Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  585,485
Resim
  124,229
Kitap PDF
  22,106
İlgili Dosyalar
  126,130
Video
  2,187
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
399
Mekanlar 
76
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
9
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,238
Kısa tanım 
1,995
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hepsi bir arada 
274,453
İçerik arama
Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia bir mahkeme değildir, ancak araştırma ve bilgi toplama için veri hazırlar.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel
Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel
Li vî welatî her ku şer gur dibe qeyranên siyasî, civakî û aborî zêde dibin. Her ku desthilatî dikeve tengasiyê şerê li dijî kurdan zêde dike. Tecrîda li Îmraliyê, êrîşên li dijî #HDP#’ê, girtina 16 rojnamegerên kurd, qedexe û astengkirina çand û hunera kurdan wekî tercîha sereke tê bi kar anîn.
Di vê demê de bi pêşengiya partiyên siyasî û saziyên sivîl Meşa Gemlîkê hat li dar xistin û peyamên li dijî tecrîdê derketin.
Bi doza girtinê dixwazin di şexsê HDP’ê de qada siyaseta demokratîk bê bandor bihêlin. Lê tevî hemû astengiyan HDP, dê di 3’yê tîrmehê de Kongreya 5’emîn a Giştî pêk bîne. Têkildarî van mijaran em bi berpirsê lijneya çapemenî, weşan û propagandayê û cîgirê Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel re axivîn.

Bi pêşengiya partiyên siyasî û saziyên sivîl di 12’ê hezîranê de “Meşa Mezin a Gemlîkê” hat lidarxistin. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê gel ber bi Gemlîkê ve çû. Tevî hemû astengiyan dîsa gel meşiya, gelo Meşa Gemlîkê gihîşt armanca xwe?
Birêz #Ocalan# ev çaryek sedsal e girtî ye. Geh AKP-MHP’ê, geh jî aqilê dewletê heta niha nîzameke taybet, hiqûqeke cuda ji bo Îmraliyê ava kir. Tirkiye li Îmraliyê hem qanûnên xwe hem jî yên navneteweyî nas nake. Ev rewşa awarte bi xwe jî di nezera dewletê de cihê taybet ê Birêz Ocalan nîşan dide. Rastiyeke aşkera li meydanê heye. Birêz Ocalan îro bi nêrîn, pergal û doktrîna xwe hemû sînorên desthilatiyê hildiweşîne. Bi tecrîdê, bi îzolekirina Ocalan dixwazin rê li ber vê bandor û rengvedanê bigirin.
Ji bo ku mahiyeta tecrîda Îmraliyê bê fêhmkirin, divê mirov nêzikatiya dewletê ya pirsgirêka kurd û siyaseta wê ya Kurdistanê ya sedsalan baş fêhm bike. Ji ber ku îradeya li Îmraliyê nikarin teslîm bigirin, loma êdî qanûnên xwe jî nas nakin û tecrîdê kûr dikin. Îmralî wek laboratuwarekê ye ku bûye neynika nêzikatiya dewletê ya ji bo kurdan. Îro hem desthilatî hem jî muxalefet di mijara Ocalan de reflekseke hevpar nîşan didin. Çawa ku di mijara maf û daxwazên kurdan de heman bertekan nîşan didin, di vê mijarê de bi hev re ne. Meşa Gemlîkê careke din nêzikatiya desthilatî û muxalefetê di şexsê Ocalan de îfşa kir. Pergala ku li Îmraliyê hatiye avakirin û li temamî Tirkiyeyê tê belavkirin, careke din aşkera bû.
Heqîqeta Îmraliyê, rewşa Birêz Ocalan, bi her awayî bandorê li ser siberoja kurdan, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn dike. Heta ku ev heqîqet neyê qebûlkirin, avakirina jiyaneke nû ji bo tu kesî ne pêkan e. Kesên ku beşdarî Meşa Gemlîkê bûbûn, bi vê bîr û baweriyê beşdar bûbûn. Heta ku tecrîd hebe ev têkoşîn jî dê berdewam bike. Ji bo çareseriyeke mayînde, azadiya Ocalan şertê bingehîn e. Ji bo vê jî em ê ji îro şûnde têkoşîna xwe bi bandortir bidomînin.

