Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh dibin. Li #Kobanê# bombe li nexweşxaneyeke din hate barandin.
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gundê Siftekê yê li rojavayê Kobanê û gundê #Qeremox#ê yê li rojhilatê bajêr barand.
Li gundê Qeremoxê êrîş bi taybetî li ser navendeke tenduristiyê hate kirin. Li Kobanê di şeva 19'ê Mijdarê de Nexweşxaneya Covîd bi bombardûmanê hatibû rûxandin.
Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên li ser Kobanê her wiha êrîşên li Tirbespiyê jî zêde kir.
Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dagirkeran bombe li gundê Gir Dahol ê li başûrrojavayê Tirbespiyê barand.
Di dema êrîşê de bombe li qadeke petrolê ya El Ode jî hate barandin.[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 3,043 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!