Li bajarê Bonê yê Almanya pêşangeheke pirtûkên bi #zimanê Kurdî# hat vekirin. Pêşangeha ji naliyê Komeleya Raman a xwendekarên Kurd û pirtûkxaneya Şana hat vekirin.
Li bajarê Bonê pêşangeha pirtûkên a bi zimanê Kurdî hat vekirin û hejmarek Kurdên ku li wî bajarên Almanyayê niştecî ne beşdar bûn.
Serpereştyarekî pêşangehê armanca vê çalakiyê ji Rûdawê re diyar kir û got,Em dixwazin pêşangeh bibe pirek di navbera pirtûk û xwênerên zimanê Kurdî de li diyasporayê.”
Serpereştyarê Pêşangehê Heval Hacî dibêje: “Pirtûkxaneya Şana ji sala 2020an ji aliyê çend nivîskarên Kurd ve li Almanayê hatiye damezrandin. Pirtûkxaneya Şana piranî li ser pirtûkên Kurdî disekîne û hewl dide pirtûkên Kurdî li welatên Ewropayê berbelav bibin.”
Di pêşangehê de, Pirtûkên ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin û herwiha jî pirtûkên ku bi zimanên biyanî li ser Kurd û doza Kurdî ne hatin pêşandan.
Serpereştiyarên pêşangehê pêşwaziya helbestvan Ciwan Qado kirin. Helbestvanê navborî hin parçe helbestên xwe xwendin û ligel beşdarên pêşangehê danûstan kir.
Pêşangeh wekî pirekê di navbera pirtûk û xwênerên zimanê Kyrdî li diyasporayê ji aliyê vê pirtûkxaneyê ve tên vekirin.
Komeleya Raman a xwendekarên Kurd çalakiyên di warên rewşenbîrî û behreyên ciwanên Kurd li Ewropa saz dike. Ew çalakiyên vor bi cor li bajarên Elmanya lidar dike.[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 3,149 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!