Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  585,269
Resim
  124,189
Kitap PDF
  22,100
İlgili Dosyalar
  126,090
Video
  2,193
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
399
Mekanlar 
76
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
9
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,238
Kısa tanım 
1,995
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hepsi bir arada 
274,249
İçerik arama
Cihê Kurdistanê di lêgerîna hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn de
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia, bilgilerimizi arşivleyen en büyük projedir.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Cihê Kurdistanê di lêgerîna hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn de
Cihê Kurdistanê di lêgerîna hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn de
=KTML_Bold=Cihê Kurdistanê di lêgerîna hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn de=KTML_End=
=KTML_Underline=Halîl CEMAL=KTML_End=

Li paytexta Spanyayê Madrîdê di 28-30'ê Hezîranê de civîneke NATO'yê hate lidarxistin. Di civînê de 'Konsepta Stratejîk a Nû' hat qebûlkirin û pêvajoya endamtiya NATO'yê ya Swêd û Fînlandiyayê dest pê Kir.
Di 13'ê Tîrmehê de gera 2 rojan a serokê DYA’yê Joe Biden a li Rojhilata Navîn pêk hat. Biden di serî de bi rayedarên Îsraîlê û dûre yên Filistînê re hevdîtin kirin û piştî hevdîtina bi rayedarên Erebistana Siûdî û peymanan, tev li 'Civîna Bilind a Ewlehî û Pêşvebirinê ya Cîddeyê' ya di 16'ê Tîrmehê de bi beşdariya welatên Konseya Hevkariyê ya Kendavê Misir, Iraq û Urdinê bû. Joe Biden ji Îsraîlê bi rêya hewayî çû Erebistana Siûdî û bi vê yekê rêwîtiyên hewayî yên sivîl ên di navbera Îsraîl û Siûdiyê de jî dest pê kir.
Biden piştî hevdîtinan vegeriya welatê xwe û mîrzayê Siûdiyê jî dest bi gera Ewropayê kir û destpêkê çû Yewnanistanê.
'Civîna Necefê' ku di 27-28 'ê Adarê de li Îsraîlê beriya Civîna Cîddeyê pêk hat, bi beşdariya wezîrên karên derve yên Misir, DYA, Mexrib, Îmarat û Behreynê pêk hat. Civîna duyemîn jî li paytexta Behreynê di 27'ê Hezîranê de beriya civîna NATO'yê li dar ket. Di vê civînê de rayedarên Îsraîl, DYA, Behreyn, Misir, Îmarat û Mexrib amade bûn. Di wê civînê de “Lihevkirinên Îbrahîm” ku di 15'ê Îlona 2020'an de pêk hatibûn û Trump ew nav lê kiribû jî, hatin mîsogerkirin. Bi van hevdîtinan re nîqaşên li ser ‘NATO’ya Rojhilata Navîn’ a li dijî Îranê jî dest pê kirin.
Di 13'ê Tîrmeha 2022'yan de heyetên leşkerî yên Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo nîqaşkirina şandina ewle ya dexlê li Ukraynayê li Stenbolê li hev civiyan. Heman şande di 22'yê Tîrmehê de li Stenbolê hatin cem hev û Belgeya Însiyatîfa ji bo Şandina Ewle ya Dexl û Xurekê ji Benderên Ukraynayê îmze kir. ‘Navenda Koordînasyona Hevpar’ ku di çarçoveya vê belgeyê de hat avakirin, di 27'ê Tîrmehê de li Stenbolê dest bi karê xwe kir.
Di 19'ê Tîrmehê de li paytexta Îranê Tehranê dîktatorê faşîst Erdogan û serokê Rûsyayê Pûtîn û serokkomarê Îranê Reîsî civîneke sêalî wek pêkhateyên Astanayê li dar xist. Tevî ku beşdarî civînê nebû jî lê watedar bû ku wezîrê karên derve yê Sûriyê jî li Tehranê bû.
Dema ku nîqaş li ser encamên civîna Tehranê dihatin kirin, di 20'ê Tîrmehê de ji aliyê artêşa Tirk a faşîst ve 9 welatiyên Iraqê yên şîe ku derketibûn seyranê, li gundê Perex ê parêzgeha Dihok a Başûr Kurdistanê hatin qetilkirin û nêzî 30 kes jî birîndar bûn. Raya giştî ya Iraqê û Ereban li dijî dewleta Tirk a faşîst protesto kirin û ev mijar rakirin NY'yê. Girêdayî van hemû geşedanan, dewleta Tirk a faşîst-dagirker ji aliyekî ve êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin û ji aliyekî din ve jî nîqaşên dagirkirinê zêde kirin.
