کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
درباره کوردیپیدیا
آرشیویست های کوردیپیدیا
ارسال
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
 جستجو بدنبال
 ظاهر
  حالت تاریک
 تنظیمات پیش‌فرض
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
کتابخانه
 
ارسال
تماس
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 بیشتر...
 بیشتر...
 
 حالت تاریک
 نمایش اسلاید
 اندازه فونت


 تنظیمات پیش‌فرض
درباره کوردیپیدیا
آیتم تصادفی
قوانین استفادە
آرشیویست های کوردیپیدیا
نظرات شما
گرد آوریها
فرهنگ کوردیپیدیا
شرکای ما
فعالیت ها
کمک
کرونولوژیا از وقایع
 
 بیشتر
 نامنامەی کردی
 روی جستجو کلیک کنید
آمار
مقالات
  622,516
عکس ها
  130,878
کتاب PDF
  22,702
فایل های مرتبط
  139,649
ویدئو
  2,255
زبان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish
333,228
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
101,181
هەورامی - Kurdish Hawrami
68,580
عربي - Arabic
50,422
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
30,548
فارسی - Farsi
19,220
English - English
8,803
Türkçe - Turkish
4,074
Deutsch - German
2,176
لوڕی - Kurdish Luri
1,785
Pусский - Russian
1,151
Français - French
373
Nederlands - Dutch
132
Zazakî - Kurdish Zazaki
116
Svenska - Swedish
85
Español - Spanish
68
Italiano - Italian
66
Polski - Polish
62
Հայերեն - Armenian
57
لەکی - Kurdish Laki
40
Azərbaycanca - Azerbaijani
35
Norsk - Norwegian
25
日本人 - Japanese
24
עברית - Hebrew
23
中国的 - Chinese
22
Ελληνική - Greek
20
Português - Portuguese
16
Fins - Finnish
14
Catalana - Catalana
14
Esperanto - Esperanto
10
Тоҷикӣ - Tajik
9
Ozbek - Uzbek
9
українська - Ukrainian
6
Čeština - Czech
6
ქართველი - Georgian
6
Srpski - Serbian
6
Hrvatski - Croatian
5
Lietuvių - Lithuanian
5
балгарская - Bulgarian
4
Kiswahili سَوَاحِلي -
3
हिन्दी - Hindi
2
Cebuano - Cebuano
1
қазақ - Kazakh
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)
1
گروه
فارسی - Farsi
زندگینامە
8,910
اماکن
4,283
منتشر شدەها
1,412
شهدا
1,009
کتابخانه
877
تحقیقات مختصر
801
اماکن باستانی
445
تصویر و توضیحات
372
آثار هنری
264
شعر
181
حیوانات کوردستان
173
انفال شدگان
172
مدارک
81
احزاب و سازمان ها
51
موزه
43
نقشه ها
41
دفترها
25
ایل - قبیله - فرقه
24
تاریخ و حوادث
18
ویدئو
17
آمار و نظرسنجی
16
مسائل زنان
4
بازی های سنتی کوردی
1
مخزن فایل
MP3 
4,836
PDF 
36,160
MP4 
4,649
IMG 
249,807
 مجموعا-همەباهم 
295,452
 آمار
جستجوی محتوا
Ji PJAK’ê peyama 1’ê Gulanê
گروه: تحقیقات مختصر
زبان مقاله: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
زنان کوردیپیدیا، رنج ها و موفقیت های زنان کرد را در پایگاه داده معاصر ملت خود آرشیو می کنند..
Copy Link
0
E-Mail
0
Facebook
0
LinkedIn
0
Messenger
0
Pinterest
0
SMS
0
Telegram
0
Twitter
0
Viber
0
WhatsApp
0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Español - Spanish0
Italiano - Italian0
Français - French0
Deutsch - German0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Тоҷикӣ - Tajik0
Hrvatski - Croatian0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Srpski - Serbian0
Ozbek - Uzbek0
Esperanto - Esperanto0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
ქართველი - Georgian0
Cebuano - Cebuano0
балгарская - Bulgarian0
हिन्दी - Hindi0
Čeština - Czech0
Lietuvių - Lithuanian0
Catalana - Catalana0
қазақ - Kazakh0
українська - Ukrainian0
Pусский - Russian0
Fins - Finnish0
Norsk - Norwegian0
日本人 - Japanese0
中国的 - Chinese0
Հայերեն - Armenian0
Ji PJAK’ê peyama 1’ê Gulanê
Ji PJAK’ê peyama 1’ê Gulanê
{span style="font-weight:bold;"}Ji PJAK’ê peyama 1’ê Gulanê{/span}

