Kurdipedia är den största flerspråkiga källan för kurdisk information!
Om Kurdipedia
Kurdipedias arkivarier
 Sökning
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
 Sök efter
 Utseende
  Mörkt läge
 Standardinställningar
 Sökning
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliotek
 
Skicka
   Avancerad sökning
Kontakt
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Mer...
 Mer...
 
 Mörkt läge
 Slide Bar
 Teckenstorlek


 Standardinställningar
Om Kurdipedia
Slumpmässigt föremål!
Användarvillkor
Kurdipedias arkivarier
Din feedback
Användarfavoriter
Kurdipedia Dictionary
Våra partners
Händelsernas kronologi
 Aktiviteter - Kurdipedia
Hjälp
 Mer
 Kurdiska namn
 Sök Klicka
Statistik
Artiklar
  600,736
Bilder
  126,583
Böcker
  22,386
Relaterade filer
  132,956
Video
  2,209
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,482
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,766
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,157
عربي - Arabic 
46,850
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,894
فارسی - Farsi 
17,491
English - English 
8,630
Türkçe - Turkish 
3,891
Deutsch - German 
2,068
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
368
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Grupp
Svenska
Biografi 
19
Platser 
10
Partier och organisationer 
2
Publikationer (tidskrifter, tidningar, webbplatser och media, etc.) 
3
Bibliotek 
30
Artiklar 
12
Martyrer 
3
Dokument 
2
Kvinnofrågor 
3
Arkiv
MP3 
2,753
PDF 
35,242
MP4 
4,322
IMG 
241,559
∑   Totalt 
283,876
Innehållssökning
Jiyaneke tijî têkoşîn; Mihemed Hiso
Grupp: Artiklar
Tack vare Kurdipedia vet du vad som hände varje dag i vår kalender!
Dela
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rankningsobjekt
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Fattigt
Dåligt
Lägg till bland mina favoriter
Skriv din kommentar om denna sak!
Föremålshistoria
Metadata
RSS
Sök på Google efter bilder relaterade till det valda föremålet!
Sök på Google efter en utvald vara!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mihemed Qasim Hiso
Mihemed Qasim Hiso
Jiyaneke tijî têkoşîn; Mihemed Hiso

