Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Om
Kurdipedia Archivists
 Sök
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
 Sök efter
 
  
 
 Sök
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliotek
 
Skicka
   Avancerad sökning
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mer...
 Mer...
 
 
 
 Font Size


 
Om
Random objekt !
Användarvillkor
Kurdipedia Archivists
Din feedback
Användarsamlingar
Kurdipedia-ordbok 🆕
Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
Hjälp
 Mer
 kurdiska namn
 
Statistik
Artiklar
  595,719
Bilder
  125,786
Böcker
  22,278
Relaterade filer
  131,237
Video
  2,202
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,678
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,183
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,973
عربي - Arabic 
45,646
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,081
فارسی - Farsi 
16,960
English - English 
8,581
Türkçe - Turkish 
3,874
Deutsch - German 
2,048
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grupp
Svenska
Biografi 
19
Platser 
10
Partier och Organisationer 
2
Publikationer 
3
Bibliotek 
30
Artiklar 
12
Martyrs 
3
Dokument 
2
Kvinnors problem 
3
Filförrådet
MP3 
2,339
PDF 
35,019
MP4 
4,265
IMG 
239,596
∑   Totalt 
281,219
Innehållssökning
Baweriyên gelêrî li Rojava Bi mînakên herêma kobaniyê 2
Grupp: Artiklar
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Baweriyên gelêrî li Rojava Bi mînakên herêma kobaniyê 2
Artiklar

