Nav û Paşnav: Bunyamin Yildiz
Nasnav: Yilmaz Piling
Cihê Jidayikbûnê: #Amed#
Navê Dayik – Bav: Almast – Vezîr
Cih û Dîroka Şehadetê: #27-12-2021# / Garê
YILMAZ PILING
Hevrêyê me Yilmaz li navçeya Pasûr a Amedê di nava malbeteke welatparêz û girêdayî nirxên Kurdayetiyê ji dayîk dibe. Ji ber vê taybetmendiya malbatê, hevrêyê me Yilmaz jî wisa mezin dibe. Hevrê Yilmaz dibistana seretayî li gundê xwe yê ku lê ji dayîk dibe û mezin dibe, dixwîne û piştre derbasî Pasûrê dibe û li vir xwendina xwe didomîne. Hevrê Yilmaz her çend dizane ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya dibistanan ciwanên Kurd asîmîle bike û wan ji cewhera wan dûr bixe jî dixwaze bixwîne û bibe ewladekî layiqî gelê me. Ji ber ku hevrêyê me xwediyê vê hişmendiyê bû xweparastina ji polîtîkayên dewleta Tirk ên asîmîlasyonê esas girt. Hevrê Yilmaz piştre ji bo xwendina lîseyê derbasî navenda Amedê dibe û li vir yekem nakokiyên xwe dijî. Her çend haya hevrêyê me ji rastiya dewleta Tirk hebe jî li Amedê bi awayekî zelaltir rastiya dijmin dibîne. Li hemberî êrîşên li ser daxwazên gelê me yên herî rewa jî gelekî hêrs dibe. Hevrê Yilmaz roj bi roj rûyê dijmin ê komkujiyê baştir dibîne û gihîşt wê hizrê ku weke ciwanekî Kurd divê erk berpirsiyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Hevrê Yilmaz girêdayî vê yekê dest bi lêgerînan dike û weke pêngava yekem di nava çalakiyên ciwanên welatparêz de cih digire û tevlî têkoşîna birêxistinkirî dibe. Hevrê Yilmaz bi vî awayî derfeta têkoşîna me ya azadiyê ya ji nêz ve bi dest dixe û roj bi roj tempoya xwe ya têkoşînê bilindtir dike. Hevrêyê me bi taybetî jî bi qasî ku rastiya Rêber Apo nas dike coşa xwe ya têkoşînê zêdetir dike û di xebatên xwe de digihîje pozîsyona pêşengbûnê. Hevrê Yilmaz di birêxistinkirin, zanedarkirin û tevlîbûna nava refên gerîlayan a gelek ciwanan de xwediyê kedeke mezin e û erkên xwe yên şoreşgeriyê bi awayekî serkeftî bi cih tîne. Hevrêyê me ji ber vê yekê dibe hedefa dijmin û carekê ji aliyê dijmin ve tê binçavkirin. Hevrêyê me li vir li hemberî dijmin sekneke şoreşgerî nîşan dide û bi tu awayî ji sekna xwe ya milîtanî tawîzê nade. Hevrê Yilmaz ji Şoreşa Azadiya Rojava a gelê me li gel dayîna bedêlên mezin pêk tîne, bandor dibe û ji ber vê yekê dixwaze têkoşîna xwe mezintir bike û ji hêviya gelê me ya azadiyê re bibe bersiv. Hevrêyê me Yilmaz dikeve nava lêgerînên bi vî rengî û berovajî gotinên derewîn ên dijmin ên têkildarî aşitiyê, pê hesiya ku dijmin dixwaze li ser gelê me komkujiyan pêk bîne. Hevrêyê me Yilmaz li hemberî vê yekê weke ciwan û şoreşgerekî Kurd dizanî ku erka wî ya sereke xurtkirina parastina gelê me ye û gihîşt wê baweriyê ku wê ev yek jî bes bi rêya mezinkirina gerîlayan pêk were. Hevrê Yilmaz girêdayî vê yekê di dawiya sala 2013’yan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîlayan dibe û dibe şervanekî têkoşîna azadiyê yê tu caran têk naçe.
