Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Over Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Zoek
 Verzenden
 Gereedschap
 Talen
 Mijn account
 Zoeken naar
 Verschijning
  Donkere modus
 Standaardinstellingen
 Zoek
 Verzenden
 Gereedschap
 Talen
 Mijn account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Bibliotheek
 
Verzenden
   Geavanceerd zoeken
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Meer...
 Meer...
 
 Donkere modus
 Schuifbalk
 Font Size


 Standaardinstellingen
Over Kurdipedia
Willekeurig artikel!
Algemene voorwaarden
Kurdipedia Archivists
Uw mening
Mijn verzamelingen
Chronologie van de gebeurtenissen
 Activiteiten - Kurdipedia
Help
 Meer
 Koerdische namen
 Zoeken Klik
Statistiek
Artikelen
  582,469
Fotos
  123,326
Boeken
  22,038
Gerelateerde bestanden
  124,594
Video
  2,187
Taal
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Groep
Nederlands
Biografie 
9
Plaatsen 
1
Politieke partijen en orgaandonatie 
10
Publicaties 
2
Afbeelding en tekst 
2
Kunstwerken 
2
Bibliotheek 
45
Artikkelen 
26
Martelaren 
1
Bewijsstukken 
33
De bestandsopslagplaats
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Totaal 
271,882
Inhoud zoeken
Divê xebatên siyasî bên xurtkirin
Groep: Artikkelen
Kurdipedia vrouwelijke collega's archiveren het lijden en de successen van Koerdische vrouwen in de hedendaagse database van hun land.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Warderen
Uitstekend
Heel goed
Gemiddeld
Armoedig
Slecht
Toevoegen aan mijn verzameling
Schrijf uw commentaar over dit item!
Aanpassingen
Metadata
RSS
Zoek in Google voor een afbeeldingen voor het geselecteerde item!
Zoek in Google voor het geselecteerde item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Divê xebatên #siyasî# bên xurtkirin
Zekî Bedran

