Filmê Berbû dê sibê li bajarê #Dêrik#ê were nîşandan. Savinaz Evdikê ku bi xwe ji xelkê Serêkaniya Binxetê ye, Senaryoya vî filmî amade kiriye û derhunerî jî wê bi xwe kiriye. Çîroka film dema dagirkirina Serêkaniyê girtiye dest.
Çîroka 3 jinên Serêkaniyê ye. Dema ku amadekariyên dagirkeriya bajêr dihate kirin yek ji wan jinan amadekariya daweta xwe dikir. Jina duyemîn jî di roja daweta xwe de dibe penaber û ya sêyemîn jî piştî ku Serêkaniyê tê dagirkirin û penaber dibe daweta xwe di dibistaneke ku di koçberiyê de lê bicih bûne de dike.
Savinaz Evdikê bi vê çîrokê dagirkirina bajarê xwe vedibêje û wekî film li ber çavên temaşevanan radixe. Posterê film ji alî şêwekar Enterê Şewo ve hatiye xêzkirin.
Ev film di 31-8-2022’an de cara yekem li bajarê Dêrikê li navenda Dijle ya çand û hunerê tê pêşandan.[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,576 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!