PJAK’ê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ragihand ku karker hêza rastîn a afirîneriya jiyana civakî û aborî ne.
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:
“Roja yekem a meha Gulanê, Roja #Karkerên# Cîhanê, roja çespandina têkoşînê û gihîştina lûtkeya wê ye. Rojeke ku berxwedana mirovî li hemberî pergalên ku kar wek amûreke çewisandinê bi kar tînin û mirovan dikin koleyên modern, tîne bîra mirov. Di hemwextê pêşwazîkirina vê rojê de ku bi dehan salin desthilatdariya zordar a Komara Îslamî ya Îranê û zilma wê, tevî şerê berdewam ê bi Îsraîl û Amerîkayê re, jiyan û debara karkeran xistiye ber nediyartiyê.
Karker, hêza rastîn a afirîner a jiyana civakî û aborî ne. Ew ne tenê çerxên hilberînê dixin tevgerê, lê bi destên xwe yên bi xebat û vîna xwe ya bi hêz, bingehên rastîn ên civakeke azad û demokratîk ava dikin. Lê di pergalên yekperest û dewlet-navend de, heman ew hêza afirîner û kedkar, bûye amûrek ji bo komkirina milk û desthilatê di destê komeke diyar de.
Sîstema kapîtalîst a ku îro li hemû cîhanê serdeste, sîstemeke pir hişk û bêrehme ku mirovan diçewisîne. Ev sîstem her ku diçe neheqiyê zêdetir dike û bi plan tevdigere. Îro ev sîstem zîrekiya destçêkirî (AI) ne ji bo feydeya mirovan, lê ji bo ku hîn zêdetir mirovan ji kar derxîne, bêkar bihêle û wan hîn feqîrtir bike bi kar tîne. Ev rewşa nebaş ya bêkarî û hejariya bi vî rengî di dîrokê de tu carî wekî niha nehatiye dîtin. Di vê pergalê de karker ji agahî û jêhatîbûnê bêpar tên hiştin û ji çerxa xwezayî ya jiyanê tên dûrxistin. Bêguman cîhaneke bi vî rengî dê hîn metirsîdartir bibe.
Roja Karkeran, roja yekîtiya hemû kedkarane, yekîtiya karkeran, jinên karker, ciwanan û hemû çînên bindeste. Ev roj, ne cejna koletiyê û ‘karkerbûnê’ ye, cejna berxwedan û têkoşîna ji bo rizgariya ji her cure zordarî, çewisandin û cudakariyê ye. Divê neyê hiştin ku diyardeya ‘kar’ wekî amûrekê ji bo çînayetîkirin û neyeksankirina tirsnak a civakê were bikaranîn. Di cîhana îro de, çewisandina hêza kedê li gel wêrankirina xwezayê hevseng dimeşe. Karker tenê dema ku xwe ji zincîrên koletiya modern rizgar bikin, wê demê dikarin bibin parêzvanên rastîn ên jîngehê. Azadiya karker, azadiya xwezayê ye jî.
Em bi taybetî dengê jinên karker bilind dikin, ew kesên ku di bin siya cudakariya zayendî de du qat tên çewisandin û beşa herî bindest a civaka karkeranin. Ti civakeke ku tê de jinên karker bi vî rengî rastî sivkayetî û çewisandinê tên, nikare îdîaya dadperwerî û azadiyê bike.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her roj karker ji aliyê desthilata hikûmetê ve rûbirûyê hejarî, bêkarî, binpêkirinên mafan û talankirina destheqê dibin. Bi hezaran kombûn û nerazîbûnên karkeran yên di salên dawî de, hem nîşaneya kûrahiya karesata debara jiyanê ye, hem jî şahidê vîna têkoşer a kedkaran ya ji bo bidestxistina mafên wane.