Doza Kobanê û ya girtina HDP’ê hêj didome û tu encam jê derneketiye. Desthilatdariya AKP- MHP’ê bi van dozan dixwaze çi bike?
Doza Kobanê û ya girtina HDP’ê dek û dolabên sedsalan, kûmpas û manîpulasyonên AKP-MHP’ê di xwe de dihewîne. Hemû detay û pêvajoya Doza Kobanê û ya girtinê nîşan dide ku dewlet dixwaze bi rêya van dozan, qada siyaseta demokratîk bi temamî tune bike. Doza Kobanê, naveroka wê ya hîç û pûç, înkarkirina pêvajoya aştiyê ye jî. Bi vê dozê dixwazin hemû çalakiyên siyasî yên HDP’ê krîmînalîze bikin û rê li ber bandora HDP’ê bigirin. Ji bilî dek û dolaban êdî tu çareya wan nemaye.
AKP-MHP jî dewlet bi xwe jî bandora Kobanê, sînerjiya li dor berxwedana Kobanê derketibû meydanê baş dizane. Kobanê sînorên desthilatdariya wan a sedsalan hilweşand, mohra xwe li vê sedsalê xist. Bi Doza Kobanê dixwazin vê dîroka zindî berovajî bikin. Rê li ber têkilî, danûstandin û palpiştiya di navbera kurdan û gelên cîhanê de li Kobanê hatiye avakirin, sabote bikin. Piştevaniya bi Kobanê re hatiye avakirin reş bikin û wek sûc nîşan bidin.
Doza Kobanê mijareke hiqûqî nîne. Bi her awayî mijareke siyasî ye. Tûrnûsola hiqûqa ku îro ketiye bin hikmê Erdogan û berjewendiyên wî ye. AKP-MHP ji bo ku seltenata xwe bidomîne pêdivî pê dibîne ku hiqûqê bike amûrek û li dijî HDP’ê bi kar bîne û rê li ber bandor û potansiyela HDP’ê bigire. Doza Kobanê karekterê rejîma faşîst, dagirker a îro bi awayekî zelal nîşan dide.

Ev demeke dirêje HDP bi gelek partiyên kurdistanî, çepgir, sosyalîst û dîsa bi gelek saziyên sivîl re hevdîtinan pêk tîne. Amadekariyên tifaqa demokrasiyê di çi astê de ne?
Ji destpêkê heta niha HDP hem bi alî û partiyên kurdistanî re hem jî bi hêzên demokrat, çepgir, sosyalîst û azadîxwaz ên Tirkiyeyê re danûstandin û hevdîtinan dike. Ji bo wê jî dixwaze geh li Kurdistanê geh jî li Tirkiyeyê, dînamîzm, îtiraz û hêza têkoşîna li dijî faşîzmê bike yek. Dîsa HDP bi gelek saziyên sivîl re hevdîtinan dike û ji bo avakirina xeteke têkoşînê ya hevpar ji pêşniyaz û rexne û nêrînên wan sûd werdigire. Li hemberî polîtîkayên tekparêziyê, siyaset, temsîl û xeteke pirreng û pirdeng ava dike. Ev lêgerîn, ev hewldan bingeha siyaset û stratejiya me pêk tîne. Li hemberî tengkirin û sînorkirina HDP’ê, hewldana berfirehkirina HDP’ê bingeha vê stratejiyê ye. Ev bingeh jî xeta 3’yemîn anku rêya 3’yemîn e.
Ji ber ku hem zihniyeta desthilatiya AKP-MHP’ê hem jî ya muxalefetê di mijara mafên kurdan de wek hevdû ye, loma avakirina vê xetê gelek girîng e. HDP, bi vê siyaseta xwe rêya tekane ya rizgariyê nîşan dide û dixwaze vê xetê bi tifaqan bihêztir bike. Ji bo wê jî mifteya çareseriyê îro di destê HDP’ê de ye. Fikriyata HDP’ê ji bo Tirkiyeyeke nû ji bo siberojeke nû rêya tekane ya çareseriyê ye. HDP hem mîrateya têkoşîna siyaseta Kurdistanê hem jî ya têkoşîna demokratîk, sosyalîst û azadîxwaz a gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo wê jî di avakirina siyaseta nû ya Tirkiyeyê de rol û mîsyoneke damezirîner a HDP’ê heye.

HDP dê di 3’yê tîrmehê de 5’emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li dar bixe. Di konjoktureke wiha de rol û mîsiyona Kongreyê çi ye, dê peyamên çawa bên dayîn û amadekariyên Kongreyê di çi astê de ne?
HDP di 3’yê tîrmehê de 5’emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li dar dixe. Beriya kongreyê hemû pêkhate, dînamîzim û mekanîzmayên partiyê di nav danûstandinê de nîqaşên gelek kêrhatî kirin. Me li Kurdistan û Tirkiyeyê kongreyên herêman pêk anîn û konferansa xwe ya mezin li dar xist. Di konferans û kongreyan de pêşniyaz, rexne, nêrîn û nirxandinên hatin kirin çarçoveya xeta me ya têkoşînê ya nû diyar kir.
Bi taybetî li hemberî şer bihêzkirina têkoşîna aştiyê, li hemberî polîtîkayên zindan û tecrîdê, bihêzkirina têkoşîna edalet û azadiyê, li hemberî tengkirin û sînorkirina siyaseta demokratîk, bihêzkirin û berfirehkirina rêxistin û fikriyata HDP’ê, dê bibin peyamên sereke yên kongreyê. Dîsa xurtkirina xeta 3’yemîn, avakirin û berfirehkirina tifaqa demokratîk û li hemberî daxwaza girtina HDP’ê, bihêzkirin û berfirehkirina HDP’ê dê bibe peyama kongreyê. Hemû xebat û amadekariyên me ji bo vê yekê ne.

