Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Om
Kurdipedia Archivists
 Sök
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
 Sök efter
 
  
 
 Sök
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Bibliotek
 
Skicka
   Avancerad sökning
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mer...
 Mer...
 
 
 
 Font Size


 
Om
Random objekt !
Användarvillkor
Kurdipedia Archivists
Din feedback
Användarsamlingar
Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
Hjälp
 Mer
 kurdiska namn
 
Statistik
Artiklar
  582,467
Bilder
  123,323
Böcker
  22,038
Relaterade filer
  124,591
Video
  2,187
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grupp
Svenska
Biografi 
19
Platser 
5
Partier och Organisationer 
2
Publikationer 
3
Bibliotek 
30
Artiklar 
12
Martyrs 
3
Dokument 
2
Kvinnors problem 
3
Filförrådet
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Totalt 
271,882
Innehållssökning
“Em her yek Li ber sêdarekê sekinîn…” - Ji bo bîranîna Şêx Seîdê kal
Grupp: Artiklar
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
“Em her yek Li ber sêdarekê sekinîn…” - Ji bo bîranîna Şêx Seîdê kal
Artiklar

“Em her yek Li ber sêdarekê sekinîn…” - Ji bo bîranîna Şêx Seîdê kal
Artiklar

#Çiya Mazî#
Gelî xwedîbaweriyên hêja, îşev mirovekî bi şaşik û kiras-fîstanê spî hat xewna min. Şaşika bi kumekî sipî ku li dora wî çefiyeke belek gerandî, ew kiribû wekî Xoceyê Xizir yê ku di xeyala min de her tim hebû. Li ser kirasê sipî jî êlegekî reş ku zincîra seeta wî pê de daleqandî, hebû. Hêzranê wî di destan de û carinan bi wî hêzranî xêtikên tewl bi tewl, wekî nexşeyê li erda nêvî ji qûma şetê Dîcle çêdikir.
Erê… li perê bexçeyê me yê li Hewselê, çîroka xwe ji min re digot wî merivê nûranî;
“Piştî ku serokê rêxistina me Xalit Begê Cibrî û Yusufê Ziya hatin girtin, ez bûm serokê serhildanekê di civîneke li cîhekî Dara Hênê… navê cîh nizanim, nayê bîra min; hema tu bibêjî li wî warî… li wî palî… li wî milî… li nava wê bestê. Piştî ku bûm Emîrul Mucahîddîn. Bi navê “Emîr’ul Mûcâhîdîn Mûhâmmed Sâîd Neqşebendî” min destmala xwe yî hinekirî xist destê xwe û ez rabûm li nava eşîr û cemeatan geriyam, min çû xwe avêt şêx û mişayixan. Min got ’Ma hûn nabêjin çi ji vî halê me re? Ev Kurdistan e, ne bostan e, ku kî bê û lê bidin lotikan, ev nabe, divê em tiştekî bikin, dînê me jî ji dest me çû.’ Xwedê ji te û wan razî be, gelek hatin hewara min. Heta hinekan nizanim ji kêfan, nizanim ji nezanî, nigên xwe radan û zimanê xwe jî dirêj kirin û bêyî haya me jê çêbibe dest bi serhildanê jî kirin. Gelek xeletiyên, eşîrtî û axatiyê em xistin zor û zahmetiyên mezin. Hema hema bi dahfdaneke ji neçarî em hatin heta ber Bircên Bedena Diyarbekir.
Ew roj 7’ê Adara 1925’an bû. Wê rojê heta sibehê me şer kir. Şervanên me ji kuçeya dawî vekişiyan. Bawer bike erê me Diyarbekir nestend û em vegeriyan lê belê bawer bike di orta Adarê de Kurdan Kurdistan giş sitendibû. Belê xwedê ji xayinan re û ji nezantiyê re nehêle, nezaniya fenî. Zanebûna ilmî hebû hinekî, lê a teknîkî na… ku hebûya me dikarîbû pêşiya qefleyên leşkerên ku dihatin ser me, bigirta. Gelek kesan bi hêsanî dikarîbû Stesyona Mêrdînê birûxanda û nehişta leşkerek jî ji wir derkeve. Lê me gelekan tenê bi mêraniya serê çiyan girtibû û ji wê mêraniya tazî bawer kiribû. Fen û teknîk nedihat bîra me wê demê. Siyaseta bêrehm jî nedihat bîra me. Yanî me negot emê bi fenû fûtên siyasetê bigirin, te digot qey em wekîlê xelîfê bûn, rehmê dilê me tije kiribû, me tahde li gêrîkê jî nedikir. Lê bawer bike dinya ne wisa bû, dinya giş bêrehm û li bendî fenan bûn. Haya gelekên hevalê me ji netewetiyê tunebû, kesî ji me azadî tahm nekiribû.
