Diyarname
12'emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê îsal di navbera 18-24'ê sermawezê de li dar dikeve. Niha endamên juriyên festîvalê hatin eşkere kirin.
Di beşên Mêzîna Zêrîn de di warên Fîlmên Metrajdirê, Kurtefîlm û Belgefîlman de xelat bêne dayîn. Niha endamên juriyên van beşan hatin eşkere kirin.
FÎLMÊN METRAJDIRÊJ
Di beşa Fîlmên Metrajdirêj a Xelata Mêzîna Zêrîn de ji Macaristanê nivîskar, derhêner, sazkarê fîlman Benedek Fliegauf serokatiya juriyê bike. Endamên juriyê jî ji Tirkiyeyê lîstikvan û pêşkêşvan Ceyda Duvenci, sazkara fîlman Moge Ozen, ji Fransayê rojnameger û rexnegirê sînemayê Franck Finance Madureira, ji Almanyayê lîstikvan Irina Wanka di nav juriyê de cih digirin. Benedek Fliegauf dê serokatiya juriyê bike.
KURTEFÎLM
Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman a Xelata Mêzîna Zêrîn de serokatiya juriyê derhêner û sazkara fîlman Maxihe Williamson dike. Dîsa derhêner Gozde Kural û senarîst û derhêner Ali Ercivan jî endamên juriyê ne.
BELGEFÎLM
Di beşa kurtebelgefîlman de jî serokatiya juriyê nivîskar û akademîsyen Profesor Hasan Akbulut dê bike. Nivîskar, derhêner û dîzaynkar Kivilcim Akay û senarîst, nivîskar û derhêner Farhad Eyvazi jî endamên juriyê ne.
Fîlmên festîvalê li Beyogluya li salonên Atlas 1948 û li AKM Yeşîlçamê, li Kadikoy jî li Kadikoy Sinemasi dê bêne nîşandayîn.[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 1,559 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!