Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  585,336
Resim
  124,191
Kitap PDF
  22,101
İlgili Dosyalar
  126,111
Video
  2,193
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
399
Mekanlar 
76
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
9
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,238
Kısa tanım 
1,995
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Hepsi bir arada 
274,435
İçerik arama
Ev şoreşa we ye
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia Kürtçe bilgisi için en geniş çok dilli kaynaktır Kürdistan'ın her parçasında arşivcilerimiz ve çalışanlarımız var.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî
=KTML_Bold=Ev şoreşa we ye=KTML_End=
Mezlûm Ebdî di salvegera Şoreşa Rojava de bersiva pirsên me da: avakirina hêza eskerî û diyarkirina xeta siyasî bûn hêzên pêşeng ên geşedan û serketina Şoreşa 19´ê Tîrmehê.
GULCAN DERELÎ
Bi rasthatina salvegera Şoreşa 19´ê Tîrmehê ya 11´an, em bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re peyivîn. Ebdî birêxistinkirina gel û haziriya beriya 2011‘an weke esasê şoreşê bi nav kir. Ebdî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Tilebyedê (Girêspî) weke şaşîtiya herî mezin a hêzên siyasî û eskerî yên şoreşê bi nav kir. Wî malavahiya desteka Kurdên li Ewrûpayê kir û xwest ku ew desteka xwe dewam bikin, lewma şoreş dewam dike û şoreş a wan e jî.
Ji bo Şoreşa 19´ê Tîrmehê, di nava şerê navxweyî yê Sûrî de xisûsa diyarker çi bû, çi kir ku şoreş dest pê bike?
Rabihuriyeke dirêj a Şoreşa 19´ê Tîrmehê heye. Ev ne şoreşeke welê ye ku hema bi carekê bi krîza li Sûrî daye der. Ji sala 1980´yî ve tevgera me û gelê Kurd amadekariyeke mezin ji bo Şoreşa Rojava dikir û têdikoşiya. Gava ku krîza Sûrî dest pê kir amadekariyên me û xebatên me hebûn. Gelê me xwebirêxistinkirina xwe biribû serî. Sedema biserketina Şoreşa Rojava ya herî mezin ew bû ku beriya wê gelê me amadekariyên xwe kiribûn û xwe bi rêxistin kiribû.
Pêngava herî muhim ew bû ku hema piştî krîzê, me miletê xwe bi lez bi rêxistin kir û hêza xwe ya eskerî ava kir. Wê hêza YPG´ê bi derfetên xwe ava kir. Ya herî muhim jî ew bû ku li ser bingehekî rast, xeteke siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd û tevahiya gelên Sûriyê hat diyarkirin. Ez dikarim bibêjim, avakirina hêza eskerî û diyarkirina xeta siyasî bûn hêzên pêşeng ên geşedan û serketina Şoreşa 19´ê Tîrmehê.
=KTML_Bold=Xisûsên herî zêde ji bo we bûn zehmetî çi bûn?=KTML_End=
Gava krîza Sûriyê derkete holê, rewşeke pirr kaotîk li seranserê Sûriyê hebû. Destwerdana derve hebû. Li aliyekî rejîma Sûrî, li aliyê din hêzên li dijî rejîmê çêkirî hebûn. Helwêsta me li gorî berjewendiyên gelê Kurd û gelên din, xeteke cihê bû. Me rêya sêyem neqand û hewl da xeteke cihê çêkin. Ji bo qanihkirina Kurdan û gelên din me gelekî hewl da. Gava ku gelên me qaneh bûn û li ser xeta rêya sêyem bi rêxistin bûn, êdî serketina Şoreşa Rojava bivênevê bû.
=KTML_Underline=Ev serketin bi berdêlên giran bû. Bi kîjan perspektîfê hûn bi ser ketin?=KTML_End=
Aliyan şerekî gelekî hov û yeman dimeşand. Her du aliyan jî bi alîkariyên ji derve şerê bi rê ve dibir. Me bi xwe, bi hêza gelê xwe bi derfetên xwe hewl da rêya sêyem bi pêş bixin û li ser vî esasî gelê xwe biparêzin. Me perspektîfeke welê kir esas ku li ser bingehê azadkirina temamê gelên Sûriyê û parastina berjewendiyên wan ava bû. Li ser bingehê Projeya Civaka Demokratîk me siyaseta demokratîkkirinê ji xwe kir esas. Yanî bi xêra israra li ser rêya sêyem, Şoreşa Rojava bi ser ket.
