=KTML_Bold=‘120 hezar Êzidiyan ji Iraq û Herêma Kurdistanê koç kiriye’=KTML_End=
Hewlêr (Rûdaw) – Beriya ku DAIŞ êrişî Şingalê bike li wê derê 550 hezar Kurdên Êzidî hebûn.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, piştî êrişa DAIŞê nêzîkî 120 hezar Kurdên Êzidî çûne derveyî welêt.
Herwiha Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ragihand ku 135 hezar Kurdên Êzidî li kampan dijîn.
Li gorî amarên ku di destê Rûdawê ketine heta niha li Şingalê 83 “gorên bikom” û gelek “gorên yekkesî” yên Kurdên Êzidî hatine dîtin.
3ê Tebaxa 2014 an 3548 jin, 2869 mêr bi tevahî 6417 Kurên Êzidî hatin revandin.
Ji wê rojê ve 1208 jin, 339 mêr û 2023 zarok bi tevahî 3570 kes hatine rizgarkirin.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, di şerê DAIŞ'ê de nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzidî canê xwe ji dest daye.[1]
Kurdipedia ansvarar inte för innehållet i denna artikel. Vi spelade in det för arkivändamål.
Detta föremål är skrivet på (Kurmancî)-språket, klicka på ikon

för att öppna föremålet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna artikel har setts 4,547 gånger
Skriv din kommentar om denna sak!