Baweriyên gelêrî li Rojava Bi mînakên herêma kobaniyê 2
Artiklar

=KTML_Bold=Baweriyên gelêrî li Rojava
Bi mînakên herêma kobaniyê=KTML_End=
=KTML_Underline=Emel Me'mo=KTML_End=
Beşê duyemîn
Hin baweriyên gelêrî:
Baweriyên ji ber sedemên olî:
1.Çênabe ku roja çarşemê ser û cilan bişon: Di kobaniyê de di her malekê de gava em behsa şûştina cil û seriyan dikin, çênabe ku di roja çarşemê de be, ku ev yek jî ji ber ku guneh e, bi kar tînin, ji ber vê jî em dikarin bibêjin ku belkî ev bawerî jî êzîdiyan hatiye girtin, ji ber ku êzîdî di baweriya wan de di roja çarşemê de cilan naşon, û jê bêhtir ji ber ku cejna wan di roja çeşemê de ye, ji ber vê jî dibêjin çarşema sor.
2. Dibêjin di cejna qurbanê de çênabe ku meriv biçe goristanê: Tenê di cejna qurbanê de çênabe sibehê biçin goristanê, ji ber ku dibêjin mirî di vê rojê de diçin hec. Helbet em dikarin bibêjin ku ev bawerî ji bandora dînî îslamê ye ji ber ku di ola îslamê de çûyîna goristanê di cejna qurbanê de guneh e.
3. Derxistina xwarinê şeva înê: Ew jî dîsa di îslamê de ye, dibêjin ku gereg e her kes xwarinê derxe, ji ber ku mirî di şeva înê de têne mala xwe.
3.Ji bo nezerê bixûrê şeva înê dişewitînin: Bixur ji bo ku di şeva înê de tê şewitandin ku ew jî ji bo rêlibergirtina nezerê. Li gor baweriyan ku çav amraza yekem e ji bo nezerê, ku ev bawerî ne tenê di nava civaka kurd de em dibînin, lê belê di nav gelek civakan de em rastî tên. Û bi rastî jî mirov gelekî baweriya xwe pê dikin, çûnkî di quranê de hatiye gotin li ser nezerê û bandora xwe li ser mirov . Em ji bîr nekin ku di nava civaka Kobaniyê de bi riya hilandina qurşînan li ser kesê ku hîs dikin ku nezerî bûye, rê li ber digirin .
Baweriyên ji ber sedemên tenduristî:
1.Bûka di çavan de: Ji bo bûkik zû baş bibe, xelk nexweşê xwe dibe ba jineke ku pismamê xwe xwestiye. Ew jinik porê xwe yan pêça xwe di bûkikê dide û dibêje: Ez kor bûm min pismamê xwe xwest, ma tu kor bûyî tu di vir de hatî?.
2.Kî beqan bikuje palûk di destên wî/wê de tên: Bêhtir ji bo zarokan tê gotin ku beqan nekujin. Ku em dibînin baweriyên gelêrî carinan rê li ber bûyerên nexweş digirin.
3.Dema ku jin zêristanî be: Çênabe jin dema ku zarî bûbe bi tena xwe bimîne ji ber ku dibêjin ku gora dê û zarok ta çil rojî li ser vekirî ye: Ji ber vê jî dibêjin divê ku jin an zarok bi tena serî xwe nemînin heta çil rojî.
4.Daxkirina zarokan ji bo tirs, girî û nezerê: Gelek caran dema ku zarok digirî an jî dema ku di xew de ditirse wî dibin gel şêxan ji bo ku wî dax bikin.
5.Ji bo zerikê heft heb sîr û gustîlkekê bi zarokên çilî de dikin: Ji xwe li gorî bijîşkan dema ku zarok dibin bi nezerê ne (bi erebî yereqan), ji ber vê jî dema ku dibînin rûyê zarok zer bûye, heft heb sîr û gustîlkeke zêr bi zarok de dikin.
6.Ji bo nefesê hinek xwê li ser wan de dişewitînin: Ku ev jî ji bo dûrxistina nefes û nezerê.
Baweriyên gelêrî ji bo dûrxistina qeza û belayan:
1.Binê pêyên zarokan nabe ku maç bikin: li gorî baweriyên gelêrî, heke mirov binê pêyên zarokan maçî bike, zarok nikare di kaş û hevrazan de diyar bikeven, dişemitin .
2.Lixwekirina kincan berevajî: Çênabe an jî em dikarin bibêjin dema ku mirovek bê haybûn kincan berevajî li xwe bike, dê axaftin bi xerabî li ser wî mirov bibe.
4.Çênabe ku mûçûnka xwe xwediyê malê bidin mêvanên xwe: Ji ber ku dibêjin çi pirsgirêkên wî mêvanî hebin derbasî xwediyê malê dibin.
5.Dema ku heyv dihat girtin, milet li teneke û defan dixist: Bêtir ev bawerî di demên berê de pê bawer dikirin û ji ber vê jî dema girtina heyvê çêdibû her kesî di mala xwe de li tenekan dixist, ku digotin ji bo ku hût heyvê nexwe.
6.Çêbûna erdhejê: Dema ku erdjeh çêdibû digotin ku erd li ser milê kesekî ye, ji ber vê dema ku erdê radike ser milê din erdhej çêdibe. Ev bawerî jî di demên berê de dihat gotin, ji ber vê jî niha di nav civaka me de tune ye .
7.Rûniştina mêvanan demeke dirêj: Mêhvanê ku li mala kesekî pir rûdine, ji bo ku zû biçe xwê dikin nav solên wî ji bo ku biçe .
8.Avêtina avê piştî ku yek diçe: Belkî ev bawerî di nav gelek civakan de heye, wek li ba tirakn, dema ku kesek di rêyeke dirêj de diçe avê li pey wî diavêjin ji bo ku bi silametî vegere.
9.Bûk û şikandina caman: Di şeva bûkaniyê de û dema ku dawet bi dawî dibe, berî ku bûk derbasî odeya xwe bibe, peyaleke tijî şekir dişkîne. Dibêjin ji bo ku destpêkek be ji bo jiyaneke xweş û xêr be.
