Kurdipedia är den största flerspråkiga källan för kurdisk information!
Om Kurdipedia
Kurdipedias arkivarier
 Sökning
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
 Sök efter
 Utseende
  Mörkt läge
 Standardinställningar
 Sökning
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliotek
 
Skicka
   Avancerad sökning
Kontakt
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Mer...
 Mer...
 
 Mörkt läge
 Slide Bar
 Teckenstorlek


 Standardinställningar
Om Kurdipedia
Slumpmässigt föremål!
Användarvillkor
Kurdipedias arkivarier
Din feedback
Användarfavoriter
Kurdipedia Dictionary
Våra partners
Händelsernas kronologi
 Aktiviteter - Kurdipedia
Hjälp
 Mer
 Kurdiska namn
 Sök Klicka
Statistik
Artiklar
  600,882
Bilder
  126,657
Böcker
  22,397
Relaterade filer
  132,989
Video
  2,209
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,482
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,766
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,157
عربي - Arabic 
46,850
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,894
فارسی - Farsi 
17,491
English - English 
8,630
Türkçe - Turkish 
3,891
Deutsch - German 
2,068
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
368
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Grupp
Svenska
Biografi 
19
Platser 
10
Partier och organisationer 
2
Publikationer (tidskrifter, tidningar, webbplatser och media, etc.) 
3
Bibliotek 
30
Artiklar 
12
Martyrer 
3
Dokument 
2
Kvinnofrågor 
3
Arkiv
MP3 
2,753
PDF 
35,242
MP4 
4,322
IMG 
241,559
∑   Totalt 
283,876
Innehållssökning
Ebdurehmanê Axtepî
Grupp: Biografi
Kurdipedia har gjort information så enkel! Mer än en halv miljon poster i fickan tack vare dina mobiltelefoner!
Dela
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rankningsobjekt
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Fattigt
Dåligt
Lägg till bland mina favoriter
Skriv din kommentar om denna sak!
Föremålshistoria
Metadata
RSS
Sök på Google efter bilder relaterade till det valda föremålet!
Sök på Google efter en utvald vara!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ebdurehmanê Axtepî
Ebdurehmanê Axtepî
Şêx Ebdurehmanê Axtepî (jdb. 1850 #Çinar# - m. 29ê adar 1910, #Amed#) felsefevan, stêrnas û alimekî kurd yê sedsala 19an e.
Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 1850 li gundê Axtepe di şeva êvara înê de, roja 30ê meha rebî'ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1910, pêncê sibatê, yan 29ê adarê jî, li Amedê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Pirtûkeke wî heye bi navê Rewdneîm ku ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tîpguhaztin. Tê de qala wesfên Muhemmed pêxember û mîraca wî kiriye. Pirtûk mênzûm e, û 360 rûpel in. Pirtûk di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsan. Evdirehman texlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala kurmancî û kurmancan kiriye.
Kurdnas Aleksandr Jaba jî di pirtûka xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi zimanê fransî nivîsandine.

Jiyan
Şêx Ebdurehman despêka xwendina xwe, pêşî di xwendegeha bavê xwe de li gundê Axtepe û li nik bavê xwe kiriye. Pişt re çûye li #Başûrê Kurdistanê# di hin xwendegehan de xwendiye, heta ku xwendina xwe kuta kiriye. Piştî wefata bavê wî, ew bi şûnde hatiye Axtepeyê û li şûna li xwendegeha bavê xwe dersdarî kiriye. Heta ku birayê wî Şêx Muhemmed Can li Şamê xwendina xwe kuta kiriye û bi şênde vegeriyaye hatiye Axtepeyê.
Îcar pişt re Şêx Ebdurehman dersdanê spartiye birayê xwe û wî jî xwe daye ser nivîsandina pirtûkan, heta dawiya jiyana xwe, li wî karê pîroz domadiye.
Wefata wî jî Romî 16ê adara 1326an e. Ev tarîxa bi mîladî dibe 29ê adara 1910. Dema ku Şêxê bi navûdeng wefa kiriye, gelê kurd ê wefadar çardara wî li ser dest û milên xwe ji Amedê hilgirtiye û birine gundê Axtepeyê, wî li kêleka bavê wî Şêx Hesenê Nûranî veşartine.