#Mihemed Qasim Hiso# yek ji lehengên berxwedana sedsalê ya #Kobanî# û berxwedana dîrokî ya Bendava Tişrînê ye. Bi huner û erka xwe li hemberî doza gelê xwe wateyek da berxwedanê û cihê xwe di dilê her kesî de girt.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Qasim Hiso beriya 40 rojan anku 16’ê Çileyê di berxwedana li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de, tev li karwanê nemiran bû.
Kobanê ku di cîhanê de wek keleha berxwdanê hatiye naskirin, çand û nirxên xwe yên kurdayetiyê parastin e, gelek leheng afirandine ku di rêya azadiya gelê xwe de canê xwe feda kiriye. Ji wan lehengdan Mihemed Qasim Hiso jî di berxwedana dîrokî ya parastina Bendava Tişrînê de şehîd bûye.
Mihemed Hiso yek ji ewladên vî bajarê ye ku di sala 1970’yan de çavê xwe li jiyanê vedike. Mihemed Hiso bavê 3 kur û 2 keçan e, di nava malbateke Kurd a welatparêz de ku ji 6 xwişk û 6 birayan pêk tê, mezin dibe. Hezkirina welat û azadiyê ji zarokatiyê ve di dilê wî de şîn dibe. Mihemed ji ber rewşa malbatê ya aborî ya dijwar neçar dimîne ku di refa 7’an de dest ji xwedinê berde û dest bi karê cotkariyê dike.
Mihemed kesekî aram, bêdeng û dilnizim bû. Kesayeteke dilsoz bû ku çi erk û alîkarî jê dihatin xwestin xwe nedida alî, lê bê teredud bi cih dianîn. Di heman demê de ji karê hunerê û stranbêjiyê hez dikir. Mihemed Hiso di 10 saliya xwe de tevgera azadiyê nas dike û dikeve bin bandora wê. Ji ber hezkirina xwe ya ji karê çand û hunerê di sala 1988’an de tev li Koma Botan dibe. Koma Botan komeke navdar a li kantona Firatê ye û di sala 1983’yan de ji aliyê 7 kesan ve hatibû avakirin. Mihemed jî bi rihê damezirînerên komê şehîd Halim û Akif têkoşîna hunerî didomîne. Tevî zextên rejîma Baasê yên li dijî Kurdan jî, Mihemed her sal li ser dika Newrozê bi stranên xwe yên wekî Ey welatê dîl û bindest û Gula min yek bû kirin çar parçe coş dida şahiyê.
Di pêvajoya Şoreşa Rojava (19’ê Tîrmeha 2012) de, Mihemed Hiso ji ber girêdana xwe ya bi welat û gel biryar dide ku cihê xwe di qada parastinê de bigire û di sala 2013’an de tev li refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe. Li kêleka wezîfeya xwe ya parastina ewlehiyê jî xebatên xwe yên hunerî berdewam kir. Mihemed Hiso di berxwedana dîrokî ya Kobanê ya 2014 û 2015’an a li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê de li eniyên pêş ên parastinê cih girt, heya êriş hatin têkbirin û Kobanê hat rizgarkirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ji Kanûna 2024’an ve êrişên dagirkirinê li ser bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin. Gelê herêmê bi hemû beş, sazî û pêkhateyên xwe ji bo parastina bendav û avê di nava seferberiyê de ne. Şervanên QSD û YPJ’ê bi çalakiyên xwe yên bersivdayînê rê li ber dagirkirinê bendavê digirin, gel jî kom bi kom li bendavê nobetê digire.
Mihemed Hiso jî ne tenê wek endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, lê belê wek şervanekî heya kêliya dawîn li kêleka QSD û YPJ’ê wezîfeya parastina bendavê girt û heya gihaşt asta şehadetê.
‘DILSOZÊ GELÊ XWE BÛ’
Rêveberê Ofîsa Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Firatê Mihemed Elî yek ji hevreyên şehîd Mihemed Hiso ye, têkildarî şehîd dibêje: “Axaftina li ser şehîd ne hêsan e. Divê tenê em xwedî li mîraseya wan derkevin. Ez û şehîd Mihemed nêzî 4 salan bi hev re bûn. Şehîd Mihemed kesayeteke dilnizim bû, di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Hunermendek bû ku di şahiyan de xwediyê wê zengeloka zelal bû ku bi stranên xwe yên şoreşgerî coşeke bêhempa dixist dilê mirovan.
Mihemed Elî li ser berxwedana şehîd Mihemed Hiso ya li bendava Tişrînê û kêliyên şehadeta wî jî ev tişt parve kir: Bi israr berê xwe da bendava Tişrînê. Ewilî hevalên xwe diparastin. Dema balafirê li bendavê da, em li heval Mihemed geriyan lê me ew nedît; lê dengek hat digot heval Mihemed birîndar bûye.
Mihemed Elî bi bomdarî got: Li Bendava Tişrînê êrişên dijwar têne kirin. Gelê me ji bo parastina kehrebe û ava xwe li bendavê ye. Tevî ku gel li wir e jî, lê dîsa jî êrişên nemerdane li ser gelê me de tên kirin. Em çar heval bûn, axaftina xwe ya dawî ji min re got; hûn bavên şehîdan in, divê hûn neçin ez ê biçim. Lê dîsa jî em bi hev re çûn û me xatirê xwe yê dawîn li wir ji hev xwest. Em ê bibin şopgerên şehîdên xwe.”
Endamê Koma Botan Henîf Osman ku yek ji hevalên şehîd Mihemed Hiso ye, diyar kir ku Koma Botan di sala 1983`yan de bi 7 kesan hate avakirin, ew û şehîd Mihemed bi hev re di sala 1989`an de tev li komê bûn û di komên din de hev nas kirin.
Henîf Osman destnîşan kir ku şehîd Mihemed bi kêfxweşî tev li komê bû û wiha domand: “Peyv nîn in ku karibe wesfê şehîd Mihemed û hevlatiya wî ya durist bîne ziman. Bi rastî şehîd Mihemed bi welatparêziya xwe û girêdana xwe ya ji axa xwe re dihat naskirin. Ji stranan pir hez dikir, dilê kesek nediêşand, hevlatiya li gel wî pir xweş û durist bû. Carnan ji ber zextên rejîmê me nikaribû perwerdeyên xwe bikira. Lê şehîd Mihemed em dibirin mala xwe û me perwerdeyên xwe li mala wî didîtin. Deriyê mala wî ji her kesî re vekirî bû.
‘HEM KARÊ HUNERÊ DIKIR HEM JÎ KARÊ EWLEKARIYÊ’
Henîf Osman diyar kir ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re şehîd Mihemed derbasî nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û got: Çi kar hatiba xwestin û berdêlên wê çi bana jî şehîd Mihemed tu carî xwe nedida alî. Hem karê ewlehkariyê hem jî karê hunerî dikir.
Osman anî ziman ku şehîd Mihemd kesekî fedakar bû, ji bo ku parastina axa xwe bike berê xwe da bendana Tişrînê û ev li gotinên xwe zêde kir: Şehîd Mihemed ji bo av û kehrebeya welatê xwe biparêze berê xwe da bendavê. Lê dewleta Tirk a dagirker li hember kesên wiha ku bi axa xwe ve girêdayî ne lawaz e, ji ber vê yekê heval Mihemed bi balafirên xwe yên şer şehîd xist.
Henîf Osman di dawiya axaftina xwe de got dê rêya şehîd Mihemed û tevahî şehîdên azadiyê bişopînin.
‘BAVÊ MIN DA SER RÊYA ŞEHÎD AKIF Û HALIM’
Kurê mezin ê şehîd Mihemed Hiso, #Aras Hiso# ku mamosteyek di Zanîngeha Kobanê de ye diyar kir ku bavê wî di nava malbat û civakê de mirovekî rihet, bêdeng û sakîn bû, ji aliyê derdorê ve dihat hîskirin û rêzgirtin.
Aras anî ziman ku têkiliyên wan ji kur û bav wêdetir têkiliyên hevaltiyê bû û got: Hîseke xurt bû. Bêyî ku biaxivim ji dil û çavan ji min fêm dikirin.”
Aras diyar kir ku salek beriya şehadeta wî bavê hemû karên malê da ser milê wî û ev tişt parve kir: “Bavê min beriya roja ku şehîd bibe, wekî ku ji min re digot ku ez êdî her tişt teslîmî te dikim kurê min. Got, ha ji xwe û malbatê hebe. Min hîs dikir ku wê bavê min şehîd bibe û ez pir giriyam.
Aras Hiso anî ziman ku dema agahiyên şehadeta bavê xwe bihîst bawer nekir ku şehîd bû ye û got: “Min bawer nekir bavê min şehîd bûye. Min ji malbata xwe re digot ew çûye cihekî wê vegere. Min ji xwe re digot ma heta kengî ev xeyala vegerê. Heta niha ez benda wî me lê venegeriya. Wekî mamosteyekî wêjeyê min dê li ser têkoşîn û berhemên hunerî yên bavê xwe nîvisandiba. Dema min xwest dest pê bikim şehîd bû. Ev jî bû hesretek di dilê min de.
Aras destnîşan kir ku bavê wî rêya şehîd Akif û Halim berdewam kir û timî di nava têkoşînê de bû û wiha pê de çû: “Bavê min ji min re digot ’azadî nêzik e, berxwedan wê her tim berdewam bike, wê gelê Kurd bigihêjin xwesteka xwe û wê bi ser bikevin ’. Rast e nêzîk maye em bigihêjin serkeftinê. Tişta di dilê min de bû hesret xwezî wî û şehîdên azadiyê yên ku ji bo gel û axa xwe de canê xwe de feda kir, roja azadiyê bidîtana.
(bb)
ANHAî
[1]

