Girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê “Mehmûd Sadiqî” xelkê bajarê Kamêranê, ku heyama girtîgeha xwe li girtîgeha bajarê #Sine#yê derbas dike, ji dema binçavkirinê ve heta niha ji mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, berpirsên girtîgehê çend caran digel daxwaza mirexesiya wî girtiyê siyasî, dijayetî kirine.
Herwisa wê çavkaniyê behsa wê yekê jî kiriye; Navendên dad û ewlehî li bajarê Sineyê, digel azadiya “Mehmûd Sadiqî” bi pêbenda elektironîkî dijayetî kirine.
Ew girtiyê siyasî meha Rezbera sala 1398`an a Rojî, ji aliyê taya 1 a dadgeha keyferî ya parêzgeha Sineyê, bi tohmeta “endambûn û hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî” bi 30 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.
Herwisa Reşemeha heman salê, taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê bi serokatiya dadwer “Se`îdî” ew girtî bi tohmeta “beşdarî li bexî” bi 25 sal girtîgeha te`izîrî, hatibû cezadan.
“Mehmûd Sadiqî” rêkevta 25`ê Rezbera sala 1395`an a Rojî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna çend mah li ser lêpirsînê, bo girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin.[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,322 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!