Jiyanname:
#Gurbetelli Ersöz# (1965, Palu, #Elazığ# – 8’ê Cotmeha 1997), kîmyager, rojnamevan û paşê jî endamê #PKK# (Partiya Karkerên Kurdistanê) bûye.
“Di dîrokê rojnamegeriyê ya Tirkiyeyê de, wek yekem jin ku serokê tevgerê rojnameya rojane bûye tê nasîn.”
Gurbetelli Ersöz li Palu ya Elazığê hatiye dinyayê û li zanîngehê xwendina kîmyayê kiriye. Di karîyera xwe ya akademîk de li Zanîngeha Çukurova wekî alîkar xebitiye. Wekî kîmyager, ew bûyerên 1986’an, karesata Çernobîlê û 1988’an êrîşa kîmyayî li Helebceyê, wekî du xala girîng ên veguherînê di jiyana xwe de dîtine.
Piştî van bûyeran, ew ketiye nava çalakiyên siyasî û ji bo guherîna civakî rolê çalak girt. Ji ber çalakiyên xwe yên siyasî, di sala 1990’an de hat girtin, hat darizandin û bi tawanbara piştgirîkirina PKK’ê hat cezakirin. Du salan di zindanê de ma û paşê hat berdan.
Piştî azadbûna xwe, di rojnameya Özgür Gündem de, ku li ser şerê Kurd-Tirk ji aliyê Kurd ve nêrînê pêşkêş dike, wekî seredîtor xebitiye. Lê ev wezîfe dirêj neket; di 10’ê Kanûna 1993’an de, di operasyonek li ser navenda rojnameyê li Stenbolê de bi 107 kesan re hat girtin. Di 12’ê Çileya 1994’an de hat girtin. Di dema darizandinê de, dozger ji bo wê heta 15 salan ceza zindanan xwest.
Ersöz û rojnamevanên din ên ku hatin darizandin, ji aliyê Komîteya Parastina Rojnamevanan û nivîskarên navdar wekî Harold Pinter û Noam Chomsky hatin piştgirîkirin. Di encama darizandinê de, ew bi 3 sal û 9 meh ceza zindanê hat cezakirin, lê di Hezîrana 1994’an de hat berdan.
Piştî ku nehat destûr dayîn ku wekî rojnamevan bixebite, di sala 1995’an de tevlî PKK’ê bû. Di 8’ê Cotmeha 1997’an de di şer de hat kuştin. [1]
Ji tirkî ve hatiye wergerandin: Sara Kamela