Ehmed Muxtar Beg ( 1896- 1935)
Edebyatnasên kurd Eladîn Secadî, Refîq Hilmî, Gîvî Mukrîyanî û Marûf Xeznedar der heqê Ehmed Muxtar de nivîsîne, ku ew mirovekî dilpak, xêrxwaz, camêr û maqûl bûye. Di bîst saliya xwe de dest bi nivîsandina helbest û çirokên kurdî kiriye. Sala 1922 an bûye qaymeqamê Helebê, sala 1924` an bûye nivînerê sazkirina dewleta Iraqê û heta sala 1935`an endamê civati hukumeta Iraqê bûye. Di sala 1935` an de li ser çemê Sêrvanê li çiyayê Neverê bi destê çend merivên xwefiroş hatiye kuştin.
Helbestên Ehmed Muxtar di kovar û rojnameyên kurdî de di kovara `` Zarê Kurmancî`` li Rewandizê, di rojnameyên Jîyan Jîyaneve û Jîn li Silêmaniyê, di rojname ``Kerkûkê`` û di kovara Gelawêj de hatine çapkirin. Dîwana Ehmed Muxtar du caran hatiye çapkirin, cara pêşîn li Silêmaniyê di sala 1960` an de, cara duyemîn li Hewlêrê di sala 1969 an de.[1]
Navdarên Kurdan( Kerem Sêrhatlî)
Bizim Büro Matbaacilik Ankara
Detta föremål är skrivet på (Kurmancî)-språket, klicka på ikon

för att öppna föremålet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna artikel har setts 2,222 gånger
Skriv din kommentar om denna sak!