Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  582,321
Resim
  123,357
Kitap PDF
  22,032
İlgili Dosyalar
  124,490
Video
  2,187
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
396
Mekanlar 
73
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
9
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,235
Kısa tanım 
1,992
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hepsi bir arada 
271,560
İçerik arama
​​​​​​​Cewad El-Bêdanî: Divê Kurd û Ereb bibin yek
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia, günlük Kürdistan ve Kürtlerin tarihini yazıyor.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English1
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Cewad El-Bêdanî: Divê Kurd û Ereb bibin yek
Reportaj Summay
HEVPEYVÎN

Lêkolîner û dîroknasê Iraqî, Dr Cewad EL-Bêdanî, diyar kir ku #Erdogan# hewl dide Osmaniya Nû pêk bîne û bi rêya partî û hevkarên xwe destdirêjî li herêmê bike. Her wiha bang li gelê Kurd û Ereb kir li dijî siyasetên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin.
Tevî siyasetên dewleta Tirk ên dehên salan û hewldanên wê yên avakirina Osmaniya nû, gelek guman derbarê projeya wê ya nû de hene.
Erdogan li ser guhertina demografiya herêmên yên Sûriyê dixebite û li dijî herêmên din ên Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê êrişan pêk tîne.

Di vê der barê de bi lêkolîner û dîroknasê Iraqî Dr Cewad El-Bêdanî bersiva pirsên ANHA'yê dan.
Rastiya Osmaniya nû çi ye? Jêdera wê çi ye?
Osmanî di teoriya xwe de xwe dispêre teoriya Fethulah Gulen, avakirina dewleteke Îslamî li gor pîvanên stratejiya Rojava, piştre kontrolkirina cîhana Îslamî bi rêya bangên li ser esasê teoriya Sofî ye ku jêdera wê zanyarê Kurd ê bi nav Seîd El-Newresî ye. Ji ber wê di esas de ew teoriya Seîd El-Newresî ye. Eger em li pirtûkên wî vegerin em ê bibînin ku heman pêşniyarên Fethulah Gulen e.
Tu têkliya Seîd El-Newresî bi welatên Rojava re tuneye, lê welatên Rojava teoriya wî kirin jêder û di mejiyê Fethulah û hevkarên wî wekî Erdogan de çandin, da ku teroriyeke nû ava bikin ku li ser esasê hewandina Mislimanan bi rêya teoriya nû be an ku li ser esasê têkliyên bi welatên Ereb re be û rewşeke nû li herêmê li gor berjewendiyên Rojava were avakirin, da welatên Rojava di stratejiya xwe ya li Rojhilata Navîn de bi ser bikevin.
Sedema nakokiyan di nava alîgirên AKP'ê de û parçebûna wê, dûrketina Erdogan ji Fethulah Gulen û avakirina rêxistineke cuda ye. Ev rêxistina niha rêveberiya Tirkiyê dike.
Ew bi teoriya çaran a Eskender Dogen ve bi bandor bûne, tevî ew ji vê teoriyê cuda ne lê jêder jê girtine, ew jî li ser esasê Ewroasya mezin tê avakirin, ku bêjin her dewletek li ser esasê nirx û kevneşopî û adatên xwe yên şaristanî tê avakirin. Lê pêwîstî bi pêşxistina sîstema aborî û siyasî heye. Ev pêşketin divê li gor serdemê be û ji şaristaniya wî welatî bê destpêkirin, ne girînge bi şêwazê Lîberala Rojava be. Yanî ew li gor pêşxistin û nûkirina mîrateya şaristanî weke teorî ya ku Iskender Dogin gotiye. Lihevkirin di navbera wan û teoriya Iskender Dogin de heye.

Ew di vê çarçoveyê de li ser destê AKP dixwazin çi bikin?
Erdogan û teorîvanên siyaseta Tirkiyê li ser teoriya Fethulah Gulen û Teoriya Iskender Dogin li hev kirine û li gor stratejiyên Tirkiyê ew pêş xistine.
Tirkiyê dixwaze destwerdan di herêma Kendavê de bike û vegerîne weke berê. Helbet ev yek bi erêkirineke amerîkî pêk tê. Amerîka dixwaze li hember Rûsya û Çînê raweste û ew mijûlî gelek tiştan e, yekem parçekirina rolan li Ewropayê, ya din belavbûna Çînê li Afrîkayê, ya sêyem jî bûyerên li Rojhilata Navîn rû didin û redkirina operasyona lihevkirinê, Îran jî weke Çîn û Korya ye, ev hemû xalên tevliheviyê ne.
Ji ber wê Amerîka girîngî da hin dewletan wek Polenda, gelek derfet da wê li herêm, naverast û Rojhilatê Ewropayê, her wiha li Rojavayê Ewropayê girîngî rol da Brîtanyayê. Di heman demê de hewl dide alîkarî bide hin dewletan li Rojhilata Navîn weke Îsraîl, her wiha hêza welatên Ereb li hermê derdixe pêş.
Lê redkirinên li Rojhilata Navîn zêde ne û hiştine ku destek bidin Tirkiyê û karînên wê.
Niha dewleta Tirk xwe nêzîkî Iraqê dike. Me dît balyozê Tirkiyê li Iraqê bû xwedî destdirêjiyên mezin, têkliyên xwe bi welatên Kendavê re jî pêş xist.
Têkiliyên du alî bi Erebistana Siûdî, Îmarat û Kiwet û dewletên din re çêkir, têkliyên xwe bi Misir, Lîbya û Mexrib re jî pêşxist.

