Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  585,482
Resim
  124,228
Kitap PDF
  22,105
İlgili Dosyalar
  126,130
Video
  2,187
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
399
Mekanlar 
76
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
9
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,238
Kısa tanım 
1,995
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hepsi bir arada 
274,453
İçerik arama
KOÇBERÎYA ÊZIDÎYAN METIRSÎYEKA MEZIN DERDIXE HOLÊ
Grup: Kısa tanım
Doğudan batıya, kuzeyden güneye ülkenin her köşesi... bir Kurdipedia kaynağı haline geliyor!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
KOÇBERÎYA ÊZIDÎYAN METIRSÎYEKA MEZIN DERDIXE HOLÊ
KOÇBERÎYA ÊZIDÎYAN METIRSÎYEKA MEZIN DERDIXE HOLÊ
KOÇBERÎYA ÊZIDÎYAN METIRSÎYEKA MEZIN DERDIXE HOLÊ
LEZGÎN YEQÛB
Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim
Operasyonên qirkirinê yên ji alîyê DAIŞ'ê ve li dij keleha êzidîyan a Çiyayê Şingalê di tebaxa 2014'an de hate destpêkirin, bi hezaran êzidî ji cih û warê xwe koç bûn. Di encama vê yekê da, gelekan ji wan hilbijart ku koçî welatên wekî Almanya, Swêd, Îngeltere, Awistralya, Kanada û Amerîkayê bikin.
Rapor destnîşan dikin ku 80 koçberên êzidî ber bi Ewropayê ve diçûn û ew çend rojan li giraveka çemê Maritzayê (di navbera Tirkîya û Yûnanistanê da) asê man, piştî belavkirina banga tengahîyê ku li ser medyaya civakî hatin weşandin, ji hêla rayedarên yûnan ve hatin rizgarkirin.
Xuya dike ku xizanî, bêaramî û bêkarî li pişt rêjeya bilind a koçberbûna xort û malbatên êzidî ji cih û warê xwe ne. Lê belê koça êzidîyan ji ya ku xuya dike gelek kûrtir e.
Wekî mînak, DAIŞê di sala 2014an da civaka êzidî ji kokê da tarûwar kir, piranîya êzidîyan li kampên ku li seranserê Herêma Kurdistana Iraqê belav bûne di şert û mercên nebaş da dijîn. Ev koçberîya zêde siberoja êzidîyan ên ku weke yek ji gelên herî kevn ên Mezopotamyayêtê dîtin, dixe talûkê. Êşa mezin ew e ku koçber mal û milkên xwe difroşin da ku lêçûnên koçberîyê peyda bikin, bi vî awayî pêkhateya demografîk, etnîkî û olî ya welatê kevin ê êzîdiyan tê guhartin.
=KTML_Bold=Êzidî, osmanî û herêm=KTML_End=
Êzdî hindikahîyeka etno-olî ya kurd e ku ew gelekî bi axa xwe ya dîrokî ve girêdayî ne bi hezaran sal li ser dijîn. Rewşa êzidîyan di erdnîgarîyeka nazik da ye ku ji alîyê hêzên kolonyalîst ve hatiye dîyarkirin û taybetmedîya wê çewisandin, zordestî û koçberî bû.
Û binpêkirineka eşkere ji erdê di navbera Sûrîya û Iraqê de xuya dike, keleha êzidîyan a li Çiyayê Şingalê têkildarî pêkhatina wê ya jîyolojîk û xelkên ku di destpêkê da lê bi cîh bûne, pirsên gelek balkêş derdixe holê. Di roja me ya îro da jî pêla koçberîyên vê dawîyê dê axa êzidîyan rastî gelek dijwarîyan were.
Çîyayê Şingalê ku ji alîyê erdnîgarî ve îzolekirî ye, cihekî berfireh di nav sînorên Tirkîya, Sûrîya û Iraqê da digire, û başûrê wê heta Dêra Zorê dirêj dibe, ev girîngîya stratejîk bi du alîyan şîrove dibe. Çiya ji alîyekî va her tim bûye penageh, di demên pevçûnan da ji bo êzidîyan parastin kiriye û ji alîyê din ve jî her tim bûye qada lihevnekirinê.
Kelûkortîya Çiyayê Şingalê, nêzîkbûna wê ya bi sînorê Tirkîyayê ra û peywendîya erdnîgarî ya rasterast bi Tileferê ra ku piranîya wê tirkumen in û cihê wê di nav deverên nakok ên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û hikûmeta navendî ya Iraqê da û îzolebûna wê, ew kir armanca hêzên herêmî û cîhanî.
