Karmendên tenduristiyê ya herêma #Efrîn#, îro bi daxuyaniyekê bêdengiya tevahî aliyên navneteweyî û hiqûqî li hember bikaranîna #çekên kiymawî# li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê şermezar kir û piştrast kir ku ew dê rêya azadî û edaletê bişopînin.
Bi dehan karmendên tenduristiyê yên herêma Efrînê li qada nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê kom bûn.
Mudirê nexweşxaneya Avrîn Azad Reşo daxuyanî xwend û diyar kir ku roj bi roj bûyer îsbat dikin dewleta Tirk dev ji hewldanên qirkirin û tunekirina gelan bernade.
Her wiha Reşo destnîşan kir ku ev sûc ji dagirkeriya Tirk a faşîst ne xerî bin û bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên wê şermezar kir.
Reşo daxuyand ku ev bêdengî hişt ku dewleta Tirk a dagirker hemû cureyên çekan û heta yên qedexekirî bikar bîne û hêviyên gelan ên di azadî û rûmetê de tune bike.
Reşo 17 şehîdên di encama êrişa bi çekên kîmyawî de ji aliyê dewleta Tirk ve li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne bi bîr anî û bêdengiya civata navneteweyî li hember van sûcan şermezar kir û soza şopandina rêya azadiyê û edaletê da/[1]
(dm)
ANHA
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 4,008 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!