Ev du meh in arteşa tirk hewl dide başûrê Kurdistanê dagir bike. Her ku li vî welatî şer gur dibe qeyranên siyasî, civakî û aborî jî zêde dibin. Êrîşên li dijî HDP’ê, girtina 16 rojnamegerên kurd û dîsa bi her awayî êrîş li dijî gelê kurd zêde bûne. Tu rewşa heyî çawa dinirxînî?
Di halê heyî de dewleta tirk li sê parçeyên Kurdistanê şerekî topyekûn li dijî kurdan dimeşîne. Helbet şer maliyetên civakî, siyasî û bi taybetî jî aborî bi xwe re derdixe meydanê. Dema em li rewşa civakî û aborî ya Tirkiyeyê dinihêrin, em bi her awayî encamên şer jî dibînin. Çavkaniyên Tirkiyeyê îro bi taybetî ji bo şerê li dijî kurdan hatiye terxankirin. Dijminahiya li hemberî kurdan, civaka Tirkiyeyê bi birçîbûn û pirsgirêkên aborî re rûbirû hiştiye. Ji bo subvensekirina şer hemû çavkaniyên aborî hatine seferberkirin. Erdogan bi xwe ev yek îtiraf kiribû û gotibû “ma hûn dizanin buhayê mermiyekê çi qas e“
Li her derê cîhanê kûrkirina şer bi xwe re gendeliyan, talan, rizîn û neheqiyê tîne. Şer gelek caran ji bo veşartin û kamûflekirina van tiştan jî tê kirin. Lê bi çi awayî bibe jî di dawiyê de têkçûneke mezin bi xwe re tîne. Nimûneya Srî Lankayê di vê mijarê de gelek balkêş, aktûel e û wisa xuya ye dê aqûbeta Tirkiyeyê jî wek wê bibe. Ev model ji bo AKP’ê jî bûbû îlham û ji gelek aliyan ve dişibin hev jî. Lê di encama wê konseptê de em dibînin ku dewleta Srî Lankayê vê hefteyê îflasa xwe ya aborî ragihand. Serokwezîr bi xwe got aboriya me bi temamî têk çû. Qeyraneke mezin derketiye meydanê. Wisa xuya ye Tirkiye jî ber bi heman aqûbetê ve diçe.
Êrîşên li dijî HDP’ê, girtina rojnamegeran, ablûqeya li ser civakê, zordestiya li gel tê kirin û bi taybetî jî herî dawî li Elbaka Wanê xuya bû, nêrîn û nêzikatiya AKP’ê ya îro şûnde jî nîşanî me dide. Wisa xuya ye dê hem li nava Tirkiyeyê û hem jî Rojava, Başûr û Egeyê vê siyasetê berdewam bikin û ev siyaset dê heta hilbijartinê bibe siyaseta sereke ya AKP-MHP’ê.

Amadekariyên ji bo hilbijartinên pêşwext tên kirin, hûn wekî HDP’ê vê yekê çawa dinirxînin û gelo amadekariyên we hene?
Tirkiye îro di qonaxeke dîrokî de ber bi hilbijartinan ve diçe. Ev hilbijartin hem ji bo AKP-MHP’ê, hem ji bo muxalefeta Tirkiyeyê hem jî ji bo siyaseta kurdan, hilbijartineke dîrokî ye. An Tirkiye dê vê qonaxê bi silametî derbas bike yan jî pergala ku îro ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye avakirin dê êdî mayînde bibe û têkçûneke mezin bi xwe re bîne.
An di wextê xwe de yan jî pêşwext, di hilbijartinan de stratejiya Erdogan gurkirina êrîşên li ser kurdan e. Hem li Başûr, hem li Rojava û hem jî li Bakur, dorpêçkirina kurdan û doza girtina HDP’ê, bingeha vê stratejiyê ye.
Loma bi hemû derfet û alavên desthilatiyê vê stratejiyê bi pêş dixe. Teknîk û teknolojiyê temamî ji bo vê stratejiyê bi kar tîne. Desthilatiya AKP-MHP’ê serkeftina xwe, di şerê li dijî kurdan de dibîne.
Wek HDP, em hêza xwe jî bandora xwe jî û potansiyela xwe jî baş dizanin. Em baş dizanin ku mifteya çareseriyê di destê me de ye. Ji bo siberoja Tirkiyeyê û avakirina jiyaneke nû, siyaseteke nû em bi hemû pêkhateyên xwe re nîqaş û hevdîtin û danûstandinan dikin. Wek HDP em ê hemû hesabên qirêj pûç bikin û bi ser bikevin. Gelê me dê bi ser bikeve.
[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 3,121 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | کوردیی ناوەڕاست | https://xwebun1.org/
Bağlantılı yazılar: 20
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 28-06-2022 (4 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Siyasi
Özerk: Kurdistan
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 13-09-2022 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Aras Hiso tarafından 31-12-2025 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 3,121 defa görüntülendi
QR Code
Bağlantılı dosya - Sürüm
Tür Sürüm Editör Adı
Fotoğraf dosyası 1.0.177 KB 13-09-2022 Aras HisoA.H.
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.36 saniye!