Kurdipedia är den största flerspråkiga källan för kurdisk information!
Om Kurdipedia
Kurdipedias arkivarier
 Sökning
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
 Sök efter
 Utseende
  Mörkt läge
 Standardinställningar
 Sökning
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliotek
 
Skicka
   Avancerad sökning
Kontakt
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Mer...
 Mer...
 
 Mörkt läge
 Slide Bar
 Teckenstorlek


 Standardinställningar
Om Kurdipedia
Slumpmässigt föremål!
Användarvillkor
Kurdipedias arkivarier
Din feedback
Användarfavoriter
Kurdipedia Dictionary
Våra partners
Händelsernas kronologi
 Aktiviteter - Kurdipedia
Hjälp
 Mer
 Kurdiska namn
 Sök Klicka
Statistik
Artiklar
  600,759
Bilder
  126,586
Böcker
  22,389
Relaterade filer
  132,958
Video
  2,209
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,482
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,766
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,157
عربي - Arabic 
46,850
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,894
فارسی - Farsi 
17,491
English - English 
8,630
Türkçe - Turkish 
3,891
Deutsch - German 
2,068
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
368
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Grupp
Svenska
Biografi 
19
Platser 
10
Partier och organisationer 
2
Publikationer (tidskrifter, tidningar, webbplatser och media, etc.) 
3
Bibliotek 
30
Artiklar 
12
Martyrer 
3
Dokument 
2
Kvinnofrågor 
3
Arkiv
MP3 
2,753
PDF 
35,242
MP4 
4,322
IMG 
241,559
∑   Totalt 
283,876
Innehållssökning
Divê malbat xwendina pirtûkên kurdî bi zarokan bidin hezkirin
Grupp: Artiklar
Kurdipedia och dess samarbetspartners kommer alltid att hjälpa universitets- och högskolestudenter att få tillgång till nödvändiga resurser!
Dela
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rankningsobjekt
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Fattigt
Dåligt
Lägg till bland mina favoriter
Skriv din kommentar om denna sak!
Föremålshistoria
Metadata
RSS
Sök på Google efter bilder relaterade till det valda föremålet!
Sök på Google efter en utvald vara!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Divê malbat xwendina pirtûkên kurdî bi zarokan bidin hezkirin
Divê malbat xwendina pirtûkên kurdî bi zarokan bidin hezkirin
=KTML_Bold=Divê malbat xwendina pirtûkên kurdî bi zarokan bidin hezkirin=KTML_End=
Rohat Bulut