Dema ku em vegerin dîrokê, qanûna Dewleta Osmanî di sala 1864an da wekî beşek ji pêvajoya nûkirinê ya ku ji hêla Sultan Abd El-Ezîz ve hat destpêkirin ku nêzî deh salan domand (di navbera 1869-1879) da hate ragihandin, bi vî awayî herêma Şingalê xiste nava sînorên Dêra Zorê yê ku nû hatibû avakirin, ku wê demê serbixwe û rasterast ji Îstenolê tevdigerîya.
Di sala 1879an da dema ku Mûsil wek herêmeka serbixwe ava bû, Şingal ji nû va girêdayî Mûsilê bû û heta dagîrkirina îngilîzan di sala 1919an da, yek ji navçeyên wê ma. Tevî ku êzidî (mîna dirzî û elewîyên li Sûrîyayê) di nava împaratorîyê da xwedîyê rengekî xweserîyê bûn, lê leşkerên osmanî carcaran karîbûn bi ser çîyayê êzidîyan da teqlebin û niştecihên wê tepeser bikin.
Di vê çarçoveyê da operasyona Hafiz Paşa ya sala 1837an û operasyona Omer Wehbî Paşa ya sala 1899an bû şahidê kiryarên hovane yên li ser êzdiyan. Her çiqas Wehbî tepeser kir û mezargeha Şêx Adî veguherand dibistana Quranê, lê dîsa jî nekarî hê kûrtir bikeve nava civaka Şingalê. Di çar salên Şerê Cîhanê yê Yekemîn da Şingal ji şer û êrîşên dijberîyê rizgar bû, ev herêm ji bo hêzên osmanî yên li Mezopotamyayê weke cerdevanên rezervê xizmet dikirin.
Di nameya dîrokî ya 5'ê mijdara 1917'an da, ku ji alîyê rêberê olî yê êzidî Hamo Şrew, serokê çîna olî ya navdar (feqîra), ji Sir Arnold Wilson, berpirsiyarê siyasî li Bexdayê ra hat şandin, Şiro amadebûna xwe ji bo hevkarîkirina hêzên Brîtanyayê yê li Iraqê nîşan da. Ji ber vê yekê, xala heftan ya nepenî ya agirbesta Mudros destûr da Brîtanyaya Mezin ku Şingalê dagîr bike ji ber yek ji xalên stratejîk ên li derveyî xêzên agirbestê ye.
Li gor mersûma Brîtanî ku di tebaxa 1920'î da derket, Şingal weke navçeyeka serbixwe ku ji du herêman pêk tê, hat çêkirin: Şingal û navçeya bakur li başûrê çiyê û herêma bakur ku navenda wê li gundê Karsî yê bakurê rojavayê çiyê ye.
Di Cotmeha 1920'î da Brîtanya û Fransayê peymanek îmze kirin ku sînorê di navbera Sûrîya û Iraqê da diyar dike û ji peymana Sykes-Picotê ya 1916'an da rêz were girtin û Fransa berîya salekê dest ji Mûsilê berdê û radestî Birîtanîyayê bike.
Xêzkirina sînoran bi awayekî bêserûber berdewam kir heta dawîya salên bîstî ji sedsala bihorî da. Rewşa bendewar a Mûsilê û kedxwarîya muhtemel a petrolê bû sedem ku xêzkirina sînor dereng bikeve di navbera desthilatdaran da.
Di dirêjahîya salên 1920, 1921 û 1922 da, artêşa tirk a bi pêşengiya Şêx Ehmed Şerîf El-Senûsî ji bajarê Berqa yê Lîbyayê gefa êrîşa li ser Şingalê xwar. Piştî ku wî li Çadê bi fransizan ra, li Lîbyayê bi îtalan ra û li Misirê bi îngilîzan ra şer kir, Senussî misilmanên ji derdorên cûda cûda ber bi doza xwe ve kişand. Di sala 1922'yan da ji bo komkirina piştgirîyê bi karekî veşartî şandin Mûsilê. Tevî vê yekê jî, di 16ê kanûna pêşîn a 1925an da biryaraYekîtîya Neteweyan ya ku Mûsilê radestî Iraqê bike, hêvîyên tirkan di Şingalê da şêkirin.