Me digot qey tenê pênc herf in A- Z- A- D- Î. Wateya wê, kûrbûn û mezinbûna wê neketibû hişê me qey. Ku me Kurdan gişan azadî tahm kiribûya me dê gişan ji bo serkeftinê tiştên mezin bikirana bawer bike. Alemên dinyayê ji bo berjewendiyên xwe gelek tişt dikirin, qey em hinekî kawik bûn, nizanim. Me jî zanîbû berjewendî, lê ya şexsî me zanîbû, ya netewî li dû dima. Gelekên ji me, ji eşîrên Kurdan, ji ahlên me, bi dewletê re êrişî me kirin. Gosilmeta mezin tu zanî çibû? Yê pêşî, yekî bi navê Mehmet Beg, ji eşîra me bû, ew bi xwe bi dewletê re bû. Ya duduyan û bobelat û sosretiya bi rûreşî jî çibû tu zanî? Binbaşî Kasim Begê hevlingê min xayintiyek pir mezin bi min re kir, ji xwe nayê gotin û di vekişandina me de wî û mufrezeyekê dora me girtin û ez girtim û teslîmî dewletê kirim, li ber çemekî. Hêjayî ku mirov serê xwe li dîwaran bixe ne wisa. (çend ricifên tenik li çavên wî yê bi xelqeya reş û bi kilê pêçayî peyde bû.
Erêêê… erê… Em çil û heft heb bûn… Erê çil û heft… Em giş li Diyarbekir li ber Deriyê Çiyê… Sêdarên ku ji hewrên ber Çemê Dîjle çêkiribûn serast kirin… berî şeveqê bi fîstanên-kefenên spî û destên me li paş me girêdayî, li kêlekên me her yekî, du leşkerên bi cilên reşxuyayî, di ber kevirê Fîsê re em meşiyan. Berî ku em bigihêjin cihê sêdarê yê ji deriyê çiyê û berbi rojhilat bi 500 metreyî, meleyê sibehê bawer dikim ji minareya çarnig de dest bi azana şerîf kir. Yarebî çiqas xwesh dixwend ew azan, min qet nedixwest ew azan biqede. Min dixwest destê wî melayî, çavên wî meleyî maçî bikim. Min dixwest şaşika wî, xwêdana eniya wî bêhn bikim. Min her tişt ji bîr kiribû wê kêlîka azanê. Min digot qey aniha wê yek bangî min bike bibêje ’heydê nimêjê şêxê min’. Erê bangî min kiribû yekî, dema ku mela gotibû ’Heyalel Felah, Heyalel Felah’. Dengek… dengekî ku nehişt heta dawiyê dengê azanê jî bê me “haydê begler, şêxler, mişaîxler haydê selaya, haydê sehpaya’*. Mirin şêrîn bûbû wê kêlîkê bi min, bawer bike, ji ber wê peyva wî. Erê… ji ber wê yekê me lezand û bi mêranî em çûn ber sêdaran. Em her yek li ber sêdarekê sekinîn. Serê te ne êşînim û hema bi Kurtî bibêjim, berê me dan çem û em xeniqandin. Em wisa têk çûn… Erê em têk çûn lê guhdar bike çi dibêjim, nizanim te dîtiye qet, ’me navê xwe kola li bircên diyarbekir’ tu zanî. Niha li bin rexên birc û bedena Diyarbekir û deviyên Kurdistanê tije neviyên me ne.”
Dema ku peyva xwe qedand, destê xwe yî çepê li pişta min gerand û rabû ser xwe, bi dawa kirasê xwe yî sipî girt û berê xwe bi jor vekir, dengekî ku min fêm nekir ji qirrika wî derket û bi hewa ket. Li jor hinekî zîz bû û pê re jî berê xwe da aliyê rojava û di ser bircên Deriyê Çiyê re winda bû…
Ez pir tirsiyabûm û barînek bi min ketibû. Bi veciniqînekê şiyar bûm ku kes nebîne wê xofa min î mezin. Min xwêdan dabû û hê jî diricifîm. Rabûm û min bi lezgînî berê xwe da bircên Deriyê Çiyê. Çûm ser birca mezin û min berê xwe da rojava û zîvirîm başûr. Ji şênkahiya daran û şitlên hewrên Hewselê erd nexuyabû, heta ser Çemê Dîcleyê û dengê Meryemxan û strana wê ji rawestgeha dolmîşên Çewlikê bilind dibû;
De hêêê…
Wezê bi diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara
De wezê bi diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara
De bejna bavê Koroxlî bejna wî şîkan û şapikan çitara
De telxirafek vî bavê Koroxlî re vê sibê hatî çi nizara
Perîşanê bi sê denga li Perîxanê dikir gazî Digo,
xwakê porê serê min û te kur bê Derbek li bavê Koroxlî dane
Ay bi sê gulla li biniya ’Deriyê çiyê’ birîndar e
Ay de bavo, ay de bavo wî bavo, ay de bavo wî bavo…
*Heydê sêdarê.[1]

Denna post har skrivits in (Kurmancî) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 2,007 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !
HashTag
Länkade objekt: 18
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî
Publication date: 21-12-2015 (10 År)
Bok: Memoir
Dokumenttyp: Språk
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 91%
91%
Tillagt av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2023
Den här artikeln har granskats och släppts av ( زریان سەرچناری ) på 03-02-2023
Denna post nyligen uppdaterats med ( ئاراس حسۆ ) om : 03-02-2023
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 2,007 gånger
QR Code
  Nytt objekt
  Random objekt ! 
  Det är för kvinnor 
  
  Publikation 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.343 sekund(er)!