10.Giriyê zarokan wek nîşana xerabiyê ye: Her çiqas ku zarok perî bin û weke kêfxweşiyekê bidin mirov, lê giriyê wan weke nîşana xwerabiyê di nav civaka me de tê destnîşankirin, ji ber vê jî dibêjin giriyê pir ê zarok serî mirovekî ji wê malê dixwe.
11.Kund li ser mala kesekî nîşana xerabiyê ye: Di nav gelek civakan kund weke nîşana xwerabiyê tê nîşandayîn, di nav civaka Kobaniyê de jî ev rastiyeke, ku divê mirov dema ku li ser mal an li ser darekê nêzî mal kund bibîne divê keviran biavêje.
Hin baweriyên ku ji ber sedemine din tê bikaranîn:
1.Nebarîna baranê: Dema ku hişkahî çêdibe û baran nabara û bi mebesta lava û dia ji xweda re ji bo ku baran bibare, zarok şûlikê dikin, ango komek ji zarok bi hev re li malan digerin û weke stran Şûlikê dikin .
2.Xurandina kefa destan: Di nav civaka Kobaniyê de hin îşaret û nîşan hene, eger ku bibe tê wateya ku dê tiştekî baş bibe. Ji wan jî xurandina kefa dest û birî tê wateya ku dê kesek bê mala wî kesî.
3.Vekirina deriyan di şeva înê de: Li gorî ku tê gotin di nava miletên Kobaniyê de divê deriyê malê di şeva înê de vekirî be ji ber ku dibêjin ku di şeva înê de mirî tên serdana mal û malbata xwe dikin.
4.Kosteka zarokan: Dema ku zarî dest bi meşê dike û ji bo ku her tim nekeve ji ber vê dezûyekî bi her du lingên zarok de girê didin û du kes tên wî dezûyî diqetînin û direvin. Ji wan her du kesan yê ku bi ser bikeve, elagek şîranî derdikeve.
Encam:
Di vê xebatê de hêviya me ew bû ku destên me bigihêjin baweriyên ku civaka kurd pê bawer dike ji berê û ta niha, bi taybet li herêma Kobaniyê. Nemaze ku piraniya wan baweriyan di navbera herêmên Rojavayê de hevbeş in. Ji ber vê sedemê me xwest ji Kobaniyê dest pê bikin.
Em dikarin bibêjin ku di dawiya vê xebatê de, em gihiştin van encamên li jêr ku ew jî ev in:
1.Baweriyên gelêrî ne tenê ramanine normal in, ku mirov pê bawer dike, lê belê ew bi domana demê re bûne wek zagon ku tevahî civak wan ber bi çav dike û li ser riya wan diçe.
2.Ew bawerî ne ji valahiyekê hatine, lê belê ya herî girîng ew e, ku ji ber sedmine cihêreng hatine, ku ew jî ji sedemên olî, tendûristî, dûrxistina belayan û heta cezakirinê ne.
3.Mirov dikare bibîne ku hin ji wan baweriyan di nava civaka me de niha tune ne. Ku ew jî vedigere pêşketina dinyayê û pêşketina mejiyê mirovan e. ku ev bi tevahî ji me re pirseke wiha di mejiyê me de derdixe ku ew jî gelo ev baweriyên di nav civaka me de hene ew jî dê wisa winda bibin piştî çend salên din an na?
Di dawiyê de em bi hêvî ne ku ev lêkolîn zinarê destpêkê be ji bo ku lêkolîn hîn bêhtir di vî warî de bê kirin.
Korpûs:
• Arif Hiso, mamosteyê zargotin di zanîngeha Kobaniyê de, temen 65 salî.
• Xelîl Ehmed, temen 50 salî
• Mihemed Mehmûd, temen 65 salî.
• Cemîle Hemo, temen 45 salî.
Çavkanî:
• Oner, Nîhat, Ji binbîra kurdan baweriyên gelêrî(2019), Wardoz.
• Hemû hejmarên folklore me.
• Pertev, Remezan, Edebiyata kurdî ya gelêrî (2015), stembol:avesta
• Pertev Remezan, Semînerên folklora kurdî, Zanîngeha Kobaniyê,2022
• Keydanî Eşref, Korsa çanda devkî û berhevkariya berhemên folklorê (2020),Weqfa Mezeopotamyayê.
• Keskin Necat, Folklor û teoriyên folklorê, Zanîngeha Mardîn Artuklu
• Resul Şukrî, Rêya karê meydanî ya folklore kurdî (1997), Hewlêr
• Mewlode, Bekoş, Baweriyên gelêrî, Semînerên Zanîngeha Telmesan, Cezayir, 2020
• Heydo, Salih, Folklora kurdî gencîne ye, xwebûn.
https://xwebun1.org/folklora-kurdi-gencine-ye/
• Dr.pihl. Ebdilmecît Şêxo, Folklor çi ye û çi diçarîewîne?. Welatê me[1]

Denna post har skrivits in (Kurmancî) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 2,461 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !
HashTag
Länkade objekt: 8
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî
Publication date: 20-05-2023 (3 År)
Bok:
Dokumenttyp: Språk
Publication Type: Born-digital
Städer: Kubanê
universitet:
Technical Metadata
Upphovsrätten till denna punkt har utfärdats till Kurdipedia av objektets ägare !
Exclusive to Kurdipedia!
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( Evîn TeyfûrE.T. ) på 20-05-2023
Den här artikeln har granskats och släppts av ( Sara KamelaS.K.) på 20-05-2023
Denna post nyligen uppdaterats med ( Sara KamelaS.K. ) om : 20-05-2023
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 2,461 gånger
QR Code
  Nytt objekt
  Random objekt ! 
  Det är för kvinnor 
  
Mer

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.593 sekund(er)!