Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Over Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Zoek
 Verzenden
 Gereedschap
 Talen
 Mijn account
 Zoeken naar
 Verschijning
  Donkere modus
 Standaardinstellingen
 Zoek
 Verzenden
 Gereedschap
 Talen
 Mijn account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliotheek
 
Verzenden
   Geavanceerd zoeken
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Meer...
 Meer...
 
 Donkere modus
 Schuifbalk
 Font Size


 Standaardinstellingen
Over Kurdipedia
Willekeurig artikel!
Algemene voorwaarden
Kurdipedia Archivists
Uw mening
Mijn verzamelingen
Chronologie van de gebeurtenissen
 Activiteiten - Kurdipedia
Help
 Meer
 Koerdische namen
 Zoeken Klik
Statistiek
Artikelen
  585,777
Fotos
  124,281
Boeken
  22,112
Gerelateerde bestanden
  126,236
Video
  2,187
Taal
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Groep
Nederlands
Biografie 
9
Plaatsen 
1
Politieke partijen en orgaandonatie 
10
Publicaties 
2
Afbeelding en tekst 
2
Kunstwerken 
2
Bibliotheek 
45
Artikkelen 
26
Martelaren 
1
Bewijsstukken 
33
De bestandsopslagplaats
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Totaal 
274,453
Inhoud zoeken
​​​​​​​Hisên Osman: Qonaxa bê wê bibe qonaxa diyalogan û nêzîkbûna ji beyannameyê
Groep: Artikkelen
Elke foto zegt honderden woorden! Bescherm alstublieft onze historische foto's.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Warderen
Uitstekend
Heel goed
Gemiddeld
Armoedig
Slecht
Toevoegen aan mijn verzameling
Schrijf uw commentaar over dit item!
Aanpassingen
Metadata
RSS
Zoek in Google voor een afbeeldingen voor het geselecteerde item!
Zoek in Google voor het geselecteerde item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Hisên Osman: Qonaxa bê wê bibe qonaxa diyalogan û nêzîkbûna ji beyannameyê
Reportaj Summay

Hisên Osman anî ziman ku derketina dagirkeran û diyalogên navxweyî bingehê çareserkirina aloziya #Sûriye# yê ye û got: Em pêşbinî dikin ku qonaxa bê bibe qonaxa diyalogan û nêzîkbûna ji beyannameya Rêveberiya Xweser.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18'ê Nîsana borî de beyannameyeke çareseriyê ku ji 9 bendan pêk tê, derxist. Têkildarî beyannameyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman bersiva pirsên ANHA'yê dan.

Hevpeyvîn wiha ye:
Ji ber çi Rêveberiya Xweser ev beyanname derxist û armancên beyannameyê çi ne?
12 sal in aloziya Sûriyeyê dewam dike. Ji bo dîtina çareseriyê tu hewldan ji aliyê rêxistinan ve nehatin kirin.
Ji ber alozî û pirsgirêkên asêmayî yên ku di xeta çareseriya siyasî de derdikevin, em di Rêveberiya Xweser de me dît ku pêwîst e em li çareseriyê bigerin. Li ser vê yekê û ji bingehê rêgezên me yên nîştimanî û ji ber baweriya me ya bi Sûriyeya me û nasnameya me ya sûriyeyî, em dibînin ku divê çareserî sûriyeyî be, divê çareserî li ser masyaya Sûriyeyê pêk were û di bin sîwana Sûriyeyê de be. Her wiha divê diyalogên di navbera sûriyeyan de avakar bin da ku em ji vê aloziyê xilas bibin û dawî li êşa gelê Sûriyeyê were. Ji ber wijdan, mirovatî û nîştimaniyanperwerî û hîsê berpirsyariyê me ev beyanname derxist. Di vê beyannameyê de behsa çareseriyên qanih hatiye kirin û sedemên vê aloziyê hatine lêkolînkirin. Armanca me ew e ku bigihêjin çareseriyeke siyasî ji bo tevahî Sûriyeyê.