Hevrê Yilmaz piştî ku tevlî nava refên gerîlayan dibe yekem perwerdeya xwe li herêma Garê distîne û bi saya van perwerdeyan di nava demeke kurt de adapteyî jiyana çiya û gerîlayan dibe. Hevrêyê me ji hevrêtiya kûr a gerîlayan û jiyana komunal bandor dibe û dizanî ku ji bo ku bibe milîtanekî Apoyî yê serkeftî divê xwe di warên leşkerî û îdeolojîk de pêş bixe. Hevrê Yilmaz bi vê hişmendiya xwe tevlî perwerdeyan dibe û hemû dersên distîne, dike taybetmendiyên kesayeta xwe û ji bo ku wan di pratîkê de nîşan bide hewl û kedeke mezin nîşan dide. Hevrêyê me ji ber van yekan di kesayeta xwe de guherînên mezin pêk tîne û bi saya vê sekna xwe ji hevrêyên xwe yên li gel wan perwerdeyê distîne re dibe mînak. Hevrê Yilmaz bi eleqeyeke mezinli nêzî perwerdeyên leşkerî dibe û dixwaze demildest weke şervanekî bihêz bi awayê herî bihêz bersivê bide êrîşên li ser hebûna gelê me. Hevrêyê me Yilmaz bi vê hişmendiyê li nêzî hunera şerê gerîlayan dibe û di nava demeke kurt de tecrûbetên têkoşîna me bi dest dixe û xwe gelekî pêş dixe. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de tevlîbûneke çalak û bicoş nîşan dide û dibe milîtanekî Apoyî yê ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin û jêre rêz tê girtin.
Hevrêyê me Yilmaz piştî ku perwerdeyên xwe bi awayekî serkeftî temam dike dubare li herêma Garê beşdarî xebatên pratîkê dibe û dibe xwediyê pratîkeke serkeftî. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de gelekîji Berxwedana Rêveberiya Xweser a li Bakurê Kurdistanê pêş dikeve, bandor dibe û di heman demê de ji ruhê şoreşgerî yê derdikeve holê hêzeke mezin distîne. Hevrê Yilmaz ji ber vê yekê difikire ku divê bi xwe jî têkoşîna xwe mezin bike û digihîje wê baweriyê ku wê bes bi vî awayî ji şehadetên pêk tên re bibe bersiv. Hevrê Yilmaz bi taybetî ji şehadetên di nava xizmên xwe yên nêz de bandor dibe û girêdayî vê yekê pêşniyar dike ku derbasî nava xebatên Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me di vê navbera de nameya hevrêya me Zîlan- Zeynep Kinaci dixwîne û ji nirxandin û ruhê fedai yê hevrêya me Zîlan gelekî bandor dibe. Ji ber vê yekê êdî biryarê dide ku jiyana xwe weke fedaiyekî bidomîne. Ji ber sekna xwe ya milîtanî û îdîaya xwe ya bihêz pêşniyara hevrêyê me tê qebûlkirin û girêdayî vê yekê beşdarî perwerdeya dewreya sereke dibe. Hevrêyê me li vir di serî de ji hevrêyê me Şehîd Şervan Varto- Onder Aslan û gelek hevrêyên me yên hêja yên fedaî perwerdeyê distîne û bi saya van perwerdeyan dikare bibe milîtanekî Apoyî yê serkeftî. Hevrêyê me Yilmaz ji çalakiyên fedaiyane yên di sala 2016’an de ku bi taybetî jî weke sala fedaiyan tê zanîn û ji sekna hevrêyên xwe yên ev çalakî pêk anîne bandor dibe, li ser kesayeta xwe veguherînên mezin pêk tîne û xwe bi temamî bexşî têkoşîna azadiyê dike.
Hevrêyê me Yilmaz piştre di bin sîwana Hêzên Taybet de di gelek xebatên cuda de cih digire û bi saya zanînên xwe yên teknîkî û jêhatîbûna xwe di mezinkirina têkoşîna me de dibe xwediyê kedeke mezin. Hevrêyê me sereketirîn rojev û pêşaniya xwe dike pêşxistina têkoşîna me ya bi berdewamî û bi lêgerîn û pêşniyarên xwe yên têkildarî vê yekê derdikeve pêş. Hevrê Yilmaz di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîlayan û gelê me ji bo ku şerî li bajarên Tirkiyeyê belav bike xwe kûr dike û li gel pêşniyarên xwe dikare hevrêyên xwe qanih bike. Hevrêyê me Yilmaz dixwaze dewleta Tirk hemû rastiya şerî bijî û hîs bike û digihîje wê baweriyêku wê bes bi vî awayî têkoşîna azadiyê ya gelê me serkeftinê bi dest bixe. Hevrê Yilmaz kûrbûnên xwe yên bi vî rengî didomîne û ji aliyekî din ve jî hemû erk û berpirsiyariyên xwebi awayekî serkeftî bi cih tîne. Hevrêyê me Yilmaz bi saya hevrêtiya xwe ya jidil û durist, kesayeta xwe ya fedakar, kedkar û mutewazî ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin û karî bibe milîtanekî Apoyî yê mînak. [1]