Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  584,562
Resim
  123,865
Kitap PDF
  22,077
İlgili Dosyalar
  125,508
Video
  2,192
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
396
Mekanlar 
73
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
9
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,235
Kısa tanım 
1,993
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hepsi bir arada 
273,051
İçerik arama
Helbetsvanê Suryanî Nuri Gunel: Helbestên bi eşqa ji dil barkirî bi tam in
Grup: Kısa tanım
Türk ve Fars işgalciler tarafından ülkenin kuzeyinde ve doğusunda Kurdipedia'nın yasaklanmasından üzüntü duyuyoruz.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Helbetsvanê Suryanî Nuri Gunel: Helbestên bi eşqa ji dil barkirî bi tam in
Helbetsvanê Suryanî Nuri Gunel: Helbestên bi eşqa ji dil barkirî bi tam in
Helbestên Suryaniyan hilma xwe ji dîroka kevnare digrin. Dirêjî Gilgamêş dibin. Ji destan û çîrokên bi zimanê Îsayê Meyremayê, nazikî û kurahiya xwe distînin. Hezkirin û evîndariya ji dil tesîrê lê dike. Evîndariyê de, nirxê cananê herdem bilind e. Bi fermanên kitêba pîroz Încîlê û exlaqê Mesîh, dilgirêdana hetanî mirinê dihênin pê. Sevdayê bilindtir dikin. Girêdana bi êkûdu xurtir dibe û tê roja me. Helbest rengek modern û bi şopên klasîk derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.

Bi sebir in helbestavên Suryaniyan. Mîna eşqa bi naz e, helbestên wan. Wext digre, heta evîn bibe du alî, helbest rengê xwe jê bigre. Evîndariya wan bilind bibe bi wext re, bi awirên çawan, lêvên tî û helbestvan bi dizî dibe şahidên evîndaran. Carna bi naz e canan, ne tê dîtin, ji hemêzkirin û ramûsanekê ne amade ye û helbestvan dibê pila dilê herduwan, tercumaniyê ji hîsên wan re dike.

Tu cana min
tu stranek evîndariyê
di dilê evîndaran
ji lêvên dilbikulan dirêjê
bi awazên wê re
mîna çîrokên hezar û sed şevî
û bi evîna dilêm sotandî
heta mirinê
ez ê pê re binalim
û ristên nû lê zêde bikim…

Helbetsvanê Suryanî Nuri Gunel, bi helbestên xwe li ser evîndarî û hesreta xerîbiyê û welêt tê nasîn. Di medya civakî de, pir tê xwendin. Gunel, bi eslê xwe ji Tora Evdînê, Keferzê, gundek ji ê Midyadê ye. Pişta xwendina navîn, dibistanê bi cî dihêle û li Amedê li tesîsên Natoyê dixebite. Paşê li Almanyayê bicîh dibe. Bi teqawîta xwe re, jiyana Europayê bi cî dihêle û tê Amedê. Niha li wir dijî. Me xwe gihand wî û em pê re, li ser helbestên wî, eşqa kur û hesreta welêt axifîn.

Çi demê nivîsîna helbestan dest pê kir? Ji kerema xwe qala helbesta xweyî pêşî bike…
Nuri Gunel: Navê helbesta minî pêşî ”Meçhul” bû. Min di sala 1981 î de li Almanyayê nîvîsî bû. Bêhtir nakokiyên civakî dihanî zimên. Pirsgirêkên ”welatê nû” hemêz dikir. Ez demekê baş bi nivîsîna helbestan mijûl bûm. Paşê, giraniya xebatên min li ser muzîkê ket navbêrê. Hetanî sala 2010 an wiha domiya. Lê herdem, nivîsîn û cihê helbestê di dilê min de bû. Êdî, min fêm kir ku, ez nema karim rê li pêşiya hîsên ku bû mîna lehiyekê, bigrim. Bi xurtî li nivîsîna helbestan vegeriyam.

Helbestên te de, evîndarî bi hîsên pir kur û zimanek bilind tê zimên. Çima? Hinekî qala helbest û evîndariya xwe bike…
Nuri Gunel: Bê evîndarî, eqşa ji dil, bêmiradî, hesret û hîsên zindî, helbest nayê rayê. Eşqa ji dil û bi dil, dikare wê hîsa bilind îfade bike. Ev hîs û êşa evînê ku bi mirov re diçe heta gorê, helbestê zindî dike û hilma însanî didiyê. Lewra eşq hîsek însanî ye, ew hîs, bi evîndariya ji dil xwe dide der. Dibe helbest, çîrok ji roman û fîlman re.