Kurdipedia ansvarar inte för innehållet i denna artikel. Vi spelade in det för arkivändamål.
Detta föremål är skrivet på (Kurmancî)-språket, klicka på ikon för att öppna föremålet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna artikel har setts 1,612 gånger
Skriv din kommentar om denna sak!
HashTag
Källor
[1] Webbplats | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 25-02-2025
Relaterade filer: 1
Länkade objekt: 7
Grupp: Artiklar
Artikelspråk: Kurmancî
Publiceringsdatum: 24-02-2025 (1 År)
Dokumenttyp: Originalspråk
Innehållskategori: Biografi
Innehållskategori: Artiklar & Intervjuer
Innehållskategori: Kurdiska frågor
Land - Provins: Västkurdistan
Publikationstyp: Född-digitalt
Städer: Kubanê
Teknisk metadata
Föremålskvalitet: 99%
99%
Tillagd av ( Aras HisoA.H.) på 24-02-2025
Denna artikel har granskats och släppts av ( Sara KamelaS.K.) på 27-02-2025
Denna artikel uppdaterades nyligen av ( Sara KamelaS.K.) på: 25-02-2025
Titel
Den här saken enligt Kurdipedias dollar är inte klar än!
Denna artikel har setts 1,612 gånger
QR Code
Mer
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sidgenereringstid: 4.891 sekund(er)!
Vänligen vänta