Stratejiya dewleta Tirk li ser vî esasî tê avakirin. Serokê dewleta Tirk bi rêya hevkar û partiyê girêdayî xwe destdirêjî li wan dewletan bike. Tevî ku hebûna wê ya leşkerî li Azerbeycan, bakurê Iraq, bakurê Sûriyê, Somal, Kenya, başûrê Yemenê û Qeterê heye, lê ev hebûn ne hêzeke ber bi çav e. Eger li Iraqê hêzeke leşkerî weke beriya 2003'ane heba dê artêşa Tirk di çend rojan de şikestiba. Lê ew rewşa Sûriyê û Iraqê nas dike, dizane çekên asîmanî di destê QSD'ê de tune, Amerîka jî her dem dixwaze pêwîstiya wan hêzan pê hebe.
Heger hewcedariya Amerîka bi hêzekê tune bûne destekê nade wê. Heman tişt ji bo Erebistana Siûdî û dewletên din ên wekî Amerîkayê derbasdar e. Ji ber wê stratejiya dewleta Tirk stratejiya Osmaniya ku xwe dispêre Fethulah Gulen û heta roja îro di şexsê Erdogan de heye.

Dewleta Tirk milyonek penaberên sûrî dersînorî herêmên Sûriyê yên ku şêniyên wê hatine koçberkirin, dike. Armanc ji vê yekê çi ye?
Tirkiyê hewl dide hedekî bi sînorê xwe yê Sûriyê re deyne û di vê vebijêrkê de bi israr e. Bi nêrîna min mercên navneteweyî û şerê Ukrayna û Rûsya hişt ku ev vebijêrk xurt bibe, nemaze ku faktorên hundirîn û rewşên aborî pêşî li vê digirin.
Armanca Tirkiyê avakirina dîwarekî mirovî yê parçekirinê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de ye û vê yekê bi rêya guhertineke demorafî ya mezin li xeta sînorî têk tîne ku alîgirên Tirkiyê yên çekdar û terorîst ên ku destê wan di rêjandina xwîna sûriyan de heye û neçar mane ku birevin Tirkiyê, lê bi cih bike. Piraniya wan kesan pir xwe dispêrin Tirkiyê, di esas de Tirkiyê dergûşa wan in.

Mîna ku dibêjin, serokê Tirkiyê xwest kevirekî li du çûkan bixe, li aliyekî ji wan kesan xilas bibe, ji ber ku zextên hundirîn ên li Tirkiyê hene û hilbijartin nêzî bûne. Civaka Tirk jî êdî ji wan penaberan teqiyane. Ji ber vê yekê civaka tirkî zextê li serokê Tirkiyê dike ku wan ji herêmê dûr bixîne, piştre hewl dide muxalefetê ya li hundirê Tirkiyê razî bike.
Her wiha dîwarekî di navbera xwe û navbera heger Hêzên Sûriya Demokratîk bin an jî rejîma Sûriyê be de ava dike û sînorê xwe yê başûr diparêze ku destekeke biçûk dide wan. Xala girîng hebûna van hêzan li herêmê û destekdyîna wan ji aliyê Tirkiyê ve dê pirsgirêk û fikran ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk û rejîma Sûriyê çêbike.
Aliyê din jî aborî ye, Tirkiyê dixwaze hin jêderên aborî dabîn dike. Em hemû dizanîn ku herêma Sûriyê sînorê xwe bi Tirkiyê re girt. Di encamê de binkeftineke aborî ji bo Tirkiyê ye. Ji ber vê yekê Tirkiyê hewl dide van koman bi cih bike, paşê herêmê bike herêmeke bazirganiyê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de û ji cîhanê re bêje ku ti têkiliya wî bi tiştên ku ji Sûriyeyê re têne şandin re tune. Di heman demê de wê aboriya van koman xurt bike û wê ji zexta aborî derxîne. Helbet wekî me gotî piraniya wan DAIŞ'î, rêxistinên terorîst in, lê ez nabêjim ku hemû ev ew in.

Bi rasthatina vê gavê re, Tirkiyê êrişî gerîla dike. Armanc ji van êrişan çi ne?
Di demekê de ku hêzên Tirk êrişên xwe li ser herêmên gerîla zêde kirine, hêzên Tirk hewl didin gerîla lawaz bikin. Lê dibînin ku ev yek pir zehmete pêk were. Ji ber ku ev hêz (gerîla) di şer de xwedî hêz in û beriya niha Tirkiyê şansê xwe bi van hêzan re ceriband, lê gelekî bi bin ket.