=KTML_Bold=Çi kir ku dinya berê xwe bide Rojava?=KTML_End=
Sedem serketina di têkoşîna li dijî DAIŞ´ê ye. Nexasim jî berxwedana li Kobanê bû. Yanî berxwedana li Kobanê kir ku nihêrîna raya giştî ya dinyayê li Rojava biguhere. Dewletên deverê serê xwe li ber DAIŞ´ê tewandin, hêzên navneteweyî nikarîn şerê DAIŞ’ê bikin, di rewşeke wilo de bi hewleke mezin a gelê me û bi berdêlên giran, berxwedaneke mezin hat kirin. Vê têkoşîna gelê Kurd DAIŞ sekinand. Vê berxwedana Rojava feyz da hêzên demokratîk û cîhanê. Têkoşîna li Rojava nîşan da ku mirov dikare zora DAIŞ´ê bibe.
Yek ji sedeman jî rola ku di Şoreşa Rojava de jin pê rabûn bû. Rastiyek e ku rola jinên Kurd xwe da ber, kir ku her kes berê xwe bide Rojava, şoreş bi pêş bikeve û bê parastin.
=KTML_Bold=Di nava 11 salên bihurî de şaşîtî û kêmasiyên we yên sereke çi bûn?=KTML_End=
Hin ji nirxên Şoreşa Rojava me nekarî biparêzin. Efrîn, Tilebyed û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Ev şaşîtiyên me yên herî mezin bûn. Tevî ku di dagirkirina van deveran de rola komploya hêzên navneteweyî hebe jî, li vir şaşîtî û kêmasiyên me yên mezin çêbûn. Wekî din projeyeke Herêma Xweser a Demokratîk heye. Asta bipêşketina projeyê ne bi dilê me ye. Hêdî dimeşe. Em vê jî weke kêmasî dibînin û dixwazim bibêjim, lazim e ev kêmasî ji holê bê rakirin.
=KTML_Bold=Ji bo bi dawîkirina dagirkeriyê plansaziyeke we heye gelo?=KTML_End=
Rizgarkirina van deveran û li Herêma Xweser a Demokratîk zêdekirina wan, yek ji armancên me yên sereke ye. Armanca me ew e ku xelkê me yên sirgûnkirî vegere war û malên xwe. Stratejiya me li ser vî esasî ye. Plansaziyên me ji bo rizgarkirina wan hene. Helbet bi Tirkiyeyê re pirsgirêkeke me ya ji ber dagirkeriyê heye. Armanca Tirkiyeyê jî heye ku temamê Rojava dagir bike. Me van çar salên dawiyê bi tevahiya hêz û têkoşîna xwe hewl da vê dagirkeriyê bisekinînin. Di çar salên bihurî de me karî dagirkeriyê asteng bikin. Niha jî nexasim wext e ku Efrîn, Tilebyed û Serêkaniyê û deverên din bên rizgarkirin. Kurt û Kurmancî, pîlana dewleta Tirk a dagirkirina temamê Rojava bi ser neket, armanca me ya ji niha û pê ve bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk e..
=KTML_Bold=Pîlana dewleta Tirk niha çawa bûye, û hûn li dijî wê çi dikin?=KTML_End=
Em dibînin Erdogan ji bo ku wê nexşeya ku di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de nîşan da, bike rastî, hewl dide. Li gorî wê dîplomasiya xwe dewam dike. Lê rewşa Sûriyê ne wek a salên 2018 û 2019´an e. Wê hingê hin dever dagir kirin. Rewşa hêzên eskerî û siyasî li Sûriyê jî guherî. Îhtîmala pîlanên muzakereyên qirêj ên dagirkeriyê kêm bû. Tirkiye dizane, gava dagirkeriyê biavêje wê berdêla wê gelekî giran be.
Piştî dagirkerina Serêkaniye amadekariyên me yên mezin çêbûn, me deverên xwe yên lawaz xurt kirin. Tirkiye jî weke hêz bi paş dikeve. Ji ber wê îhtîmala dagirkeriyeke nû kêm e. Lê dîsa jî Tirkiye dikare hewldaneke dagirkeriyê bide destpêkirin. Lê ez vê bibêjim, ew ê nebe dagirkeriyeke weke wê plan kirî.
Gelek hêzên navneteweyî û herêmî li herêmê hene. Divê hunerekî çawa yê dîplomatîk ê Rojava hebe da ku encama dawî li gorî dilê we be?
Ji bo berjewendiya gelên me çi pêwîst be, em ê wê bikin. Em bi hêzên navneteweyî re li gorî berjewendiyên xwe peywendiyan datînin. Lê em xebatên xwe disipêrin hêza xwe. Li gorî berjewendiyên me, peywendiyên me yên bi temamê hêzên li herêmê re hene. Em li bendê ne ku hêzên navneteweyî ji bo ku aştiyeke mayînde nexasim jî li Bakur û Rojhilatê Sûrî çêbe, destekê bidin me. Em li bendê ne ku hêzên li Sûriyê navbeynkariyê bikin di navbera me û rejîma Sûrî de. Li ser vî esasî têkiliyên me yên dîplomatîk bi temamê hêzan re hene.
Êrişên Tirkiyeyê bi dronan û gefên dagirkeriyê jî dewam dikin. Hûnê modela xwe ya demokratîk çawa biparêzin û mezin bikin?