Dema biçûkbûnê bi dawî bû û ciwantiyê dest pê kir, ez aşiqî dîlberekê bibûm. Bi heft dilan, dil ketimê de. Miradê me tev nebû. Çend havîn û çend çile di ser ve derbas bûn, ez nizanim. Ez zewicîm û evînê jî wiha. Belê, piştî ewqas û dem û sal derbas bûn, li deverekê liqayî hev bûn. Volkana dilê min ku min, vemirî dihejmart, razayî derket. Min fêm kir ku, jibîrkirina eşqa pêşî ne hêsan e. Em herdu jî zewicî bûn. Adet û tore, bawerî û bêşensiyê, di nav me de, çiyayên bilind, bi newalên kur lêkiribûn. Tenê peyv mabû û hîs dibû zimanê dil. Pênûsê derdê min dihanî zimên. Piştî dîna wê, êdî helbest bûn sebra min.

Yarê
min xwest te jibîr bikim
xweliya ji bîranînan maye
bikim goristan
tê de bi cîh bikim
nebû
min nikarî bû
sevda te bedena min rapêçabû
dest hatibûn girêdan
di şûna te te de yara min
her roj
ji nû ve dibim qûrban…

Hilma hesretê ji helbestên te difure. Bêriya welêt, axa lê mezin bûye, mirovên li wir dijîn û xweza, tev tê de cî digre. Mîna gelek helbestvanê Suryaniyan, tu jî helbetsên xwe derbarê bêrîkirinê, bi evînê dikemilînî. Tu dikarî qala vê hereta xwe ji me re bikî?
Nuri Gunel: Belê. Mirov bi erd, cîh, çand û zimanê xwe heye, bihêz e.

Piştî derketina derveyî welêt, hesreta welêt, cîh û axa ez lê mezin bûm, nas û dostan, mirovên wir di dilê min de bû. Bêrîkirin û hesret di helbestan de dihatin zimên, lê ez bi xwe jî di nava wan peyvan de, di helbestê de bûm. Min nema debar kir û ez li cî û welatê bav û kalên xwe zivîrim. Niha êş sivik bûye, lê bandora wê êşê di hemû azayên laşê min de, hêdî hêdî xwe dide der.

Ez gelekî hez ji axa welatê xwe a sor û reş dikim. Tevayê însanên vî cihî dikim. Ji bo min, ji zêr û yakudê jî bi nirxtir in. Ev girêdan û hezkirina min hetanî mirinê jî wê bidome. Hezkirin wê tevlî axa gora min bibe û bibe kulîlk, bêhna dostaniyê û hezkirinê belav bike.

Reng û baweriyên welatê min, Kurd, Suryanî, Ezdî gelek êş dîtine, kişandine. Di nav mecalên kêm û jiyanek dijwar, mîna duhî îro jî, dijîn. Bi derdê wan re dijîm û êşa wan di dilê xwe hîs dikim. Ez jî niha bi wan re me, heman êşê dikşînim. Eger bibe qismet, dewr bê guhertin, şertên baştir werin pê, ez dixwazim roja xweşiya wan jî li nik wan bim, bi wan re bikenim, kêfê parvekim.

Evîna hezkirina min, weke helbestvanekî Suryanî, ev e. Sira vê, heskirin e. Girêdan e.

Di berbanga piştî şeva kor û tarî
qêrînî û axîna ji Nînovayê bilind dibû
dikir lehî ji hêstirên dayikan
çiyayên Colemêrgê li ber xwe dibir
tevlî Zêyê Mezin dibû
çav û dilê minî bûye gol ji hêstirên xwînî
ava wê sorereş dikir…

Em helbestên we bi saya medya civakî dixwînin. Pir tên xwendin û belavkirin. Niyeta te û berhevkirina wan di kitêban de heye, an na?[1]
Nuri Gunel: Belê, planek minî wiha heye. Ez li ser wan kar dikim. Ez dixwazim wan di pirtûkan de bicivînim. Bêhtir bi turkî ne. Ez dixwazim helbestên min, li Amedê, bajarê kevnare, di nav xelk û baweriyên jê hez dikim, bi kurdî jî bêne xwendin. Lewra ji bo wergêra wan, li benda hevkariya dostên mîna we me…

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 1,484 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | کوردیی ناوەڕاست | Cîhana Weşana
Bağlantılı yazılar: 3
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 15-08-2015 (10 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Şiir
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 95%
95%
Bu başlık Sara Kamele tarafından 19-06-2022 kaydedildi
Bu makale ( Aras Elincaği ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Aras Hiso tarafından 30-11-2024 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 1,484 defa görüntülendi
QR Code
Bağlantılı dosya - Sürüm
Tür Sürüm Editör Adı
Fotoğraf dosyası 1.0.126 KB 19-06-2022 Sara KameleS.K.
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.203 saniye!