Di bendê yekemîn ê beyannameyê de we gotiye, hûn di çarçoveya çareserkirina aloziya Sûriyeyê de amade ne bi hikumeta Şamê re hevdîtin û diyalogan bikin. Heta niha Rêveberiya Xweser bi kê re peywendî daniye û ji bo pêkanîna van diyalogan çi gav avêtiye?
Deriyên Rêveberiya Xweser her timî ji diyalogan re vekirî ne. Gelek caran me ragihand ku derî li pêşiya tevahî sûiriyeyên bi çareseriya demokratîk a sûriyeyî bawer in, vekirî ye. Li ser vî bingehê bendê yekemîn behsa yekitiya xaka Sûriyeyê dike. Di vî bendî de tê gotin divê diyalog di navbera sûriyeyan de hebin. Helbet nîqaş hebûn. Heta niha jî derî li pêşiya diyalogan vekirî ye. Em di wê baweriyê de ne ku diyalog bingehê çareserkirina aloziyê ye. Diyalog berdewam in û dibe ku di pêşerojê de kûrtir bibin. Eger her kes yeqîn bike ku diyalog rêya yekane ya çareserkirina aloziya tevahî Sûriyeyê ye ev diyalog dê encamgir bin.
Em pêşbinî dikin ku pêvajoya bê pêvajoya diyalog û nêzîkbûna ji beyannameyê be. Em bi hêvî ne ku tevahî alî bi cidiyet nêzî beyannameya Rêveberiya Xweser bibin û beyannameyê wekî hêmaneke dirust a ji bo diyalogên nîştimanî û durist esas bigirin.

Gelo Rêveberiya Xweser amade ye bi tevahî aliyên sûriyeyî re diyalogan bike û gelo şert hene?
Diyalog ji her aloziyeke li welat re çareserî ye. Eger tu bi tevahî aliyan re diyalogan bikî, şert e tu xwedî îradeyeke azad û serbixwe bî, divê di radeya yekemîn de tu ne girêdayî aliyên derve bî û nebî çeteyek girêdayî aliyên din.
Divê diyalog di çarçoveya berjewndiyên nîştimanî de be û bi tevahiyan re pêk werin. Divê diyalog li ser vî esasî bin ku demokrasî rêya çareseriyê ye. Divê demokrasî hebe û bawerî bi hêz û îmkanên tevahî pêkhateyên gel hebin. Divê her kes bi vê yekê bawer be ku mafê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê yên bi hev re dijîn, heye ku siberoja xwe diyar bikin.

Em teqez dikin ku divê her kesên ku bi demokrasî, guhertina demokrasî ya durist bawer bin di van diyalog û hevdîtinan de hazir bin. Ji bilî xwediyên fikrên tundaw divê tu kes ji diyalogan neyê dûrxistin.
Helbet ne mûmkin e hevdîtin bi kesên ku bi çareseriya demokratîk a aştiyane li Sûriyeyê bawer nakin re pêk werin. Em dikarin bi her kesên xwediyên fikrên demokratîk û jiyana hevbeş re diyalogan bikin.

Di vê xalê bi taybet de hûn teqez dikin ku ji bilî diyalogên navxweyî tu çareserî tune ye?
Belê, her tim em dibêjin berjewendiyên deweletan li vir hene. Lê berjewendiyê gelê Sûriyeyê kanî, gelê Sûriyeyê çi dixwaze? Gelê Sûriyeyê îro roj ji ber şer û bandorên aborî û siyasî yên şer westiya ye. Divê çareserî bi rêya diyalogên sûriyeyî be û dûrî mudaxleyên derve be, ji ber ku dewlet berjewendiyên xwe mîsoger dikin û dixwazin armancên xwe pêk bînin. Dema ku sûriyayî ji girêdana bi derve re xilas bibin em dikarin li ser maseya diyalogan rûnên. Divê biryara me di destê me de be. Divê em gelê xwe ji van êş û azaran xilas bikin.

Di bendê duyemîn ê beyannameyê de tê gotin, çareserî di parastsina mafên rewa yên tevahî pêkhateyan (Ereb, Kurd, Suryan, Asûr..) û olên civaka Sûriyeyê de ye. Mirov çawa dikare vê çareseriyê pêk bîne?
Dema ku diyalog dest pê dikin, peymana civakî ya nû ya ku mafên pêkhateyan mîsoger dike tê nîqaşkirin. Divê peymana civakî anku destûra ku dê jinûve were sazkirin garantorê rasteqîn ê mafên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê be. Divê mafên pêkhateyan di destûrê de werin naskirin û mîsogerkirin.

Di bendê sêyemîn de Rêveberiya Xweser wekî modela çareseriyê ji bo Sûriyeyê tê destnîşankirin. Rêveberiya Xweser heta kijan astê dikare bibe zemîna çareseriyê? ya ku hiştiye ev proje cuda be, çi ye?
Eger em projeya Rêveberiya Xweser û projeyên din ên di hundirê xaka Sûriyeyê de bînin ber hev, em ê bibînin ku Rêveberiya Xweser karibû tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê bîne gel hev û wan hembêz bike. Ruxmî astengiyan, ruxmî şer û zextan Rêveberiya Xweser îsbat kir di çarçoveya cografiya xwe de û li gorî îmkanên xwe karekî baş dike.