Yek ji xwediyê Weşanxaneya Morî weşanger #Mem Bawer# li ser “Hefteya Pirûkên Zarokan a Cîhanê” diyar kir ku pêwîste malbat girîngiyê bidin xwendina zarokan a #pirtûkên kurdî# û bi wan bidin hezkirin.
9’ê Mijdarê “Hefetaya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê” ye. Cara yekemîn di sala 1917’an de li Amerîkanê ji aliyê rêveberên pirtûkxaneyan ve ji bo xwendina pirtûkan bi zarokan bidin hezkirin û fêrkirina xwendinê pêş bixin, hefteyek bi vî rengî organîze dikin. Ev hefte di sala 1972’yan de ji aliyê UNESCO’yê ve hat pejirandin û pîrozkirin. Ji sala 1917’an ve ye ji aliyê weşanxane û pirtûkxaneyan ve bi çalakiyên ciherêng tê pîrozkirin. Li ser “Heftaya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê” Weşanger û xwediyê Weşanxaneya Morî Mem Bawer ji bernameya Podcasta Xwebûnê re axivî. Weşanxaneya Morî li bakurê Kurdistanê tenê pirtûkên zarokan bi kurdî çap dike. Weşanger Mem Bawer li ser “Hefteya Pirûkên Zarokan a Cîhanê” diyar kir ku pêwîste malbat girîngiyê bidin xwendina zarokan a pirtûkên kurdî û bi wan bidin hezkirin.
*Li ser giringî û armanca “Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê”, tu dikare çi bibêje?
Di wêjeyê de pirtûkên zarokan an jî wêjeya zarokan hergav piştguh kirine. Her gav hatiye taloqkirin. Mezinan li gorî xwe helbest nivîsîne, çîrok an jî roman nivîsîne. Lê ji bo zarokan pir zêde tiştek nehatiye kirin. Zarok kengî ketine bîra mezinan, di şevbihêrkan çîrokên fabil, an jî xeberojk hatine gotin. Dapîr û bapîran ji zarokan re çîrok gotin e. Dema em li dîroka cîhanê dinêrin ev xebat an jî bi bîr anîneke dereng e. Dîsa di sala 1972’an de ji aliyê UNESCO’yê ve hatiye pejirandin û pîrozkirin. Gotine bila ev bibe hefteyeke xwendin û hezkirina pirtûkan a ji bo zarokan. Li gorî min di kurdan de rojên pîroz an jî pîrozkirin ewqas cihê xwe negirtiye. Çima cihê xwe negirtiye? Di 20 salên dawiyê de em hêdî hêdî rojên xwe yên taybet pîroz dikin. Ji bo zarokan rojên wiha di cîhanê de tên pîrozkirin. Lê wekî kurd em nizanin ka emê çi çalakiyan pêk bînin? Yan jî plansaziya me çi ye? Ez bi xwe nikarim bibêjim tiştekî me yê ber bi çavan heye.
* Weşanxaneya Morî ji kengî ve xebatê dike, armanc we çi bû?
Di sala 2016’yan de min û hevalê xwe Ridvan Polat bi hev re Weşanxaneya Morî Zarok ava kir. Ji wê demê ve ye karê me didome. Her gava ku em pirtûkekê çap dikin an jî projeyek tê ber destên me tu dinêre projeyek projeyek din bin bi xwe re tîn e. Em jî dixwazin ev kar geştir bibe û zarokên kurd jê sûdê werbigirin. Heta niha zêdetirî 50 pirtûk me çap kirine. Niha jî em li ser projeyek nû dixebitin. Carna hin tiştan em ji bîr dikin, an jî li ber çavên me nakeve. Erê me pirtûk ji bo zarokên 3 salî heta 6 salî çap kirin. Lê di wêjeya nûciwan de jî me ev kêmasî dît û me hin pirtûkên wan çap kirin. Vê dawiyê me zor da wergerê jî. Me ji zimanê almanî, îngilîzî, farizî jî pirtûkên zarokan çap kirin. Me xwest edebiyata ciwanan bi rêya wergerê be jî hinekî pêş bikeve. Di vê pêvajoyê de me kêmasiya xwe jî dît, erê em van pirtûkan çap dikin. Lê pêdiviya zarokên di himbêza diya xwe de yên di navbera 0-3 saliyan jî bi perwerdeyê heye. Li ser vî esasî nêzîkî 300 heb flaş kert an jî kartên perwerdeyê jî tê gotin me yek bi yek wêneyên wan dan xêzkirin, bi kurmancî, zazakî û soranî ev xebata me jî li ber dawiyê ye.
*Zarokên kurd çiqas ji xwendinê hez dikin? Bi taybetî ji kijan pirtûkên kurdî?
Ya rastî hezkirina pirtûkên zarokan bi malbatê ve girêdayî ye. Malbatek an jî dê û bavek pirtûkan nexwînin mafê wan tune ye bêje, ‘keça min kurê min rabe pirtûkê bixwîn e’. Ev bi darê zorê nabe. Gotineke pêşiyan heye dibêje; ‘Mezin reqisîn, bi çûk hewisîn’. Hewisandin wekî hînbûnî an jî fêrbûnî tê bi kar anîn. Lê wateya wê mezin çi bikin bi çûk jî bi çavên xwe, bi dîtina xwe mezinên xwe dişopînin û li gorî wê jiyana xwe bi awayekî saz dikin. Di malbatan de tenê van salên dawiyê kesên xwenda; mamoste, parêzer, bijîşk, an jî bi karekî din mijûl dibin lê xwestine zarokên wan bixwînin. Berê ji bo xwe dixwestin lê niha ji bo zarokên xwe jî pirtûkên zarokan dixwazin. Hin jî ji bo zarokên xwe pirtûkan digirin û dixwînin. Bi vî awayî êdî di van salên dawiyê de çandek çê bûye. Di malbatên xwendayî de ev hêdî hêdî çê dibe. Lê beriya wê mirov nikare bêje çandeke pirtûkên zarokan hebû. Heta em dikarin bêjin heta 20 sal berê pirtûkên zarokan tune bûn.
* Bandora dê û bavan li ser xwendina zarokan çiqas heye?
Yanî pirtûk tenê ne pirtûk in. Tenê bi çavê pirtûkekê divê mirov lê nenêre. Di nav pirtûkê de senteksa ziman heye, pedagojî heye, hezkirin heye, rûmetdayîn heye û tiştên ku bi jiyanê ve têkildar, hezkirina xwezayê heye. Heke malbat bi vî awayî, bi rêya pirtûkan heke bi zarokên xwe pirtûkan nedin hezkirin di dawiyê de nikarin bidin hezkirin. Her tişt di destpêkê de girîng e. Ew xwendina pirtûkan jî li gorî zanist dibêjin, ger dayikek an jî bavek wexta razanê jê re çîrokekê nexwîn e dema ew zarok mezin dibe têkiliya wî pê re hêj baştir dibe. Yanî têkiliya wî ya xwendinê, têkiliya wî ya jiyanê jî diyar dike. kê jê re pitûk xwendibe bêtir têkiliya ew zarokî pê re baş dibe. Yanî ev vana tiştên ber bi çav in.
* Xwendina pirtûkan di nav kurdan de li gorî pêwistiyan di rêza çendemîn de ye?
Di jiyana rojane de, yan jî di warê aboriyê de, di nav salan de têkçûyînekê em dibînin. Ji bo pirtûkan em bêjin li vê derê fabrîqeyek e ku kaxizan çê bike tune ye. Kaxiz ji der ve bi ewro an jî bi dolar tê. Dîsa çapxaneyên mezin li Stenbolê ne ku em jî li wê derê çap dikin. Mînak tu pirtûkekê dişîne serê sibehê dibêjin buhayê wê ewqas e, dema dibe piştî nîvor tu dibêje ez pereyên te bişînim dibêje ew buha derbas bû. Ev yek tesîrê li buhayê pirtûkan jî dike.
* Şert û mercên aborî, jiyanî bi her awayî bandorê li ser xwendina pirtûkan jî dike?
Belê rast e. Heta dor tên pirtûkan ew şertên jiyanê pêşiya xwendina pirtûkan digire.
* Li bakurê Kurdistanê wekî weşanxaneyek ku pirûkên zarokan çap dikin, xwe bas dibînin, pê re digihînin an na?
Bi rastî jî tehde ye, zehmetî ye. Dema pirtûkeke zarokan ji aliyê weşanxaneyeke din derdikeve em pê kêfxweş dibin. Wekî weşanxane jî em niha bi tenê ne. Dema em kêmasî an jî pêwistiyekê dibînin em mecbûrin hişê xwe bi wê re biwestînin ji bo çareser bikin an jî derbas bikin. Em dixwazin karekî baş bikin ku di siberojê de yên hatin şûna bêjin wele ev xebat baş, em ji viya baştir bikin. Armanca me ew e. Bi rastî jî em bi tenê jî têrê nakin. Ji ber ku derfetên me diyar in. Dîsa me kêmasiya xwe dît me got dibe ku di warê dijîtalê de jî hin xebatan pêş bixin. Tenê pirtûkên çapkirî jî na, di warê dijîtal de jî em dixwazin xebatekê bikin.
* Wekî weşanxane dê vê hefteyê xebatên we çi bin?
A rastî ez nefikirî bûm. Lê piştî ku vê hevpeyvînê me kir êdî pêwîstiyek heye li gorî min jî. Divê mirov tiştnan bike. Rojekê em dikarin organîze bikin. Dê baştir jî bibe. Lewere em her tim gazincan dikin lê divê em li xwe jî fikirin bê ka em çi dikin? Gerek vê pirsê em ji xwe jî bikin. Hem jî wekî weşanxaneyeke ku bi taybetî pirtûkên zarokan çap dikin. Emê jî bi hevalên xwe re bişêwirin, li ser vê rewşê bifikirin bê ka em dikarin çi bikin, çi çalakiyê bikin.
* Ji bo zarokan û di heman demê de ji bo malbatan, li ser xwendina pirtûkên kurdî bang an jî gotineke we hebe dê çi be?
Ji bo zarokan em dikarin çi bibêjin? Mirov ji bo malbatan bibêje dê baştir be. Jiber ku di hin tiştan de zarok bîrewar ninin. Dê û bav heta temenekî ji bo wan bifikirin. Bi awayekî rêyekê nîşanî zarokên xwe bidin. Ez di wê baweriyê de me ku dema malbatan rêyek nîşanî zarokên xwe da û pirtûk bi wan da hezkirin dê di warê edebiyatê de hişmendiyek ji xwe ber bi zarokan ve pêş bikeve.
[1]

