Weşanxaneya Aryen bi navê “Tazî” romaneke nû çap kir. Nivîskarê romanê Roger Sozdar e û romana wî ji 148 rûpelan pêk tê.
Weşanxaneya Aryen romana “Tazî” ya Roger Sozdar wiha dide nasîn: “Ez erdkolok im. Şikestiyên hestiyan baş dizanim. Kûrahiya çalan baş dizanim. Giraniya miriyan baş dizanim. Sariya axan baş dizanim. Ji xeynî min kes nikare bi pûte nêzîkî wî bibe. Ji xeynî min kes nikare xweliyê bi dilziravî ji ser wî bavêje. Ji xeynî min kes nikare laşê wî yê wendayî bibîne.
Ji bin lihêfê dertêm. Bi Îlyas re diaxivim. Şer dikim. Jê dixeyîdim. Hembêz dikim. Li wêneyên me yên daliqandî dinêrim. Di binê qolincên wî de wenda dibim. Dibim zarok. Dibim dergûş. Li min dibe sîber. Dibe dar. Dibe kok…[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 690 keer bekeken