unerê şoreşgerî nasnameya civaka azad e”
Yekîtiya #Huner#mendan a Herêma #Cizîr#ê bi dirûşma “Hunerê şoreşgerî nasnameya civaka azad e” konferansa xwe ya duyem li dar xist û di dawiya konferansê de hevserokatiya yekîtiyê û 3 cîgir hatin hilbijartin.
Hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), endamên Yekîtiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê tev li konferansê bûn ku li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo li dar ketiye.
Di konferansê de, hevserokê yekîtiyê Elî Ebdullah axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Elî Ebdullah got, “Em hêvî dikin ku bi hev re nîşaneyên jiyaneke nû ya hunerî û afirîner xêz bikin, da ku civaka xwe ava bikin û kultura xwe dewlemend bikin û biparêzin. Çanda me gelekî dewlemend e. Divê em hewl bidin çanda xwe vejînin bi rêya parastina wê, afirandina civakeke rewşenbîr û zana ku qîmeta vê çandê û giringiya huner û rola wê di avakirina şaristaniya mirovî û civakî de fêm dike. Divê her kes tev li xebatên avakirinê bibe û wê bi pêş bixe.”
Cîgirê Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê Mariya Aho jî got, “Huner dil û wijdanê civakê ye. Kesek nikare rola afirîner û pêşeng a nûnerên wê înkar bike. Ji ber fikrên wan ên ronakbîr, ew nûnerên huner, hezkirin û aştiyê ne li cîhanê.”
Ji ber wê Mariya Aho bang kir da ku derfet bên peydakirin ji bo berhemeke afrîner û hunerekî taybet were avakirin li gorî pêwîstiyên pêvajoya dîrokî ya heyî.
Di dawiya konferansê de, Mistefa Omer û Evîn Elî ji bo hevserokatiya Yekîtiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Çîmen Osman, Îmad Xelef û Ebdulqadir Sûsik wek cihgirên wan hatin hilbijartin.[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,391 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!