Têkildarî van geşedanên piştî şerê Rûsya û Ukraynayê ku şeva 23'yê Sibata 2022'yan rû da, hat ragihandin ku tê plankirin Erdoganê faşîst di 5'ê Tebaxa 2022'yan de biçe Rûsyayê û bi serokê Rûsyayê Pûtîn re hevdîtinê bike.
Ji bilî beşa der barê Çînê de ku di çarçoveya Konsepta Nû ya Stratejîk de hatibû diyarkirin ku di civîna NATO'yê de hate ragihandin û pirsgirêka Taywanê ku piştre derket, hemû pêşketinên piştî şerê Ukraynayê ku me li jorê bi rêz kirine, yekser an jî neyekser bi Kurdistanê ve eleqedar in.
=KTML_Bold=SEDEMÊN DIJMINATIYA LI KURDAN=KTML_End=
Sedema yekemîn, dijminatiya dewleta faşîst-mêtinger a Tirk a li Kurdan û israra wê ya di qirkirina Kurdan de ye. Ji ber ku dewleta faşîst a Tirk garantiya hebûna xwe di tunekirina Kurdan de dibîne. Ev zîhniyet ku haweynê avabûna komara Tirk e, bi desthilata faşîst a AKP/MHP'ê re xwe gihand lûtkeyê. Ev qonaxa dijminahiya li hemberî Kurdan, ji bo hemû aliyên ku li kêleka desthilata faşîst nîn in, tê meşandin.
Ya duyemîn jî krîza enerjiyê ye ku têkildarî geşedanên pêvajoyê derketiye holê û ji ber vê jî polîtîkayên parvekirinê yên ku li ser çavkaniyên enerjî û xetên veguhastina enerjiyê dest pê kirine. Îro Kurdistan hem di warê çavkaniyên enerjî û hem jî xetên veguhastinê de xwedî girîngiyeke stratejîk e. Anku girîngiya ku dewleta Tirk ji aliyê jeostratejîk ve ji bo xwe dibîne, di esasê xwe de ya Kurdistanê ye. Ji bo vê jî dewleta Tirk a faşîst-dagirker plan dike ku Kurdistanê bê Kurd bihêle anku bi qirkirina Kurdan bi temamî bibe xwedî dewlemendî û xetên belavkirinê. Mîsaqî Mîllî ne tenê li ser esasê Osmaniya Nû, di heman demê de ji bo ku bibe hêzeke herêmî û cîhanî jî bi kar tîne û dijminahiya Kurdan didomîne.
Ya sêyem; bi krîza enerjî û dexlê re ku bi şerê Ukraynayê re dest pê kir, difikire ku dikare bibe xwedî amûreke nû ya zext û gefê li hember cîhanê û bi taybetî jî Ewropayê. Çawa ku bi şerê Sûriyê re koçberan wek çekekê bi kar tîne, di heman demê de dixwaze kanên petrol û gazê û xetên veguhastinê jî wek çek bi kar bîne. Ev bingeha hebûna wî ya li Lîbyayê, polîtîkayên wê yên li Qafqasyayê, aloziya li rojhilatê Deryaya Spî ye. Bi kurtasî, hewl dide tişta ku nekarî bi rêya koçberan bike, bi polîtîkayên enerjiyê pêk bîne.
Rastiya dagirkirina Başûrê Kurdistanê, gef û zextên li ser Mexmûrê, êrişên ji bo ‘bêkurdkirina’ Şengalê û konsepta êrişê ya li ser Rojava jî ev e.
=KTML_Bold=HEVDÎTINA BI PÛTÎN RE 'HÊVIYA DAWÎN' E=KTML_End=
Bi taybetî di salên dawîn de desthilata AKP/MHP'ê ku piştgiriya xwe ya girseyî û firsenda ku careke din desthilatdar ji dest daye, hewl dide civakê ji nû ve manîpule bike. Rêyeke vê jî gurkirina pêla neteweperestiyê ye. Ji bo vê jî hikumeta faşîst li dijî Kurdan hewceyî serkeftinê ye. Li Başûr gerîla li hemberî êrişên dagirkeriyê li ber xwe dide û ev hewesa wan di dilê wan de hişt. Ji hevdîtinan encamên ku ji aliyê hikumeta faşîst ve dihatin xwestin, derneketin. Ji bo vê jî êrişa dagirkeriyê ya li ser Rojava wek vebijêrkeke dawîn daniye ser maseyê. Xuya ye desteka ku di vî warî de hem ji hêzên herêmî hem jî ji hêzên global nagire. Lewma hevdîtina bi Pûtîn re ji bo şefê faşîst Erdogan wek hêviyeke dawîn e.
