Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Over Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Zoek
 Verzenden
 Gereedschap
 Talen
 Mijn account
 Zoeken naar
 Verschijning
  Donkere modus
 Standaardinstellingen
 Zoek
 Verzenden
 Gereedschap
 Talen
 Mijn account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliotheek
 
Verzenden
   Geavanceerd zoeken
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Meer...
 Meer...
 
 Donkere modus
 Schuifbalk
 Font Size


 Standaardinstellingen
Over Kurdipedia
Willekeurig artikel!
Algemene voorwaarden
Kurdipedia Archivists
Uw mening
Mijn verzamelingen
Chronologie van de gebeurtenissen
 Activiteiten - Kurdipedia
Help
 Meer
 Koerdische namen
 Zoeken Klik
Statistiek
Artikelen
  585,336
Fotos
  124,191
Boeken
  22,101
Gerelateerde bestanden
  126,111
Video
  2,193
Taal
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Groep
Nederlands
Biografie 
9
Plaatsen 
1
Politieke partijen en orgaandonatie 
10
Publicaties 
2
Afbeelding en tekst 
2
Kunstwerken 
2
Bibliotheek 
45
Artikkelen 
26
Martelaren 
1
Bewijsstukken 
33
De bestandsopslagplaats
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Totaal 
274,435
Inhoud zoeken
“Azadî”ya Kurdistanê
Groep: Artikkelen
Dankzij Kurdipedia weet je; Wie is wie! Waar is waar! Wat is wat!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Warderen
Uitstekend
Heel goed
Gemiddeld
Armoedig
Slecht
Toevoegen aan mijn verzameling
Schrijf uw commentaar over dit item!
Aanpassingen
Metadata
RSS
Zoek in Google voor een afbeeldingen voor het geselecteerde item!
Zoek in Google voor het geselecteerde item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
XALID BEGÊ CIBRÎ
XALID BEGÊ CIBRÎ
=KTML_Bold=“Azadî”ya Kurdistanê=KTML_End=
REWŞAN DENIZ