Projeya Rêveberiya Xweser tovê çareseriya aloziya Sûriyeyê ye. Ev proje dikare sûriyeke nû ava bike û dikare ji aloziyê re bibe çareserî. Pirsgirêk çi ye eger em vê tovê esas bigirin û li Sûriyeyê pêk bînin. Dibe ku hinek şaştî hebin, lê dîsa jî Rêveberiya Xweser modela herî guncaw ku dikare ji aloziya Sûriyeyê re bibe çareserî. Rêveberiya Xweser bi sazî û karên xwe îsbat kir ku derfeteke baş e û dikare li tevahî herêmên din ên Sûriyeyê bibe nimune. Me hevgirtina civakê, girêdana tevahî pêkhateyan bi hev ve û kombûna wan a li derdora Rêveberiya Xweser dît, ev jî xaleke erênî ya rêveberiyê ye. Eger ev proje hêviyên gel bi cih neanîba, wê demê bi ser nediket.
Lê hin alî projeya Rêveberiya Xweser red dikin?
Her tim em dibînin ku hinek alî dixwazin wêneya Rêveberiya Xweser reş bikin. Em her tim û di tevahî boneyan de dibêjin em di radeya yekemîn de bi yekitiya xaka Sûriyeyê re ne. Em dibêjin ev proje ji bo tevahî sûriyeyan e. Di beyannameyê de me teqezî li ser mijara serwetan kir û me got ev serwet ji bo tevahî sûriyeyan e.
Siyaseteke sîstematîk a ragihandinê heye şerê vê projeyê dike. Her wiha hinek çete hene ji bo projeyên dewletên din wekî dewleta Tirk a dagirker dixebitin da ku Rêveberiya Xweser têk bibin û wêneya wê reş bikin.

Rêveberiya Xweser bûye aktorekî girîng di asta Sûriyeyê, her wiha rêya têkiliyan bi dewletên herêmî re jî vekirî ye. Serdan li welatên Ewropayê jî hene. Ev proje êdî hêdî hêdî ronahiyê dibîne. Em têgeha Rêveberiya Xweser şîrove dikin û belav dikin da ku her kes wê nas bike.
Mixabin, piraniya kesên ku şerê Rêveberiya Xweser dikin ji bo sedemên teng û ji bingehê fikrên tundaw şerê wê dikin. Dibe ku sedemên girêdayî îqtîdar an jî dîktatoriyê hebin. Mixabin evnan qebûl nakin bi aliyên din re rûnên û îtîafê bi yên din nakin.
Rêveberiya ji bo civakeke bê tundaw û bê teror dixebite, Rêveberiya Xweser mirovahî ji teror û fikrê tarî xilas kir.
Rêveberiya Xweser behsa mijara belavkirina serwet û çavkaniyên aborî bi awayekî adilane li tevahî herêmên Sûriyeyê kir. Pêşniyarên wê ji bo vê yekê çi ne?
Serwetên heyî ji bo tevahî sûriyeyan e. Ji bo mijara belavkirinê jî, ev yek dê piştî diyalogên di navbera sûriyeyan de pêk were û di destûr an jî peymana civakê de were mîsogerkirin. Helebet belavkirin wê bi awayekî adilane û li gorî derfetên heyî be, her ferdek wê para xwe ji van serwetan bigire. Divê ev yek jî di peymana civakî de were mîsogerkirin. Divê her kes bi vê yekê bawer be ku ev serwet milkê tevahî gelê Sûriyeyê ye û qezencên wê ji bo tevahî sûriyeyan be, nabe aliyek li ser hesabê aliyekî din were girtin.

