Amed, parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Serbajarê parêzgehê Amed e.
=KTML_Bold=Nav=KTML_End=
Navê xwe ji êla Bekirî (diyarê bekirî) girtiye).
=KTML_Bold=Binebeş=KTML_End=
Hejmara navçeyan: 18 navçe
Hejmara bajarokan: 32 bajarok
Hejmara gundan: 841 gund
=KTML_Bold=Dîrok=KTML_End=
Herêma Amedê ji bo bereket û çandin ji gelên din ve hatine dagir kirin û di vê rûpelê de ji dagirker û dagir kirina gelên din tê behs kirin. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Amedê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Amedê tê lêvkirin warê pêxemberên cihû, xiristiyan û misilman tê bîra mirovan.
=KTML_Bold=Asîmîlasyon û tirkkirin=KTML_End=
Ji bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[1], Amed di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[2] Bi vî havî Amed di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz, Diyarbekir, Erzîrom, Qers, Erzîngan, Îdir, Agirî, Xarpêt, Dêrsim û Bîngol di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.
=KTML_Bold=Navçe=KTML_End=
Bismil (Bismil), gelhe 151.769, pîvana erdê 1.748 km² ye û navçe 60 km li başûrê rojhilatê bajarê Amedê ye: Bismil, Tepabarawa, Sînan (navend: Salata Jorîn)
Çêrmûg (Çermik), gelhe 50.662, pîvana erdê 1.032 km² ye û li rojava yê bajarê Amedê ye e: Çêrmûg, Yogon (navend: Elos)
Çinar (Çınar), gelhe 55.957, pîvana erdê 1.952 km² ye û li başûrê bajarê Amedê ye: Çinar, Kîlvan
Erxenî (Ergani), gelhe 87.182 e, 1.489 km² ye û li ser rêya Elezîzê û Diyarbekirê ye: Erxenî, Gûran (navend: Pîra Ehmed)
Gêl, Êgil (Egil), gelhe 19.176 e: Gêl
Hênê (Hani), gelhe 28.459, pîvana erdê 415 km ye û li başûrê bajarê Amedê ye: Hênê
Hezro (Hazro)
Karaz (Kocaköy), gelhe 13.660 e: Karaz
Pasûr an Qulb (Kulp), gelhe 29.694 e: Pasûr, Cixsê an Ciqs, Axçesêr (navend: Mehmedikan), Bahemdan (navend: Şêxhemze)
Pîran (Dicle), gelhe 37.581, pîvana erdê 738 km² ye û navçe li bakûrê bajarê Amedê ye.: Pîran
Licê (Lice), gelhe 18.696 e, pîvana erdê 1.083 km² ye û li başûrê bajarê Amedê ye: Licê, Hezan
Farqîn (Silvan), gelhe 117.528 e, pîvana erdê 1.379 km² ye û navçe li rojhilatê bajarê Amedê ye. Bajar ciyekî kevn e û Kela Zembîlfiroş li vir e: Farqîn an Silîva, Paşnîq, Malabadî
Şankuş, Çinguş (Çüngüş), gelhe 14.589, pîvana erdê 489 km² ye û li başûrê bajarê Amedê ye: Çinguş
Navçeyên Bajarê Mezin
Bajarê Nû
Payas
Rezik
Sûr
Tevahiya gelhe herêmê 1.282.678 (1997) û 1.460.714 (2007)
=KTML_Bold=Erdnîgarî=KTML_End=
Çiyayên herêmê
Qerejdax (1.919 m), Pîreceman (2.010 m), Mîhrap (2.100 m), Adem (2.100 m), Lîs (2.220 m), Suplis (2.280 m), Koz (2.283 m), Qirdîlek (2.350 m), Berbihîv (2.593 m), Andok (2.830 m)
=KTML_Bold=Deştên herêmê=KTML_End=
Gewran (Erxenî, 15.000 hektar), Qerexan (nêzî Qerejdax, 10.000 hektar), Deşta Diyarbekirê (40.000 hektar), Kîka (navbera Çinar û Bismilê, 25.000 hektar), Behremkî (Bismil, 18.000 hektar) û ber û berê çemê Dîcle ve jî pir deştên biçûk hene.
=KTML_Bold=Çem û behr=KTML_End=
Çemê Dîcleyê, çemê herî mezin ê herêmê ye. Çemê Embarê, Batman (Qulp û Farqîn), Medya (Çêrmûg) û Kalxane (Erxenî) jî yên din yê herêmê ne. Li Diyarbekirê golên siruştî tune ne. Golên bendavan wek Devegeçîdî, Qereqeya, Qurtqeya, Ortavîran Goksu, Qralqîzî û Gozegol. Dîsa li Pasûrê, Çemê Sarumî, li Licê jî Çemê Şekiran hene.
=KTML_Bold=Dewlemendiyên bin erdê=KTML_End=
Hesin (asin), qirşûn, çînko, manganez, asbest, sifir, barît, fosfat, malzemên ji bo tuxla û kiremîdan, rijiya kevir û van salên dawiyê jî bi taybetî li hêla Farqîn û Bismilê damarên petrolê jî hatine dîtin, lê ev hîn nehatine bikaranîn.
=KTML_Bold=Babetên ajalan=KTML_End=
Ji bilî heywanên kedî li herêmê, sewalên wek hirç, çeqel, rûvî, kevroşk û babetên teyran jî, qertel, legleg, qijak, kevok, bilbil, yên herî pir in ku karin li herêmê peyde bibin.[1]