Berhemên Ebdurehmanê Axtepî
Rewdneîm (Rawd Na'im)
Ev pirtûka bi navê Rewdneîm ya herî mezin e û xwerû bi zaravayê kurmancî ye. Tev rîwayetên kevnare ne ku bi helbestkî li ser jiyana Muhemmed Pêxember gotiye. Xasma tê de rewşa çûn û hatina Muhemmed Pêxember a Mî’racê beyan dike. Lê belê di nava wan helbestên olî de, Şêx hin car qelema xwe kiriye şûr û pê êrîş biriye ser tirk û ereb û farisan.
Ew nusxeya orijînal a Rewdneîmê ku Şêx Ebdurehmanê Axtepî bi destên xwe nivîsiye, kaxezên wê ji rengê kesk û sor û zer e. Nivîskarê vê pirtûkê, ew di 1965-66an de li ba Ebdurehmanê nebiyê wî dîtiye.

Dîwana Rûhî Ev pirtûka Şêx Ebdurehmanê Axtepî, bi navê Dîwana Rûhî hatiye naskirin. Çewa ku li pêş jî hatiye gotin, Rûhî bernavkê yan nasnavê Şêxê nemir e ku wî di helbestan de ji bo xwe bi kar aniye. Dîwan di sala 1293ê hicrî (1876) de hatiye nivîsandin. Bi tevayî 28 beş in û 471 malik in, tev bi kêş û qafiye ne û kiteyên wan bi jmar in. Her beşek li ser jmareke kifş bi kiteyan dikişe û hin malikên pêncok jî tê de hene.

Kitabu Keşfî'z-zelam (Kitab Kashf al-Zalam)
Ev pirtûk xwerûbi zimanê erebî ye û li ser fikra baweriyên cuda yên di ola Îslamê de hatiye nivîsandin. Pirtûk 35 rûpel e. Lê heta niha jî çap nebûye.

Kitabu'l-Ibriz (Kitab al-'Ibriz)
Şêx Ebdurehmanê Axtepî, vê pirtûkê jî bi zimanê erebî nivîsiye. Li ser eyişandin û îsbata Quranê ye ku pirtûkeke esmanî ye û ku ji aliyê Xwedê ve, ji Muhemmed pêxember re hatiye hinartin. Pirtûk 81 rûpel e û heta niha çap nebûye.

Minhacu'l-Usûl (Minhaj al-Wusul)
Şêx Ebdurehmanê Axtepî ev pitûk bi zimanê erebî li ser Fiqiha olî nivîsiye û 50 rûpel e

Stêrnasî
Ev pirtûk li ser stêrnasiyê hatiye nivîsandin û tevgera stêrk, hîv, roj û ya exteran şirove dike, herweha Şêx Ebdurehmanê Axtepî gutlek di rengê dinyayê de ji dara gûzê çêkiriye û li serê parzemînan jî daye nîşandan. Lê ev pirtûka Şêx rûpela pêşîn û ya paşîn herdû jî hate wendakirin ji ber wê yekê navê vê pirtûkê nayê zanîn.


Pirtûka Şêx Ebdurehmanê Axtepî û Gutlek ji bo stêrnasiyê
Teqwîma Romî
Ev salnameya ku Şêxê nemir nivîsiye, çaxê rojan xasma jî nivêjan bi roj, heftî, meh û sal daye xuyakirin. Pirtûk 18 rûpel e.

Kitabu's-Serf we'n-Nehw (Kitab al-Sarf wa'l-Nahw)
Ev pirtûka ku 50 rûpel e li ser rêziman û kêşana zimanê erebî û bi zimanê erebî hatiye nivîsandin.

Kitabu't-Tib (Kitab al-Tibb)
Ev pirtûk li ser nexweşiyan hatiye nivîsandin û Şêx Ebdurehmanê Axtepî kîjan derman ji bo kîjan nexweşiyê ye diyar kiriye.

Rîsale
Şêx Ebdurehmanê Axtepî vê berhemê di 1894an de wek rîsale ango name nivîsiye.

Mentiq
Şêxê nemir li ser mentiq û felsefê du cild nivîsîne û her yek 90 rûpel e.

Rabîte
Şêx Ebdurehmanê Axtepî li ser rabîteyê nivîsiye, delîl û rîwayet anîne ku li gor Mewlana Xalid çewa rêçik tê meşandin.