Ez nikarim bêjin ku hêzên Tirk û artêşa rejîma Tirk dikarin bi awayekî baş vî şerî bikin û hêzên Tirk tevî îmkan û defetên xwe yên baş ên leşkerî wê şikestinên mezin bibînin.
Ji ber vê yekê Tirkiyê niha hewl dide hin endamên alîgirên xwe perwerde bike da ku zextê li hêzên gerîla bike, paşê wan bi kar bîne û hewl bide hin herêmên stratejîk ên girîng jê bistîne.
Ev mijar jî ji bo tirkan zehmet e, ji ber ku ne li gorî îmkarên şer û perwerdeya wan a leşkerî û naskirina wan bi erdîngariya hermê û îmkanên şer e.

Xeteriya osmaniya nû li ser dewletên ereban û herêmê çi ye? Gelo bandora wan li ser cîhana ereban heye?
Belê bandoreke mezin dike, weke min got, bi rêya propagandaya ragihandinê ku dewleta Tirk li ser dehê kenalan pêk tîne, her wiha bi rêya kêmneteweya Tirkmen li wan welatan û veguherandina wan weke amûrek di destê Tirkiyê de, bi rêya rêzefilmên Tirkiyê ku mêrê Tirk weke leheng û leşkerê Tirk weke qehreman nîşan didin, di encam de dê ev nifş bi ragihandina Tirkiyê bi bandor bibe, dê bandora Tirkiyê ya çandê û aborî li ser civakan hebe û wê bi awayekî nerasterast herêmê kontrol bikin, heta ku bi rêya hin amûran ku me bi xwe çêkiriye, herêmê bi awayekî rasterast kontrol bike.

Girîngiya tîfaqa Ereb-Kurd li hemberî van siyasetan çi ye?
Her tim di panel û kongreyên ku ez tê de beşdar dibin, behsa tevakriya Ereb-Kurd dikin. Her tim dibêjin ku divê ev tevkarî ne di navbera pergel û herêman de be, lê belê divê di navbera gelan an ku gelên Kurd û Ereb de be. Mînak di hundirê Iraqê de Kurd û Ereb, an di hundirê Sûriyê de Kurd û Ereb hene. Divê tevgkarî di navbera navbera rewşenbîran de be. Divê ev tevakrî were xurtkirin. Divê zanebûnek hebe, divê em hewl bidin ku ji hişmendiya netewperest a ku tiştekî nade ne Ereb û ne jî Kurd xilas bibin.

Ev teorî bi bin ket û binkeftina xwe îsbat kir. Em nikarin kurdekî neçar bikin ku li herêmên erebî nasnameya xwe winda bike. Her wiha em nikarin erebekî li herêman kurdan neçar bikin ku nasnameya xwe winda bike. Divê em jiyana aştiyane û ewlehî ya di navbera xwe de bi rêya lidarxistina panelan li ser esasê zemîna gel û ne li ser esasê beşa rewşenbîrî biparêzin. Ji ber ku beşa rewşenbîrî bi pêkanîna armancên xwe yên bilind de binkeftina xwe îsbat kir.
Ji ber vê yekê divê li ser esasê zemîna gel be û vê zemînê hişyar bikin ku asta tevkariya di navbera Ereb û kurdan de girîng e, ji ber ku dijminekî hevbeş heye hewl dide herêmê bixe bin kontrola xwe û xêra wê desteser bike û dîroka wê bike ayidê xwe. Wekî niha em dibînin çawa mîrasa dîroka Iraqê bi fermana Tirkiyê hate wêrankirin, ji ber ku Tirkiyê bê dîrok e û dîroka wê diyarker e. Heger tu biçî Stenbolê tê bibînî ku tevahî dîroka bîzansan hilweşiya ye tenê Dêra Ayasofiya maye. Ji ber vê yekê ew kes hewl didin dîroka herêmê rakin û bikin ya xwe.
Li Bexdayê jî niha balyozê Tirk bi xwe herêma osmanî ava dike û pereyan ji bo wê xeç dike. Lê navendên Ebasiyan û avahiyên wê ji aliyê hikumeta Iraqê ve ne bi zanebûn tên paşguhkirin, piştre tê windakirin û Bexda dibe osmanî wekî ku ew dixwazin.[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 1,272 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 27-04-2025
Bağlantılı yazılar: 51
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 28-05-2022 (3 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Siyasi
İçerik Kategorisi: Araştırma
Özerk: Suriye
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Bu öğenin telif hakkı, öğenin sahibi tarafından Kurdipedia'ya verilmiştir!
Ürün Kalitesi: 98%
98%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 27-04-2025 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son ئەڤین تەیفوور tarafından 29-11-2025 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 1,272 defa görüntülendi
QR Code
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.25 saniye!