Xalid Begê Cibrî damezrêner û serokê rêxistina Azadî bû. Bi awayekî rêxistinkirî û modern serê pêşî wî xebatên ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê bi rê ve birin. Wî cara ewilî weke xebateke rêxistinî Nûbara Piçûkan û Mem Zîn jî li xelkê belav kirin.
Dibêjin, 14´ê Nîsana 1925´an li Bedlîsê, beriya ku bê bi darvekirin, Xalid Begê Cibrî gotiye, “Li hemberî we ez ne bi tenê me. Li pişta min, li Mezopotamyayê miletê ezîm ê Kurd heye. Hûn îro min bi dar ve dikin, lê em hîç humanê jê nabin ku sibe neviyên me wê we tine bikin.”
Xalid Beg hingê ciwan bû, hîna 43 salî bû. Lê ew di heman demê de damezrêner û serokê Rêxistina “Azadî” bû. Ev lîderê Kurd ê destpêka sedsala 20´an li Gumguma Mûşê li nava eşîra Cibran sala 1882´yan hatibû dinê.
Ew hîna zû fikra neteweperweriya Kurd qebûl dike, di dema xwendekariya xwe ya heta 1902´yan de. Jixwe nivîs û gotinên wî jî vê yekê piştrast dikin. Tehsîn Sever* behsa nameya wî ya ji Simko Axa re dike; em bi awayê Tehsîm Sever parvekirî, berê xwe bidin nameya Xalid Begê:
“Komîteya Kurd tenê biryarên xwe beyan dike û hîç ne xwedîyê wê hizrê ye ku biryarên xwe li ser te ferz bike… Her wiha, plana Simko jî wek utopyayekê (xeyalekê) nedidît û dida xuyanîkirin ku dê piştgiriyê ji bo hemî hewldanên bo serxwebûna Kurdistanê bike...”
Texeyula Xalid Begê Cibrî ya Kurdistanê, welatekêî yekparçe bû. Xalid Beg difikirî ku heta ku Kurdistan azad bibe, li her parçeyê Kurdistanê berxwedan wê her li dar be. Ji ber wê hewldanan wî her ji bo yekîtiya di nava Kurdan de bû. Ew hewl dide rêxistinên Kurd ên ji hev cihê difikirin bîne cem hev. Sermeselê, ew Komîteya Kurd a li Stenbolê (Kurd Tealî Cemîyetî) û Komîteya Kurd a Erziromê (Azadî) digihîne hev.
=KTML_Bold=Ji malmezinan e=KTML_End=
Xalid Begê hema welê xweber nexwendibû. Ew kurê mezinê eşîra Cibran, Mehmûd Begê bû. Dayika wî jî meta Şêx Evdile Efendiyê Melekan (yanî xwişka Şêx Mehmûd) bû. Bi vî awayî ew mixaletiyê (pisxaltî) Şêx Seîd Efendî jî bû. Şex Seîd Efendî wekî din bi xwişka Xalid Begê Cibrî re zewicibû.
Ha bi vê paşxaneya hanê, Xalid Begê yek ji xwendekarên pêşîn ên Mekteba Eşîran a li Stenbolê ye. Ew li vê mektebê hînî zimanên Osmanî, Fransî, Erebî û Farisî fêr bû. Xalid Begê piştî ku Mekteba Eşîran temam kir, ew şandin Mekteba Herbîyeyê (Yildiz Mekteb-i Harbiye). Ew sala 1902´yan bi pileya “yaver yuzbaşi” (Serpêlê Alîkar) ji Herbîyeyê derçû.
=KTML_Bold=Endamê herî çeleng=KTML_End=
Di encama pîlana Ebdulêhemîd a mekteba eşîran de li şûna çêkirina “çimentoya Osmanîbûnê”, neteweperweriya Kurdan geş bû. Mîralay Xalid Begê Cibrî ji derçûyên vê mektebê yê Kurd ê herî navdar jî be, gelekên din di nava tevgera azadiya gelê Kurd de cihê xwe girt.
Ersal Yavi yek ji wan kesan e ku Xalid Begê Cibrî nas kiriye. Di kitêba xwe ya bi navê Kürdistan Ütopyasi (Utopyaya Kurdistanê) de wiha behsa naskirina Xalid Begê Cibrî dike:
“Salên xwendekarîya Xalid Begî yên li Stenbolê demeke wisan e ku xeyalên serxwebûna Kurdistanê her li dar in û ji her çar alîyan dengê şer bilind dibe.
Xalid Begî ligel pêşewayên ku doza serxwebûna Kurdistanê bo xwe kiribûn armanc pêwendîyên nepen danîbû û piştî sala 1914 van pêwendîyan gurrtir kiribû. Bo numûne, di nav rêxistina Kurd Tealî Cemîyetî de ku di pêşengîya Seyîd Evdilqadir de hatibû avakirin, ew ji endamên herî çeleng e.”**
=KTML_Bold=Di dema şerê cîhanê de=KTML_End=