Hikûmeta Brîtanyayê sînorên ku di peymanê da hatine destnîşan kirin ji nû ve vejandin. Fransizan tu bertek nîşan nedan, di heman civîna ku Iraq di nav Yekîtiya Neteweyan da hat qebûlkirin, mijara tevlîbûna Şingalê ya ji bo Iraqê hat nîqaşkirin û bi lez û bez bi dawî bû. Di wê demê da girîngîya petrolê rihet rihet zêde dibû. Fransiz (û sûrîyayî) ji bo ku karibin bigihêjin çemê Dîcleyê sînor bi rojhilat ve kişandin heta gundê Xanikê. A girîngtir ji vê yekê ev e ku rêya tirkan a ji bo Şingalê hat girtin, ji ber ku franszan texmîn dikir ku rojavayê Şingalê bi ser dirêjahîya jîyolojîk a Çiyayê Şingalê da ye, tijî çavkanîyên petrolê ye.
Di lîstika jîyopolîtîk û împaratorîyan da, Çiyayê Şingalê bi giranî di çarçoveya danûstendina herêmî da ketiye nava sînorê Iraqê. Hemberî vê yekê Ebû Kemal û tevahîya deşta Xabûr û çiyayê Qereçoxê xistin nava sînorê Sûrîyayê.
Sînor ji bo berjewendîya êzdîyan hatin xêzkirin, gelek ji wan ên ku li ser sînorê Sûrîyayê bûn, neçar man ku koçî alîyê Iraqê bikin. Berîya dîyarkirina dawî ya sînoran, êzidîyên Şingalê wê demê li bajarê Hesekê mal û berhemên xwe difirotin, ku bazara wê bi giranî girêdayî berhem û kelûpelê êzdîyan bû. Her wiha koçberîya êzidîyan li rojhilatê Hesekê gihaşt Tilbrak, Xatûnî û Holê û li rojava jî gihaşt Çiyayê Ebdulezîzê (Kizwan).
Di cotmeha 1935'an da, du sal piştî bidawîbûna desthilatdarîya Brîtanyayê li ser Iraqê, artêşa Iraqê hovîtî li êzidîyên ku qanûna leşkerîya neçar redkirin, kir, nêzîkî 200 êzidî hatun kuştin, 11 gund wêran bûn, Şingal xistin bin şert û mercên şer. Ne tenê ew, lê ew dîl birin Mûsilê û li kolanan meşandin û ew kêmkirin. Di sala 1939'an da Şingal û Şêxan di bin kontrola leşkerî ya berdewam da man.
Dema ku rejîma Sedam Hisên di sala 1970'yî da dest bi kampanya xwe ya dijwar a erebkirina kurdan kir, zêdeyî 150 gundên êzidîyan ên li kuntarê Çiyayê Şingalê bûn armanc. Gundîyên êzidî bi darê zorê li 11 kampên niştecihbûnê yên ku bi taybetî ji bo vê armancê hatibûn çêkirin, hatin veguhestin. Hîn ji vê jî xerabtir, ji bo niştecihên êzidî yên van avahîyan tu belgeyên ku bibin xwedîyên malan nehatine dayîn.
Bi awayekî îronîkî, rûxandina Sadam Hisên di sala 2003'ê da ket berjewendîya nefretkarên êzidîyan. Di sala 2007an da li gundên Tiluzêr û Sîba Şêx Xidir ên Şingalê di du êrîşên hemwext da nêzî 800 êzidîyî hatin kuştin.
=KTML_Bold=Birêxistina DAIŞê û piştî wê=KTML_End=
Di êrîşeka mina ya Hulagu da, û bi tevlihevîya ku li Sûrîya û Iraqê di nav da bûn, DAIŞ di 3'yê tebaxa 2014'an da di saetên serê sibehê da derbasî Şingalê bû. Di rojên destpêkê yên kampanya DAIŞê da, 1293 kes di şûnê da hatin kuştin û zêdetirî 6417 kes hatin revandin, ku piranîya wan ciwan, keç û jin bûn.
Bi hezaran kes ji malên xwe derketin ji bo peydabûna penageheka ewle xwe sipartin Çiyayê Şingalê, piştra jî li Herêma Kurdistana Iraqê û Rojava, bi saya korîdora mirovî ya ku ji alîyê PKK û Yekîneyên Parastina Gel ve hatiye ewlekirin berê xwe dan wir. Ên ku man, yekîneyên xwe yên bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ava kirin ku ji bo parastina gelê xwe yê herêmê xwe li Şingalê bi cih kirin. Di mijdara 2015an da hêzên kurdî Şingal ji çeteyên DAIŞê rizgar kir, di encama êrîşên dijber da ziyaneka mezin giheşte binesazîya Şingalê.
