=KTML_Bold=“Şaneyên veşartî”… serkêşên stratejîya DAIŞ`ê ya şerî ji bo vejandina “Xîlafetê”=KTML_End=
Kurtenaverok
Ev lêkolîn qonaxa piştî têkçûyîna erdnîgarî ya rêxistina Dewleta Îslamîk li Îraq û Şamê li ser destê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) û Hevpeymanîya Navdewletî di Adara 2019`an de digire nava xwe. Di naveroka xwe de girîngîyê dide stratejîya ku rêxistina #DAIŞ# `ê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê dimeşand, ew jî piştî ku gelek herêmê û rûber li Îraq û Sûrîyayê ji destê wê derketin. Ev stratejî xwe dispêre danezana bi navê “Xezewat Îztinzaf” ku di bingeha xwe de pişta xwe bi şaneyên veşartî yên bi ser rêxsitinê ve û li tevaya herêmê berbelav in xurt dike (Beşa Yekem).
Li rex wê, ev lêkolîn gelek faktorên ku hiştin û hîna jî dihêlin rêxsitin ber bi pêş ve biçe bi ronî dike, ev faktorên ku dibin xalên lawaz û derfet da ku şaneyên rêxistinê bi kar bînin, çalakîyên xwe li dar bixin û operasyonên xwe yên terorîst bi cih bikin. Li milekî din, lêkolîn sîyast û stratejîya QSD û Hevpeymanîya Navdewletî ya derbarê şerê li dijî DAIŞ`ê, piştî têkçûyîna wê ya leşkerî sala 2019`an, jî dinirxîne, heta ku di dawîyê de digihêje hin encam û qewêtîyan li gorî tişta di naverokê de hatîye (Beşa Duyem).
Pêşgotin
Pêwîstîya qonaxa piştî têkçûyîna rêxistina DAIŞ`ê ya leşkerî bi lêkolînkirina meseleya çawanîya danûstandina bi paşmahîyên vê rêxistinê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê re heye, ev paşamahîya ku ji girtîyên rêxistinê, jin û zarokên wê yên li kamp[1] û navendên rehabîlîtasyonê[2] û bi taybet ji şaneyên wê yên veşartî pêk tê.
Têkçûyîna Dewleta Îslamî li Iraq û Sûrîyayê (DAIŞ) piştî rizgarkirina xala wê ya dawîn li bajarokê Baxozê yê Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyê di sala 2019an de, ji alîyê Hêzên Sûrîyayê Demokratîk (QSD) bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê, ne bidawîbûna kontrola wê rêxistinê li ser bakur û rojhilatê Sûrîyê bû, lê belê destpêka qonaxeke nû bû, ku di hûrgilî, rewş, stratejî û çarçoveya xwe de ji qonaxa berê cuda bû, ew jî dema ku DAIŞ di asta herî bilind ya hêza xwe de bû. Qonaxek ku mirov dikare jê re bêje “veguhêz” ew jî ji ber ku encama veguheztina rêxistinê ji serkêşîyeke navendî ber bi serkêşîyeke ne-navendî û damezrandina tora têkilî û ragihandinê di nav sîstemeke nerm de ye. Bi vê yekê êdî “Serkeftina giştî” ya ku ji hêla serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve li dijî rêxistinê di sala 2019-an de hate ragihandin, dimîne xala destpêka şerekî ku ji şeş sal berê hesastir û tevlihevtir e.
Li nik wê, ew têkçûyîna erdnîgarî êdî bû xaleke guhêrbar a binghîn, çi di dîroka nêzîk a rêxistinê de, çi jî di sîyaseta QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê de, çimkî li vir DAIŞ`ê stratejîyeke nû ya li gorî rewşa qonaxa heyî pejirand, û di vê stratejîyê de pişta xwe bi şaneyên xwe yên veşartî ku li tevaya xaka Sûrîyayê berbelav in, nemaze li bakur û Rojhilatê wê, xurt kir. Vê yeka han hişt ku guhertin di taktîk û stratejîya QSD`ê de ya li dijî evan şaneyên ku bûne palpişt û serkêşa stratejîya DAIŞ`ê ya di ber veger û jinûvevejandina xeyalên “Xîlafetê” encam bide.
Li gorî tişta me li jor gotî, di vê lêkolîna ku beşek ji rêzelêkolînên navenda Firatê yên derbarê dosyaya rêxistina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ye, me guhertinên hevwextî ragihandina têkçûyîna erdnîgarî ya rêxistina DAIŞ`ê, û veguhertinên di stratejîya wê şerî de bi ronî kirin, di serî de jî ragihandina “Xezwat El-Îstinzaf”. Her wiha, em balê dikişînin ser taktîk û planên şaneyên veşartî yên ji bo vejandina rêxistinê û piştgirîkirina wê, ev şaneyên ku hemû faktor û rewşên navdewletî, herêmî û xwecihî bi kar tînin û çalakîyên xwe zêdetir dikin da ku xebatên şerê li dijî DAIŞ`ê asteng bikin û rê li ber têkçûyîna wê ya bi temamî bigirin. Di evan mijarên han de, me xwe spartîye hevdîtinên meydanî yên bi endamên girtîyên ên wan şaneyan ku li cem QSD`ê girtî ne, hemwextî wê, em li xwemukirhatinên hin şaneyên veşartî yên berê jî vegerîyan. Her wiha me xwe spartîye hevdîtinên bi berpirsên QSD`ê û Rêveberîya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê re jî, li nik wê, em li hin raport, lêkolîn û madeyên çapemenîyê yên girêdayî mijara lêkolînê vegerîyan. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=675571&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin “Şaneyên veşartî”… serkêşên stratejîya DAIŞ`ê ya şerî ji bo vejandina “Xîlafetê”=KTML_Link_External_End=