Xalid Begê Cibrî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de li navçeya Gimgimê fermandarê Alaya Suwarî ya Cibrîyan bû. Ew piştre bû fermandarê tevahiya çekdarên eşîra Cibran. Ew nexasim di şerê “Pasînler” û “Çemê Zoro” de pirr wêrek e. Piştî Şoresa Bolşewîkan a sala 1917´an artêşa Rûs vekişiya, Xalid Beg jî vegeriya Gimgimê û dest bi xebata organîzekirina Kurdan kir. Hingê ew ligel Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê di nav pêwendîyê de bû û Mîralay Xalid Begê Cibrî li herêma Kop, Gimgim, Kela Xinûsê, Kanîreş, Boglan û Çewlîk tê de, berpirsîyarê navendî bûye.
=KTML_Bold=Pêşengê rêxistinî li Kurdistanê=KTML_End=
Ji endamên Kurdistan Tealî Cemîyetî yê hingê Dr. M. Nûrî Dêrsimî di Hatiratim (Bîranînên Min) de wiha behsa Xalid Begê dike:
Kurdistanê, li ser axa welatê xwe di bin pêşengiya qaremanê kurd Mîralay Xalid Begê Cibrî de dest bi danîna teşkîlatên ji bo Kurd û Kurdistanê kiribûn.
Yanî Xalid Begê Cibrî pêşengê xwebirêxistinkirina Cemîyetî Tealî ya Kurdistanê bûye li Kurdistanê.
=KTML_Bold=Gavên pêşî Kurdî ne=KTML_End=
Yek ji nivîskarên dîroka fermî ya dewleta Tirk M. Şerîf Firat, di kitêba xwe ya bi navê “Dogu Illeri ve Varto Tarihi (Dîroka Gimgimê û Bajarên Rojhilatê)” de behsa wê yekê dike ka ji bo Xalid Begê û xebatên wî Kurdî çiqasî girîng bûye:
“Mîralay Xalid Begê Cibrî û Mîralay Xalid Begê Hesenan ligel birayên xwe çek didin destê eşîrê, bi cil û bergên kurdewar li gundan digerin, Nûbara Piçûkan ku bi destê Xalid Begî bi zimanê kurdî hatiye nivîsîn, her wiha, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî li gundîyan belav dikin.”
Nûbara Piçûkan (Nûbara Biçûkan) a ku behsa wê tê kirin, û dîsa Aqîda Îmanê jî esas ji berhemên Ehmedê Xanî ne. Lê bi awayekî diyar e ku Xalid Begê ew zêde kirine û wan li xelkê Kurd belav dike.
Kemalîst nahêlin dev ji eskeriyê berde
Kemalîst li ber vê xebatê radibin û nahêlin Xalid Begê dev ji eskeriyê berde. Ew wî wezîfedar dikin da ku li Vacixê qonaxa hikûmetê bê avakirin. Yanî ew ji herêma Cibran derxistin û xwestin wî û Kurdên Elewî berdin hev.
Dr. Nûrî Dêrsimî wiha behsa bûyerê dike: “Eşîrên Vacixê, dema ku têgihiştin ew hatine xapandin, êriş birin ser herêmên Tirkan. Hikûmeta Tirk li hemberî vê yekê dest bi fen û fûtên din kir. Ji hêzên çekdar ên alaya eşîreta Kurd a di bin fermandariya Xalidê Cibrî de şandin wê herêmê.
… Tirkan ji vê rewşê îstîfade kir û li Vacixê bi saya vî fermandarê Kurd qeymaqa miya Tirk dan avakirin.”
Li aliyê din, Mustefa Kemalî ew ji bo Kongreya Erziromê vexwendiye û Xalid Begê ev yek red kiriye. Ji bilî vê jî Xalid Begê kemalîst gelekî aciz kirine. M. Şerîf Fitar wiha behsa vê rewşê dike: “Dema ku muteserrifê Mûşê û Nazim Beg vedigeriyan Erziromê, keyayên Xormekî û Lolaniyan mezbeteyên xwe dan artêşê, Xalidê Cibrî jî dixwest li hemberî hikûmetê serhildanekê li dar xîne û ji bo îstîqlala kurd bixebite, ji ber ku eşîrên Xormek û Lolan li dû wan neçûne wan êriş biriye ser wan…
Piştî vê bûyerê… li ser hatiye mulahezekirin da ku Xalid Beg ji serokatiya eşîrê were dûrxistin û bo Erziromê bête şandin.”
Ev yek Tebaxa sala 1920´an diqewime. piştî vê Xalid Begê li Erziromê dest bi xwebirêxistinkirineke nû dike, nexasim jî dinava efserên Kurd ên ku pirranî ne. Navê rêxistina nû jî Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) ye. Xebatên rêxistinê heta sala 1923´yan bi temamî veşartî ne. Bi qasî ku ji belgeyên bolşevîkan tê fehmkirin, Azadiyê bi tevgerên kurd ên li parçeyên din jî pêwendî daniye.
Piştî ku sala 1923´yan Peymana Lozanê tê îmzekirin êdî Azadî dest bi organîzekirina giştî dike: Ew li 23 bajar û bajarokan şaxên xwe datîne.
=KTML_Bold=Girtina Xalid Begê=KTML_End=