Li dijî êrişên Tirkiyeyê û karê wê yê istîxbaratê em tedbîran digirin. Em hewl didin rewşa xwe ya eskerî, îdarî, siyasî û civakî xurt bikin. Ji bo ku em êrişên dewleta Tirk û yên aliyên din pûç bikin, em hewl didin yekîtiya civakî, yekîtiya gelên Rojava xurt bikin. Ji bo ku êriş negihîjin armanca xwe em hewl didin yekîtiya xwe li nava xwe xurt bikin.
=KTML_Bold=Di warê muzakere û diyaloga bi Şamê re rewşa dawî çi ye? Hêviyên we çi ne?=KTML_End=
Heta niha ti gava darîçav nehatiye avêtin. Piştî hevdîtinên hevpar ên Tirkirye, Sûrî, Îran û Rûsyayê, rejîma Sûrî ji diyalogê dûrtir ket. Niyeta rejîma Sûrî nîne ku ji bo aştiyeke mayînde gavekê biavêje. Rejîmê vê dawiyê pişta xwe bi siyasetên Tirkiyeyê germ kiriye. Di dema li pêş de dîsa jî rejîm mecbûr e ji bo aştiye mayînde hevdîtinan û diyalogê bike. Ti rêyeke din li ber wê nîne.
=KTML_Bold=Ji bo çareseriyê gelo nexşerêyeke we heye?=KTML_End=
Yek rêya çareseriyê tenê heye ji bo Sûrî: Avakirina sîstemeke nû ji bo tevahiya Sûrî li gorî berjewendiyên gelan û li ser esasê pîvanên demokratîk. Ji bilî vê, ti çareserî ne mayînde ye. Yanî rêya sêyem a ku em heta niha bi pêş dixin, ji bo Sûriyê hemûyî çareseriya mayînde ye. Projeya Xweseriya Demokratîk dikare li seranserê Sûrî pêk bê anîn. Ji ber wê em diyaloga bi temamê hêzên Sûrî re hewl didin bi pêş bixin. Projeyeke me ya ji bo demokratîkkirina Sûrî heye û em pêşkêşî aliyan hemûyan kir.
Ji bo siberojê, ji bo parastina destketiyên Kurdan divê çi bê kirin? Perspektîfa we çi ye?
Yekîtiya Kurdan ne meseleyeke konjukturel e. Ew divê timî pêk bê anîn. Ew di rewşeke stratejîk û rewşeke welê de ye ku siberoja gelê Kurd diyar bike. Ji bo yekîtiya Kurdan gelek xebat hatin meşandin, vê dawiyê ev xebat sekinîbûn. Me jî hewl da da ku diyalog di navbera aliyên Kurd bi pêş bikeve. Ji bo civandina Kongreya Neteweyî jî me hewl da.
Herçî Rojava ye, xebatên ji bo yekîtiyê bi pêşengiya QSD´ê heta bi deverekê hatin, lê qut bûn. Ji bo ku diyalog bi pêş bikeve hewldaneke me heye. Ji bo ku di siberoja Sûrî de xwedî gotin bin, ji bo me girîng e ku tevahiya hêzên Kurd li gorî hêza xwe tevlî vêî yekîtiyê bibin. Bi hizra me ji bo ku em bigihîjin armancên xwe yekîtî şert e.
Ji bo serketina şoreşê nexasim jî Kurdên li Ewrûpayê û dostên wan desteke madî û manewî dan. Gelo bangeke we li Kurdên li Ewrûpayê heye?
Helbet xebat û hewldana Kurdên li Ewrûpayê jî ji bo Şoreşa 19´ê Tîrmehê muhim e. Xelkê me yê li Ewrûpa bi roleke baş rabû. Li ser vî esasî em xelkê xwe yê li Ewrûpayê silav dikin û em bi qedrê wan û alîkariya wan dizanin.
Şoreşa 19´ê Tîrmehê dewam dike. Destketiyên şoreşê hîna misoger nebûne. Ji ber wê yekê em dixwazin ku gelê me li Ewrûpayê hê jî bi rola xwe rabe, xwedî li şoreşê derkeve, em vê hêviyê jê dikin. Lewma Şoreşa 19´ê Tîrmehê, şoreşa temamê gelê Kurd e. Nirxên li vir derketine holê, nirxên me yên hevpar in.
* Ji ber alîkariya wê ya ji bo pêkhatina hevpeyvînê em malavahiya Arjîn Nûjîn dikin.[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,178 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://www.ozgurpolitika.com/ - 24-07-2023
Bağlantılı yazılar: 20
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 19-07-2023 (3 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Kürt Davası
Özerk: Rojava
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 97%
97%
Bu başlık ئەڤین تەیفوور tarafından 20-07-2023 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son ئەڤین تەیفوور tarafından 25-07-2023 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 2,178 defa görüntülendi
QR Code
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.219 saniye!