Bermal Çem (jdb. 17 hezîran 1982), hunermendeke kurd e ku li gundê Şêx Ûnîs yê Misirc hatiye dinê. Ew bi eslê xwe ji bajarê Êlihê ji navçeya Qubînê ye.
=KTML_Bold=Jinenîgarî=KTML_End=
Aliyên dayik Kurde û aliyê bavê wê Ermenîye. Di zarokatiya xwe de bi stran û dengên stranbêj/dengbêjan mezin bûye. Bingeha xwe yî hûnerê li bajarê Êlih ji navenda çanda Baharê stendiye.Di sala 2005an dest bi muzîkê kiriye. Stranên wé şoresgerî û civakîne. Ji hevalên xwe alîkarî, wêrekî girtiye, dest bi karê çandê kiriye. Strana yekem a bi navê “Lo çemo” diyarî canhoriyekî azadiyê kirîye.
Besteyên xwe bi xwe çêdike. Di sala 2017 de albûma xwe ya yekem a bi navê Evîna Çiya me, Albuma xwe ya duyem 2025a bi navê Lolan derdixe. Lolan albûmeke ku bi hevkarî û xebata kolektîv hatîye amadekirin.
2021 li Ewropayê
2021ê de gava ku diçe Ewropa nexweşîneke giran wê digire. Ji ber dûrketina welat, heval û bajarê xwe dikeve valahiyeke mezin. Paşî dîsa xwe bi şaxên strana digire berhemên nûh ava dike. Kitêba wê bi navê Çemê Stranan di sala 2023an de derketiye. Ev pirtuk ji 80 stranên Bermal Çem pêk tê. Her waha 8 stran ji bo zarokan çêkiriye. Huner li ser esasên afirandinê dîbîne bi vê armancê dinîvisîne, stranê xwe çêdike. Destnîşana xwe avêtiye bi dehan strana. Bermal Çem bi stranên xwe yên folklorî û modern jî hatiye naskirin. Ew di nav hunermendên nûjen ên kurd de ye û bi dengê xwe ya xweş û stranên xwe yên hêzdar, bi taybetî di nav ciwanên welatperwerde tê nasîn. Weke ku di reportajeke xwe de gotiye wê dengê xwe daye çiya. Di hunera xwe de kedkara hozan Mizgîn ji xwe re pivana herî mezin dibîne.
Dîskografî
=KTML_Bold=Albûm=KTML_End=
2017 Evîna Çiya Me
2025 Lolan
=KTML_Bold=Klip=KTML_End=
2009 Dengê Zap
2009 Lawê Rojê
2009 Arjînîm
2011 Şehîdên Sêdarê
2013 Lo Çemo
2021 Çavê Cudî
2021 Bajarê Newrozê
=KTML_Bold=Pirtûk=KTML_End=
2023 Çemê Stranan
Çavkanî
Kahramanım Mizgîn'di
Kliba Bermal Çem Ya Nu derket
Albuma Lolan.
Çemê Stranan Ber Bi Ku De Diherike
Savaşa Karşı birlik Zamanı.
Bermal Çem: Her şarkının hikayesi gerçek yaşam![1]