Rêveberiya Xweser ragihand ku ew amade ye li gorî derfetên xwe pêşwaziya koçber û penaberan bike. Di demekê de ku sînor girtî ne wê çawa pêşwaziya wan bike? Eger vegera penaber û koçberan were erêkirin, gelo tu planên Rêveberiya Xweser ji bo vê yekê hene?
Ji ber erkên xwe yên mirovî, exlaqî û nîştimanî Rêveberiya Xweser her tim dibêje deriyên wê li pêşiya koçber û penaberan vekirî ne û dê li gorî derfetên xwe alîkariyan pêşkêşî wan bike. Lê hinek astengî hene. Astengiya herî girîng girtina deriyên sînor e. Em her tim bi rêxistsinên mirovî re di nava peywendiyan de ne da ku ji bo vekirina tevahî deriyên sînorî yên bi Rêveberiya Xweser re û ji bo rakirina dorpêça hatiye ferzkirin erkên xwe bi cih bînin.
Li ser vê yekê em bang li dewletên aktîf û rêxistinên navneteweyî dikin ku vê pirsgirêka asêmayî çareser bikin. Li gel bûyerên li Sûdan û Lubnanê rû didin û bandora van bûyeran li penaberên Sûriyeyê, em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku rola xwe ya mirovî bi awayekî baş pêk bînin û ji bo vekirina van deriyan li pêşiya penaber û koçberan bixebitin.

Rêveberiya Xweser bi beyannameya xwe teqeziyê li ser têkoşîna li dijî terorê dike. Di serî de DAIŞ'ê, ji bo ku tevahî cûreyên terorê bi temamî werin tunekirin, divê çi merc were peydakirin?
Piştî ku DAIŞ di aliyê leşkerî de hat têkbirin, pêwîstî heye ku civakeke dirust a bê fikrên tundraw were avakirin da ku istiqrar pêk were. Pêwîstiya me bi desteka civata navneteweyî heye da ku êrişên li ser herêmên me yên ku bandorê li hewldanên pêkanîna istiqrarê dikin, werin rawestandin.
Her tim êriş li ser herêmên Rêveberiya Xweser hene, ev êriş yek ji sedemên bê istiqrariyê ye, di heman demê de yek ji sedemên sereke ye ku dihêle fikrê tundraw vegere.
Gelek şane hene bi fermana dewleta Tirk a dagirker dixebitin da ku istiqrara herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin. Divê civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyê erkên xwe bi cih bînin û van êrişan rawestînin.
Li kêleka vê jî divê bi rêya ragihand û saziyên perwerdeyê ji bo hişyarkirina tevahî pêkhateyên Sûriyeyê kar werin kirin da ku em vî welatî û xwîna ku di rêya têkbirina rêxistina terorê li van herêman de hatiye herikandin, biparêzin.

Ji bo têkbirina DAIŞ'ê we behsa gelek gavan kir ku pêwîst e werin avêtin. Gelo Rêveberiya Xweser dikare di vê demê de û di vê rewşê de van gavan biavêje?
Helbet, em bi hemû hêza xwe û ligorî derfetên di dest me de li ser vê mijarê dixebitin. Divê em ji bîr nekin ku li kampa Holê hejmareke mezin a girtiyên xwediyên fikrên tundraw heye, evanan mîna bombeyeke çandî û fikrî ya eyarkirî li vî cihî ne. Gelo rola civaka navneteweyî û dewletên aktîf di çareserkirina vê pirsgirêkê de kanî! Dîsa jî divê em jî bîr nekin ku komeke zarok li vê hawirdorê mezin dibin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku erkên xwe bi rêk û pêk bi cih bînin. Pêwîstiya me bi desteka di vî warî de heye. Her wiha pêwîstiya me bi helwestên rasteqîn hene da ku istiqrar pêk were.

Di bendê 7'emîn ê beyannameyê de behsa dagirekriya dewleta Tirk a li xaka Sûriyeyê dike. Heta kijan astê dagirkerî bandorê li hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyeyê dike. Rêveberiya Xweser çawa nêzî vê dosyayê dibe?
Di demekê de ku dagirker qadeke berfireh a xaka Sûriyeyê kontrol kiriye, gelo yekitiya xaka Sûriyeyê wê çawa be. Destpêkê divê dagirker ji Sûriyeyê werin derxistin da ku benda yekemîn a beyannameyê pêk were. Derketina dagirkeran ji bo her çareseriyekê li Sûriyeyê şert e.
Li ser vî bingehî, em bang dikin ku divê tevahî dagirker ji xaka Sûriyeyê derkevin. Em teqez dikin ku ev dagirker ji bo xurtkirina rewşa parçebûnê li vir in. Divê gelê Sûriyeyê di wê qenahetê de be ku pêwîstiya aloziya Sûriyeyê bi diyalogan heye. Divê hemû sûriyeyên ku bi çareseriya demokratîk a aştiyane bawer in diyalogan pêk bînin, divê sûriyeyî pişta xwe bi tu aliyên derve xurt nekin, ji ber ku dagirker hewl didin armancên mêtingeriyê pêk bînin.