Kurdipedia ansvarar inte för innehållet i denna artikel. Vi spelade in det för arkivändamål.
Detta föremål är skrivet på (Kurmancî)-språket, klicka på ikon för att öppna föremålet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna artikel har setts 2,784 gånger
Skriv din kommentar om denna sak!
HashTag
Källor
[1] Webbplats | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
Länkade objekt: 22
Grupp: Artiklar
Artikelspråk: Kurmancî
Publiceringsdatum: 10-11-2021 (5 År)
Dokumenttyp: Originalspråk
Innehållskategori: Artiklar & Intervjuer
Innehållskategori: Språkligt
Innehållskategori: Barn
Land - Provins: Kurdistan
Publikationstyp: Född-digitalt
Språk - Dialekt: Kurdiska - Kurmanji - Latin
Teknisk metadata
Föremålskvalitet: 99%
99%
Tillagd av ( Aras HisoA.H.) på 21-11-2023
Denna artikel har granskats och släppts av ( Sara KamelaS.K.) på 25-11-2023
Denna artikel uppdaterades nyligen av ( Sara KamelaS.K.) på: 25-11-2023
Titel
Den här saken enligt Kurdipedias dollar är inte klar än!
Denna artikel har setts 2,784 gånger
QR Code
Mer
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sidgenereringstid: 0.859 sekund(er)!
Vänligen vänta