Îro, siya şerê wêranker yê ligel Îsraîl û Amerîkayê barekî girane li ser milê karkeran. Ji keda karkeran bo bi milyaran dolar li şûna nan û jiyanê, bi mûşek, dron û wesayîtên serbazî tê dayîn û bi milyonan karker bêkar mane.
Vî şerî hejarî, enflasyon û bêkariyê li ser milên kedkaran girantir kiriye. Debara milyonan malbatên karkeran ber bi têkçûnê ve dibe. Ji ber vê çendê karker naxwazin bibin qurbaniyên nakokiyên hêzan. Ew azadiyê dixwazin, neku şer û birsîtiyê. Yanî tenê rêyek heye ew jî pêşxistina têkoşînek birûmet a sivîl ya karker û çînên din ên civakê ye.
Roja cîhanî ya karkeran roja nûkirina peymana li gel vê têkoşînê ye. Têkoşînek ku tenê bi rêxistinkirina berfireh, piştgiriyek rasteqîn a hemû çînên hatine çewisandin, berdewamiya berxwedaniya sivîl û demokratîk digihe encamê.
Karker ne bitenê ne. Jin, ciwan û hemû kesên ku rûbirûyê zilm, cûdakarî û çewisandinê bûne pêwîste di eniyek yekgirtîde bisekinin. Daku civakek avakin ku têde ‘kar’ amraza rizgariyê be, neku koletî. Civakek ku têde mirov û xweza herdu ji çengên wêrankariyê rizgar bibe.
PJAK roja cîhanî ya karkeran li tevayî karker û kedkarên Kurdistan û Îranê, cîhanê, Rêber Apo û malbatên şehîdan pîroz dike. Bêguman em tev bihevre bi yekitî û piştgiriya bi hevre dikarin têkoşîna rewa, demokratîk û azadîxwaz bigihînin lûtkeyê.
Em bang li tevahî gelê Kurd, bi taybetî karker, kedkaran, jin, ciwanan, rewşenbîr û çalakvanan dikin ku di Roja Cîhanî ya Karkeran de bi pêşxistina têkoşîna xwe ya bêrawestan, çalakiyan li ser bingeha ‘Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgrêka Kurd’ bigihînin lûtkeyê. Amadebûna hemû karker û tebeqeyên civakê di qadan de, yekane rêya pêkanîna azadî û demokrasiyê ye. Bila azadiya çîna karker bi azadiya tevahiya civakê re mîsoger bibe.
Her wiha roja 1’ê Gulanê hemwexte ligel salvegera şehadeta şehîdên Komîteya Ragihandinê ya PJAK’ê. Em van şehîdan bibîrtînin û soz didin ku têkoşîna wan a ku ji bo parastina tevahiya civakê û beriya her kesî jî ji bo çînên kedkar û hejarên civakê bû, bigihînin armancê. Ruhê wan şad û bîranîna wan bi xêr be.” [1]

کوردیپیدیا مسئولیتی در قبال محتویات این مطلب ندارد و صاحب آن مسئول است. کوردیپیدیا آن را برای اهداف آرشیوی ضبط کرده است.
این مقاله 344 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
هشتگ
منابع
آیتم های مرتبط: 4
زبان مقاله: Kurmancî
تاریخ انتشار: 30-04-2026 (0 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
محتوای مطلب: مقالە و مصاحبە
محتوای مطلب: اخبار
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کشور - اقلیم: کوردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد:99%
99%
این مقاله توسط: ( Aras Hiso) در تاریخ: 01-05-2026 ثبت شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: Sara Kamela در 01-05-2026 بروز شده است
آدرس مقالە
این مقاله 344 بار مشاهده شده است
QR Code
فایل های پیوست شده - ورژن
نوع ورژننام ویرایشگر
بیشتر
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.92
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان باز کردن صفحه: 0.14 ثانیه
لطفا کمی صبر کنید