Li aliyê din şefê faşîst Erdogan ji bo hilbijartinan got Divê em teqez bi ser bikevin. Ev hilbijartin naşibin yên din. Ji ber ku eger em desthilatê ji dest bidin, em ê gelek tiştan ji dest bidin. Lewma jî çi encama ji hevdîtina bi Pûtîn re derkeve jî, divê li hember êrişeke dagirkeriyê amadehî hebe. Ragihandina dawîn a Îxwanî Muslimîn a vekişîna ji siyaseta li Misirê û parçebûna wê (aliyek London û aliyê din Stenbol), nîşand dide ku polîtîkayên hikumeta faşîst dê bigihêjin çeteyan jî. Ji bo vê jî desthilata faşîst a AKP/MHP'ê li benda demê ye. Ev hikumeta ku ne tenê li dijî gerîla, di polîtîkaya xwe ya Iraqê de jî nekarî encamên dixwaze bi dest bixwe, dagirkirina Rojava bi giştî yan jî parçeyekî wê wek vebijêrka yekane dibîne.
Dewleta Tirk a faşîst li her deva ku diçê, di her civînekê de yan jî di her têkiliyekê de Kurdan dike hedef. Eger em bala xwe bidin vê, mijareke sereke ya rojeva hevdîtinên NATO’yê û Tehranê Kurd in ku bi navê PKK an jî PYD/YPG'ê li ser diaxivin. Ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê ku berê Kendav bi Qafkasyayê, Asya bi Ewropayê û Afrîkayê ve girê dida, niha xwedî girîngiyeke stratejîktir e ku petrol û gazê bi cîhanê ve girê dide. Ji ber vê yekê, dewleta faşîst û şefên wê kîjan rêxistin an jî hêzê bikin hincet bila bikin, armanca wan a bingehîn ew e ku bibin xwediyê erdnîgariya Kurdistanê. Ji bo vê jî li hember Kurdan her cure qirkirina fizîkî, çandî û siyasî pêk tînin.
=KTML_Bold=TIŞTA KU DIXWEST LI TEHRANÊ BI DEST NEXIST, DIXWAZE LI RÛSYAYÊ BI DEST BIXE=KTML_End=
Di civîna Pûtîn û şefê faşîst Erdogan a 5’ê Tebaxê de belkî veguhastina dexlê Ukraynayê mijarek be. Lê belê di vê hevdîtinê de xuya ye Kurd û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê mijara sereke bin. Xuya ye desthilata faşîst a AKP/MHP'ê ku li Tehranê encama dixwest bi dest nexist, hewl dide bi hevdîtina Erdogan-Pûtîn bigihêje hin encaman. Li hemberî komkujiya Zaxoyê, rêveberiya PDK'ê hewl dide dewleta Tirk a faşîst bişofîne û bi dijminatiya xwe ya li hember PKK'ê dibe hevparê sûcên dewleta Tirk.
Li gel van hemû geşedanan û êrişên roj bi roj li ser tevahiya Kurdistanê zêde dibin jî hêviya azadiyê ya Kurdan û dostên wan geş dibe.
Li aliyê din jî ji nû ve parvekirina li ser çavkanî û xetên enerjiyê, bandorê li asta herêmî û global jî dike. Ev rewş dê hevsengiyên piştî civîna NATO'yê çêbûne jî derxe holê. Dewleta Tirk a faşîst jî dê kapasîteya xwe ya tevgerê ji dest bide. Ji ber vê jî pir watedar e ku Xamaneyî piştî civîna li Tehranê ya bi şefê faşîst Erdogan re, der barê encamên êrişeke gengaz a li ser Rojava de gotibû “Dewleta Tirk dê bi xwe têk biçe, lewma jî operasyoneke dagirkeriyê nekin.”
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku jixwe di nava şer de ne, ji her demê bêhtir xwedî wê şensê ne ku li dijî êrişkariya dewleta Tirk a faşîst bi ser bikevin. Têkçûna artêşa Tirk a faşîst a di encama berxwedana gerîla ya li Başûrê Kurdistanê de, ji bo me tê wateya çavkaniyeke xurt a tecrube û moralê. Bi hêza manewî ya ku me ji vê tecrubeyê wergirtiye, bi gotina Dem dema azadiyê ye em parastina şoreşa xwe û welatê xwe wek wezîfeyeke bingehîn deynin pêşiya xwe. Gef û êrişên faşîzmê dê ji aliyê gel ve ku bi dilsoziyeke wiha ya wezîfeyê tijî ye, werin têkbirin.[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,370 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
Bağlantılı yazılar: 15
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 04-10-2022 (4 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Siyasi
Özerk: Kurdistan
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 94%
94%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 13-05-2023 kaydedildi
Bu makale ( Emir Siracedin ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Emir Siracedin tarafından 13-05-2023 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 2,370 defa görüntülendi
QR Code
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.203 saniye!