Gelê Sûriyê di cîhana zehmetî û hejariyê de dijî. Dolar bê navber bilind dibe. Her ku Lîreyê Sûriyê nirx winda dike gel hejar dibe û zehmetî zêde dibin. Tam çerxek bêsûd tê jiyîn. Nayê zanîn dê ev zehmetî û perîşanî çiqas bidome û dê gel çawa henaseyekî bistîne. Rêveberiya B. Esad hilneweşiya, bi piştgiriya Îran û Rûsyayê li ser lingan ma. Sûriye tevlî Yekîtiya Ereb bû. Lê rewşa gel baş nebû. Li Sûriyê çareseriyek tune ye. Tu kes nikare bi serê xwe çareser bike. Berjewendî û hesabên hêzên li herêmê ji hev cuda ne. Hêzên herî bi bandor DYE, Rûsya, Îran û Tirkiye ne. Welatên Ereb, hêzên Ewropayê jî bi şêweyekî li herêmê hene.
Rûsya, Îran, Sûriye û DYE-Ewropa li dijî hev in. Tirkiye, Îran û hikumeta Şamê jî di eniyên dijber de ne. Tirkiye di heman demê de endamê NATO’yê ye û di eniya welatên rojavayî de ye. Heman Tirkiye ji ber dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan di gelek mijaran de bi Rûsyayê re hevkar e. Lê di mijara Idlibê û ji bo li Sûriyê bimîne pişta xwe dide DYE û hevkarên wê. Pêvajoya Astanayê tam li ser dijberiya Kurd û rêveberiya xweser hat avakirin. Yek ji mijara esasî ku beşdarvanên Astanayê li ser lihev kirin jî derketina DYE ji Sûriyê ye.
Tirkiye hewl dide hebûn û êrişên xwe yên li Sûriyê bispêre “têkoşîna li dijî terorê”. Ji ber nikare hincetek din derxe. Qesta wî ji rêxistinên terorê jî YPG-QSD ye. Hikumeta Tirk li herêmên ku dagir kiriye bi dehhezaran hêzên çekdar ava kiriye. Van hêzên hem ji bo şerkirina li dijî Kurdan hem jî şerkirina li dijî hikumeta Şamê diparêz e. Wan fînanse û perwerde dike. Bi giranî ev ji Sûriyan berhev kirine. Tirkiye hewl dide van weke muxalefeta Sûriyê bide nîşan. Lê tu nasnameya siyasî ya van hêzan nemaye. Bi tevahî di fermana polîtîkayên dewleta Tirk de ne. Tu bername û vînek van a ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyê tune ye.
Tirkiye hewl dide her hêza ku xwe li Sûriye û cîhanê bigihînê, di şerê xwe yê li dijî Kurdan û rêveberiya xweser de bikişîne gel xwe. Dixwaze Kurdan bi tenê bihêle û ji vê cîhanê tune bike. Ji ber ku armanca wî ya qirkirinê heye, hikumeta Şamê jî di nav de, ji herkesê re dibêje werin bibin hevkarên qirkirinê. Dewleta Tirk di dijminahiya li dijî Kurdan de, di serî de DAIŞ, El- Nûsra, Îsraîl, DYE, Îran, Rûsya, ji tevahî hêzên li cîhanê piştgiriyê dixwaze û hevkariyê dike. Ev hêzên em qala wan dikin, pirsgirêk û nakokiyên wan bi Tirkiyê re çi dibe bila bibe, li dijî Kurdan bazarê dikin û ji ber berjewendiyên xwe hevkariya Tirkiyê dikin. Ji bo hevkariya wan li dijî Kurdan tu berdêlên bidin tune ye.
Li Sûriyê yekane hêza ku gel esas digire û hewl dide demokrasiyê ava bike Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Sergûzeştek bibandor a van rêveberiyan çêbû. Xwedî projeyek demokratîk a bi hêz in. Azadiya jin û berjewendiyên tevahî beşên bindest ên civakê esas gire. Di destê rêveberiya xweser de çekek bi bandor a wek azadî û demokrasiyê heye. Lê ev çek ji bo tevahî Sûriyê weke tê xwestin nayê bikaranîn. Nagihe tevahî Sûriyê. Di van mijaran de paşketinek cidî û bi xwe re sînormayîn heye. Gel hatiye wê rewşê ku di nava hejarî û zextê de bifetise. Tevahî ragihandin di destê hikumetê de ye. Yên ku dengê gel bibihîse tune ye. Amûrek tune ye ku jin, hejar, ciwan û bindest dengê xwe pê bilind bikin. Rêveberiya xweser dikare bibe dengê tevahî Sûriyê, dikare xwe bîne rewşa navendî.
Hêza ragihandinê ya di destê rêveberiya xweser de ne kêm e. Pirsgirêk ew e ku beşê ronakbîr û entelektuel roja xwe nalîzin. Danehevek Sûriyê heye. Lê derdorên ronakbîr û siyasî belave ne. Piraniya wan derketine derveyî welat. Ew jî ne birêxistinkîr ne. Dikevin bin bandora welatên Ereb ên lê dimînin. Divê ji bo civakek Sûrî ya demokratîk û azad danehevên xwe bikar bînin û bibin yek. Pêwîste rêveberiya xweser di vî alî de jî bibe navend. Li şûna ku rewşenbîr xwe bispêrin welatên cuda, dikarin bên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Me dewlet û rêveberiyên li Sûriyê diyar kirin. Ev berjewendiyên gel esas nagirin. Di vê rewşê de kar dimîne ser milê ronakbîr û demokratên Sûriyê. Dema li hêzên heyî binêrin çareserî tune ye. Eger di çareseriyekî de lihev bikin jî, ev dê ne azadî û demokrasî be. Li welatên ku “Bihara Ereban” lê hatin jiyîn, niha rewş nebaş e. Desthilat û hevkarên wan şoreşa gelan ji xwe re dizîn. Gelo dê li Sûriyê destûr ji vê re bê dayîn? Evqas windahiyên canî, êş û rûxan, dê bi serweriya rejîma berê re rû bi rû bimîne? Di vî alî de pêwîste rêveberiya xweser, tevahî ronakbîr û demokratên ji Sûriyê bibin hevkar û ji bo çareseriyê giraniya xwe danin holê.[1]

Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 681 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!
HashTag
Bronnen
[1] Website | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 20-02-2025
Gekoppelde items: 35
Groep: Artikkelen
Artikel taal: Kurmancî
Publication date: 02-08-2023 (2 Jaar)
Boek: Politiek
Boek: Onderzoek
Provincie: Kurdistan
Provincie: Syrië
Publication Type: Born-digital
Soort document: Originele taal
Technical Metadata
De kopijrecht van dit artikel is gegeven aan Kurdipedia door de eigenaar van het item!
Item Kwaliteit: 99%
99%
Toegevoegd door ( ئاراس حسۆ ) op 20-02-2025
Dit artikel is beoordeeld en uitgegeven door ( سارا کامەلا ) op 20-02-2025
Dit item is voor het laatst bijgewerkt door ( سارا کامەلا ) op: 20-02-2025
URL
Dit item is volgens Kurdipedia's Standaarden nog niet afgerond en verder moet het herzien/aangepast worden!
Dit item is 681 keer bekeken
QR Code
  Nieuwe item
  Willekeurig artikel! 
  Exclusief voor vrouwen 
  
  Publikatie 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Pagina wordt gegenereerd in: 1.375 seconde(n)!