Rîsaletu'l-Edeb we'l-Adab
Pirtûk li ser prensîb û fezîleta kirina emel li gor rêçika neqşbendî nivîsiye. Pirtûk herwekî pirtûka destan e ku mirîdên rêçika neqşbendî bixwînin.
Têgotin ku Şêx Ebdurehmanê Axtepî çend berhemên din jî nivîsîne, lê niha ew li holê nayên xûyakirin, dibe ku ji aliyê leşkerên dewletê ve hatine şewitandin.

Sedemê nivisandinê
Helbestvan û nivîskarê nemir Şêx Ebdurehmanê Axtepî, sedemên herî girîng ku ev pirtûk nivîsîne, hin jê ev in ku li layêt welatparêzî bi hin helbestên xwe eşkera gotiye

Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner
Welê da li dunya bimînit eser
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
“Nehin Kurdî şa‘ir di misra‘ekê“
Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan hene
Ji ‘uşşaqê Turk û Ecem zêde ne
Binêrin li şi‘ran heçî zaniye
Çi terkîbekî serfê kurmancî ye
Ji kurmanciya xwe me anî nîzam
Mu‘ella û şêrîn û efseh kelam
Ji tenzîmê kurdî sual û cewab
Me bînane nezmê hezaran kîtab
Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn
Çiku kes nehin bêje min “aferîn“
Gelek caran jî Axtepî li ser vexwarina bade û meyê û herweha daketina meyxaneyê û li ser evîna xwe jî gotiye
Were ey qelem ser siyaqa ewil
Tu jî saqiya bîne cama çu gul
Ku seccade û xerqe û sebheyê
Bikim rehnê bade di meyxaneyê
Ev çend malikên li jêr, jêderkên ji Dîwana Şêx Ebdurehmanê Axtepî ne
Da çêbitin der dil tereb
Turk û Ecem, Rom û Ereb
Guh din bi qanûnê edeb
Ser ah û kovan û keser
Axtepî li ser evîna xwe di Dîwanê de jî weha gotiye
Ji dil daxwazê yarê
Qewî mexmûrê badê me
Murîdê saz û badê me
Bi îxlasê temennayê
...
Bi qurban bim ji bona çeşmê şehla qameta yekta
Di her wext û di her gavan di nîva sar û sermayê
...
Îd e, keyf û şahî ye nêv xas û amê xulxul e
Yek yekan aşiq li ser sorgul mîsalê bulbul e
...
Turk û Tacik û Qeçer ber milkê dil anîn hucûm
Pey bi pey, saet bi saet xaretê Kurdan dikin
Hezar salan di zîndan da bimînim
Di Çe'lan da, di nav mar û dipûşkan da bimînim
Li hevrazan berê aşan bikşînim
Li berwaran pezkoviyan biçêrînim
Zivistanan li ser avan bimînim
Ne ku carek yekî Ehmeq bibînim.[1]
Detta föremål är skrivet på (Kurmancî)-språket, klicka på ikon för att öppna föremålet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna artikel har setts 1,182 gånger
Skriv din kommentar om denna sak!
HashTag
Källor
[1] Webbplats | کوردیی ناوەڕاست | ku.wikipedia.org
Länkade objekt: 1
Grupp: Biografi
Artikelspråk: Kurmancî
Dödsdatum: 29-03-1910
Bostadsort: Kurdistan
Dödslandet: Norra Kurdistan
Dödsplats: Hasaka
Födelseort: Amed
Kön: Manlig
Levande?: Nej
Nation: Kurd
Språk - Dialekt: Kurdiska - Badini
Utbildning: Filosofi
Utbildningsnivå: Magisterexamen
Teknisk metadata
Föremålskvalitet: 99%
99%
Tillagd av ( Sara KamelaS.K.) på 04-11-2022
Denna artikel har granskats och släppts av ( Aras HisoA.H.) på 05-11-2022
Denna artikel uppdaterades nyligen av ( Aras HisoA.H.) på: 30-10-2025
Titel
Den här saken enligt Kurdipedias dollar är inte klar än!
Denna artikel har setts 1,182 gånger
QR Code
Bifogade filer - Version
Typ Version Redaktörens namn
Fotofil 1.0.169 KB 04-11-2022 سارا کامەلاس.ک.
Mer
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sidgenereringstid: 0.938 sekund(er)!
Vänligen vänta