Navê pirtûkê: MIŞEXTÎ
Navê Nivîskar: ADIL ZOZANÎ
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2009
Adil Zozanî, di romana Mişextî de di ser bûyerên ku qewimîne û hatine jiyandin re, têgiha ‘mişextî' û wateyên ku lê hatine barkirin dide ber pirsyaran. Lehengên sereke yên romanê hem bûyeran dijîn û hem jî çavdêr in. Mişextî, ew kes in; hem xeydaneke ku îhtîmal e ku di kêliyekê de li wan bibe lihevkirineke xurt, di navbera wan û warê wan de çêdibe, hem jî ji ber wan şertên dijwar û neligorîdil ku piştî cirîna bobelatekê pêk tên, bêgav in dev ji cî û warên xwe berdidin û koçber dibin - tevî ku ne bidil û daxwaz in jî-. Sacoya Mitirb, Mîrqasim Begê Botî, ‘mişextiyên' Helebçeyê û yên dî… Ew hem xeydanên nazdar in, hem jî koçberên begavmayî ne.
Em bi xwendina vê romanê car dî tê digihîjin ku, em kurd tim û tim di rewşa ‘li vî alî behr e, li vî alî çal e' de mane û hatine ber fetisînê û me bêhna ku ji bo jiyîna me divê jî, ji vê rewşa paradoksî peyde kiriye.[1]
Obs: PDF-filen för denna bok är inte tillgänglig, hjälp Kurdipedia att få tag på den! Skicka boken Detta föremål är skrivet på (Kurmancî)-språket, klicka på ikon

för att öppna föremålet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna artikel har setts 4,403 gånger
Skriv din kommentar om denna sak!