Bi heman awayî di îlona 2017'an da serokwezîrê Iraqê yê wê demê Heyder El-Ebadî ragihand ku Iraq ji DAIŞê paqij bûye, Lêbelê pêvajoya nûavakirinê pir hêdî dimeşe.
Piştra, hat pilankirin ku êzidîyên jicihûwarkirî di kanûna paşîn a 2020î da vegerin malên xwe. Li gorî daneyên Ajansa Koçberîyê ya Neteweyên Yekbûyî, di navbera hezîran û kanûna pêşîn a 2020î da nêzî 38 hezar êzidî vegerîyane. Ev hejmar di navbera sibata 2021 û kanûna pêşîn a 2022an da bi rengekî berbiçav dakete 5,000 hezar kesî.
Serokkomarê Tirkîyayê Recep Tayip Erdogan 22'yê kanûna paşîn a 2021ê piştî nimêja înê ya li Taxa Uskudarê ya Îstenbolê hişyarî da ku gengaz e welatê wî û Iraqê operasyoneka bejayî ya hevbeş li Şingalê bikin.
Tirkîya li şûna wê, ji bo xesarê neke, teknolojîya dronê bi kar anî. Di havîna 2021ê da, bombebarana esmanî ya Tirkîyayê (bi giranî bi balafirên dron) li ser Şingalê zêde bû, ev êrîşên asmanî derfeta niştecihan ji bo jîyaneka ewle rawestandîye.
Ev pilan di dawîya wê salê da pêk hat, dema ku fermandarê leşkerî yê Yekîneyên Berxwedana Şingalê Merwan Badal di 7ê kanûna paşîn a 2021'ê da li Xansûrê di êrîşeka balafirên dronê da hate kuştin. Belafirên tirkan cûdahîyê naxe navbera sivîl û leşkeran û berdiwamî bêserûber bombebaran dike.
Bi vî awayî di 15'ê hezîrana 2022yan da zarokekî 12 salî ji ber êrîşa balafirên dron hate kuştin, her wiha 4 endamên Yekîneyên Berxwedana Şingalê jî birîndar bûn. Di nîvê gulanê da li Xanesûrê di operasyoneka bi heman rengî da 3 endamên Yekîneyên Berxwedana Şingalê hatibûn kuştin. Êrîşên balafirên bêmirov ên li Şingalê her tim bûye bûyereka berdiwamî, Yekîneyên Berxwedana Şingalê her tim dibin armanc, ji ber her tim jî îdia dikin ku hevkarîya wê bi Partîya Karkerên Kurdistanê ra heye.
Sedema van hemûyan jî bêhêvîbûna êzidîyên ku hêvîya xwe winda kirine ji bo jîyaneka ewle û aram li welatê bav û kalên xwe bijîn. Îro,piştî neh sal di ser jenosîdê ra derbas bûn hîn jî bi dehan gundên êzidîyan wêrankirî ne û vala ne.
Bi pêkanîna koletîya zayendî ya rêbazkirî ji keç û jinên êzidî ra DAIŞê civaka êzidî hilweşand, êzidî hê jî têkoşînê dikin ku rûpela çewsandina ku li wan hatiye kirin derbas bikin.
Civaka navdewletî divê soza xwe bi tawîza qurbanîyan nexwe û ji sûcdaran ra ji sûcên giran ên ku wan kirine, ku van demên dawî wekî jenosîd hatine tewanbar kirin, ceza bibin. Dimîne ku Şingal ji wêranîya qirkirinê rizgar bibe, di warê civakî, hestyarî, aborî û binesaziyê da jî sererast bibe.
Herî dawî di 3'yê hezîranê da 6 keçên êzidî piştî heşt salan ji revandinê hatin rizgarkirin. Tevî vê yekê jî, nêzîkî 2,700 kes (piranî jin) hîn jî winda ne, ev jî nîşana wê yekê ye ku komkujî hê jî berdewam e.
– Nivîskar û lêkolînerekî kurd e, bi dîroka Mezopotamyayê mijûl dibe, bi taybetî jî li ser karûbarên kurd û êzidîyan di serdema berîya Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî wê da dixebite.
[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,974 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://nlka.net/ - 07-07-2023
Bağlantılı yazılar: 47
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 24-06-2023 (3 Yıl)
Belge Türü: Çeviri
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Sosyal (Örf ve adet)
Klasörler (Dosyalar): Yezidi Kürtlerin Soykırımı
Özerk: Kurdistan
Özgün Dil: Arapça
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 07-07-2023 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Sara Kamele tarafından 07-07-2023 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 2,974 defa görüntülendi
QR Code
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.344 saniye!