Rêveberiya Xweser bang li dewletên Ereban, Neteweyên Yekbûyî û hemû hêzên navneteweyî yên di kar û barên Sûriyeyê de aktîf in, dike ku roleke erênî ji bo dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyeyê re bibînin. Li gel hewldanên normalîzekirina dewletên Ereban bi hikumeta Şamê re û normalîzekirina bi Tirkiyeyê re, gelo Rêveberiya Xweser helwestên navneteweyî yên têkildarî Sûriyeyê çawa dinirxîne?
Em her tim bi hewldanên navneteweyî yên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyeyê re ne. Em li pêşiya tevgerên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyeyê nabin kelem. Lê divê tevahî hêzên siyasî yên nîştimanî yên li ser vê xakê beşdar bibin. Ji ber ku dûrxistina pêkhateyekî an hêzeke li ser erdê wê li pêşiya her çareseriyekê bibe asteng. Divê tevgerên dawîn ên li herêmê, pêşketina têkiliyan, her wiha hewldanên vê dawiyê yên normalîzekirinê xwedê armanc bin û çareseriyeke rasteqîn a bi destê sûriyayan pêk bîne.
Niha em hewl didin Rêveberiya Xweser li welatên Ereban bidin nasîn. Di siberojê de wê kenalên peywendiyê hebin ku Rêveberiya Xweser û projeya wê zelal bikin. Ji ber vê yekê em her nêzîkbûnekê ku berjewendiyên sûriyeyan mîsoger bike, pêşwazî dikin.

Rêveberiya Xweser ragihandiye ku ew amade ye hemû nêrîn û projeyên çareseriyê nîqaş bike û tevahî xebatên pêwîst ên ji bo lidarxistina diyalogên nîştimanî bi rêxistin bike. Ji bo pêkanîna vî bendî xebat li ser erdê tê kirin?
Helbet, Rêveberiya Xweser her tim ji bo pêkanîna diyalogan di navbera hemû aliyan de di nava hewldanan de ye. Lê em dibînin ku hinek alî li gorî vê mijarê tevnagerin, ji ber ku girêdayî ajnîdeyên derve. Diyalog bingehê çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Rêveberiya Xweser jî ev yek kir, Rêveberiya Xweser bi kesayetên opozîsyona demokratîk a nîştimanî re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtinên dûrî ragihandinê jî hene. Armanc ew e kongreyeke nîştimanî ya rasteqîn were lidarxistin.

Nameya we ya dawîn çi ye?
Em bang li tevahî sûriyeyên bi rûmet ên azad dikin û dibêjin ku Sûriye gihaşt pêvajoyeke gelekî xeternak a parçebûn û ketinê. Em bang li hemû aqilmendan ên ku bi nasnameya xwe ya sûriyayî bawer in dikin ku divê diyalog ji xwe re bikin bingeh. Qebûlkirina aliyên din bingehê fikirandina wan a bi berjewendiyên welat e.
Em bi hêvî ne ku kesên bi çareseriya siyasî bawer in, girîngiyê bidin beyannameya Rêveberiya Xweser, bendên wê baş bixwînin. Rêveberiya Xweser di pêşkêşkirina çareseriyên nîştimanî li pêş e. Em bi hêvî ne ku her kes guh bide vê beyannameyê.[1]

Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 427 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!
HashTag
Bronnen
[1] Website | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 27-04-2025
Gekoppelde items: 2
Groep: Artikkelen
Artikel taal: Kurmancî
Publication date: 04-06-2023 (3 Jaar)
Boek: Politiek
Boek: Onderzoek
Provincie: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Soort document: Originele taal
Technical Metadata
De kopijrecht van dit artikel is gegeven aan Kurdipedia door de eigenaar van het item!
Item Kwaliteit: 98%
98%
Toegevoegd door ( ئاراس حسۆ ) op 27-04-2025
Dit artikel is beoordeeld en uitgegeven door ( سارا کامەلا ) op 28-04-2025
Dit item is voor het laatst bijgewerkt door ( ئەڤین تەیفوور ) op: 12-12-2025
URL
Dit item is volgens Kurdipedia's Standaarden nog niet afgerond en verder moet het herzien/aangepast worden!
Dit item is 427 keer bekeken
QR Code
  Nieuwe item
  Willekeurig artikel! 
  Exclusief voor vrouwen 
  
  Publikatie 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contact | CSS3 | HTML5

| Pagina wordt gegenereerd in: 0.328 seconde(n)!