ber vê yekê van hêzan dîtin ku girtina Ocalan ji bo wan pêwîst e, da ku rêya domandina têkoşîna gelên Rojhilata Navîn, bi taybet têkoşîna gelê Kurd qut bikin. Her wiha Ocalan yek ji dînamîkên têkoşîna şoreşgerî ya Rojhilata Navîn e. Dema ku ez dibêjim şoreşger ev nayê wateya ku divê şoreşger çekdarî be. Mesele ji wê gotinê mezintir e. Bi hêvî me ku di pêşerojê de dem û enerejî têrê bike da ku karibin hîn bêtir balê bikişînin ser vê mijarê.

Tevî mercên zehmet ê di girtîgeha Îmraliyê de, lê rêbertî têkoşîna xwe didomîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn gelek fikir pêşkêş kirine. Hûn vê têkoşînê çawa dinirxînin, gelo, Abdullah Ocalan bi rêya fikir û felsefeya xwe ya çi guhertin çêkiriye?
Ocalan ji kesên kêm li cîhanê ye ku girtîgeh veguherandina navendên çand û lêkolînan. Tevî girtin û zehmet û çewisandina azadiyê lê ev kîn veguhertin qenciyê.
Ocalan ranediwstiya û di aliyê derûnî û îrade de nedişkest mîna ku komplogeran texmîn dikir, têkoşîna wî têk neçû û meşeleya wî venemirî.
Ji bilî bandorên girtina Ocalan li ser Partiya Karkerên Kurdistanê û şepêl na jî milên wê yên hindirîn, Ocalan bi îradeya xwe ya şoreşgerî ya mezin dikarî têkoşîna fikirî di girtîgehê de bidomîne û revîzyonên herî girîng ên ramana xwe ya rewşenbîrî, felsefî û siyasî pêk tîne, bi vî rengî veguherîna ji qonaxa pêş-zindanê ya paşîn pêk hat û felsfeya xwe ya ocalan ava kir.
Oalanîzm yekem bi dilsoziya exlaqî tê naskirin, ji ber ku Ocalan di cîhanê de yek ji çend ronakbîrên têkoşer e ku wêrek e ku îtîrafê bi şaştiyan dike û li hemberî şaştiyên di têkoşîn û siyasî de bi dilnizimî disekine ku dişibîne dilnizmiya hekîm û sofiyan.
Ji xwendina min a ji fikirê Ocalan re ê ku di girtîgehê de dane, min dît ku ronakbîrekî têgihiştî bû, xwedî çandeke dewlemend e, dibistanên fikirî û felsefî yên cîhanê li aliyekî û dîroka gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn li aliyekî din nas dikir. Ev nayê wê wateyê ku ew gihîştiye doktrînek pîroz e, ji wê zêdetir ew ku li ser fikirê wî nîqaş, rexne, geşedan û dewlemendkirin tê kirin û ji rewşa heyî û pêşerojê re vekirî û ji rexne re vekirî ye, ev aliyê pir xweşik e.
Mijarên sereke yên Ocalanîzmê, doza kurdî, çawaniya çareserkirina wê bi awayekî adil, têkiliyên wê bi şoreşa demokratîk a civakî ya Tirkiyê û Rojhilata Navîn e.
Civaka demokratîk, exlaq û polîtîk a adil ya Rojhilata Navîn a ne dewletî (Federalî) rêveberiya xweser ya ne neteweperest, qebîle, olî û mezhebî be hwd.

Neteweya demokratîk a pirrengî û pêkanîna wî ya fikirî, çandî, hunerî, mûzîkî û rêveberî, têkiliya diyalektîkî ya di navbera dewlet û civakê de, pêvajoya vê têkiliyê û têkiliya wê bi şoreşa demokratîk a civakî re; Pirsgirêka jin, wekheviya zayendî û rakirina zihniyeta bavilslarî wekî pirsgirêkek bingehîn a têkoşîna civakek adil, demokratîk, Rojhilata Navîn; Sîstema aboriyê ya koolektîv ku bi jîngehê re lihevhatî ye û ji hegemonya sermaye û kapîtalîzma cîhanî ya Amerîkî-Siyonîst azad dibe.
Bê guman em nikarin vê gotara bi lez bêyî bîrxistina rexneya Ocalan a li ser tecrûbeya têkoşîna Marksîst û veguheztina wî ya felsefî ji Hegelianismê re û rexneya wî li ser ezmûna sosyalîst li Yekîtiya Soviyeta berê û wargeha sosyalîst (Sosyalîzma Misfit wekî Yasîn rehmetî El-Hafiz jê re digot ) bi dawî bikin.
Silav, hezkirin û rêzgirtin ji ronakbîr, têkoşerê şoreşger ê mirovî Ocalan û hemû girtiyên azad ên di girtîgehên Tirkiyê, Sûriyê, Îsraîl bi taybet û Rojhihilata Navîn bi giştî.
Ocalan dengê azadî, edalet, wekhevî, şoreşa civakî ye ya ku ji Eştarê li warê Rojhilatê Navîn dest pê kir û tevî leşkerî û mîlîtarîzma li Sûriyê, Îslamçî, pergalên Kendavê, rejîmên olî yên Tirk û Îranê û kapîtalîzma cîhanê berdewam dike.
Gotina we ya dawî
Hêvî dikim ku biçek be jî min li ser taybetmendiyên fikirê Ocalan xuyakirin.
[1]

Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 1,133
Escriba su comentario sobre este artículo!
HashTag
Fuentes
Artículos relacionados: 42
Grupo: Artículos
Lenguaje de los artículos: Kurmancî
Publication date: 02-04-2021 (4 Año)
Provenza: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo de documento: Idioma original
Technical Metadata
Los derechos de autor de este artículo ha sido emitido a Kurdipedia por el dueño del artículo!
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( ئاراس حسۆ ) en 23-04-2025
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( سارا کامەلا ) en 24-04-2025
Este artículo ha actualizado recientemente por ( ئەڤین تەیفوور ) en: 29-11-2025
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 1,133
QR Code
  Nuevo elemento
  Elemento Random! 
   
  
  Publicación 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 0.594 segundo!