Dawiya sala 1924´an, Mustafa Kemal diçe Erziromê. Xalid Beg ji bo şîvê li malekê ye û Mustafa Kemal jî li wire. Hingê Xalid Begê dibêje, ez dixwazim ji wezîfeya xwe ya eskerî îstîfa bikim. Gef li Xalid Begê tên xwarin. Li gorî Xalid Begê, dewlet dixwazê tevgera wan zû bifetisîne. Wî ber bi şaşiyan ve dixwazin bajon. Lê Xalid Begê ji Erziromê dernakeve û dizane derketina ji Erziromê, destpêkirina serîhildanê ye û serhildana di seqema zivistanê de jî bi ser nakeve. Armanc ew e ku heta biharê amadekarî bên kirin.
Firsenda Kemalîst li bendê 4´ê Îlona 1924´an derket holê. Efser û serbazên kurd ên li Alaya Pîyade ya Tumena 18´an a Qolorduya 7´an a bi fermanariya Îhsan Nûrî Paşa, serî hilda. Kemalîstan li Bidlîsê Dîwana Herbê danî û dest bi êrişan kir.
Xalid Beg 20´ê Kanûna 1924´an li Erziromê hate girtin û ew birin zindana Bedlîsê.
Xalid Begê û hevalên wî xweparastineke cidî ya siyasî li hemberî dadgehê kirin.
=KTML_Bold=Neviyên me wê we tine bikin=KTML_End=
Di 14´ê Nîsana 1925´an de damezrêner û serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî tevê mebûsê Bedlîsê Yûsif Zîya Begê û zavayê wî mulazimê yekem Alî Riza, zavayê wî yê din Faîq, û Mela Evdirehman li sûka Bedlîsê hatin bidarvekirin.
Li gorî Garo Sasunî, gotinên serokê rêxistina Azadîyê yên dawîn ev in:
“Li hemberî we ez ne bi tenê me. Li pişta min, li Mezopotamyayê miletê ezîm ê Kurd heye. Hûn îro min bi dar ve dikin, lê em hîç humanê jê nabin ku sibe neviyên me wê we tine bikin!”
=KTML_Bold=Weke dîplomatekî dixebitî=KTML_End=
Xalid Begê Cibrî ji bo doza Kurd weke dîplomatekî jî dixebite. Ew îmzeyan berheb dike da ku ji bo parastina mafên gelê Kurd bide Cemiyeta Miletan. Şerîf Firat wiha behsa van hewldanên wî dike:
“Xalidê Cibrî ku li ser vê hizirînê hewl dida xwe, di havîna sala 1920 de ligel Seyîd Evdilqadir ê serokê Cemîyeta Tealî ya Kurd ku li Stenbolê dima û Evdirehîmê Hekarya, her wiha, bi riya vana ligel Yusif Zîya ku li meclisê mebûsê Bitlîsê bû û bi hevalên wî re li hev kiribû. Ew di vê bawerîyê de bû ku dê mafên xwe bi wasitaya Yekîtîya Netewan bistînin. Xalid dê ji alîyekî ve amadekariyên xwe yên li rojhilatê temam bikira û hêzên xwe yên çekdar sazbûyî bihiştana, ji alîyê din ve dê hukûmeta mîllî îxfal bikira.
… Di vê navberê de Mîralay Xalid Begê Cibrî li herêmên Gimgim, Kop, Melezgir, Kela Xinûsê, Kanîres, Boglan û Çewlîkê ji serokeşîr û şex û mela û keyayên gundan mezbeteyên morkirî berhev dikirin û ji bo Cemîyeta Tealî ya Kurd dişandin. Ji wira jî, qaşo ji bo vî karî bo Mistefa Nemrûdî û Şerîfê Kurd ku li Yekîtîya Netewan dixebitîn, dihatine şandin.”
* Binihêre li https://www.saradistribution.com/xalidBegeCibri.htm
** Wergera Tehsîn Sever e. Ji ber girtinên mayî, heger bi rengekî din nehatibe diyarkirin, wergera Tehsîn Sever in.[1]

Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 3,215 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!
HashTag
Bronnen
Gekoppelde items: 39
Groep: Artikkelen
Artikel taal: Kurmancî
Publication date: 14-04-2023 (3 Jaar)
Provincie: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Soort document: Originele taal
Technical Metadata
Item Kwaliteit: 99%
99%
Toegevoegd door ( ئەڤین تەیفوور ) op 24-04-2023
Dit artikel is beoordeeld en uitgegeven door ( سارا کامەلا ) op 27-04-2023
Dit item is voor het laatst bijgewerkt door ( ئەڤین تەیفوور ) op: 31-10-2025
URL
Dit item is volgens Kurdipedia's Standaarden nog niet afgerond en verder moet het herzien/aangepast worden!
Dit item is 3,215 keer bekeken
QR Code
  Nieuwe item
  Willekeurig artikel! 
  Exclusief voor vrouwen 
  
  Publikatie 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contact | CSS3 | HTML5

| Pagina wordt gegenereerd in: 0.25 seconde(n)!