$Zarokên DAIŞ`ê li kamp û navendên rehabîlîtasyonê.. (Metirsî, kêşe, û rêyên çareserîyê)$
Dosyaya zarokên ku ji herêmên desthilatdarîya #DAIŞ# `ê, yên li Sûrîyayê, hatine derxistin, ji bo civaka xwecihî û navdewletî pirsgirêkeke mezin û metirsîdar e, çimkî gelek kêşeyê wê yên mirovî, qanûnî, ewlekarî û sîyasî hene. Ev yek li rex mayîna wan li kampan û di jîngeheke ji belavbûna fikirê radîkal û tundrew, û sûcan re vekirî.
Tevî derbasbûna zêdetirî pênc salan di ser têkçûyîna erdnîgarî ya DAIŞê re, hîna jî çarenûsa zêdetirî 32 hezar zarok li gel dayikên xwe, û jinên kampên Hol û Roj û navendên rehabîlîtasyonê ne dîyar e. Ev yek li gel zêdebûna metirsîyên li herêmê ji alîyekî ve, û metirsîya li ser zarokan bixwe ji alîyekî din ve.
Di wextekî de ku hewla jinên DAIŞ`ê, bi taybet ên bi navê “Muhacîrat” li ser stratejîya veguherandina kampa Holê bo dewleteke piçûk a DAIŞ`ê berdewam e, her wiha zêdekirina hejmara zarokan û perwerdekirina wan li ser esasê fikirê DAIŞ`ê bi rêya gelek rêbazan, di serî de jî avakirina nifşekî nû ji “artêşa DAIŞ a paşerojê”.
Pirsgirêka lêkolînê
Pirsgirêka lêkolînê eşkerekirina alîyên xeterîya dosyaya zarokên DAIŞ`ê ye, ku roj bi roj xeterîya wan li kampan û li nav jîngeheke xwedî fikirekî radîkal zêdetir dibe, da ku paşê bibine weke bombeyên li ber teqînê. Li alîyekî din, lêkolînkirina kêşe û girêkên vê dosyayê, û gelo civaka navdewletî heta çi radeyê li hember vê dosyayê bi erka xwe radibe, nemaze di milê vegerandina malbat û zarokên ne sûrî an îraqî ber bi welatên wan ên resen ve. Her wiha nirxandina asta xeterîyên zarokên malbatên DAIŞ`î yên sûrî û îraqî li ser herêmê, di wextekî de ku guhdana bi wan di milê jinûve-perwerdekirinê de pirr kêm e.
Li ser vî esasî, em dikarin pirsgirêka lêkolînê bi vê pirsa sereke girê bidin: “Gelo xeterî û kêşeyên girêdayî dosyaya zarokên DAIŞ`ê li kamp û navendên rehabîlîtasyonê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê çi ne?”.
Îcarê di vê lêkolînê de, em dê sedem û faktorên sereke yên vê kêşeyê bi rêya bersivdayîna pirsên li jêr, rave bikin?
Faktor û sedemên sereke yên ku hiştin xeterîya zarokên DAIŞ`ê zêdetir bibe çi ne?
Rewş û jîngeha kampan heta çi radeyê destekê didin zêdebûna xeterîya wan zarokan li ser herêmê ji alîyekî ve, û li ser wan zarokan bixwe ji laîyekî din ve, çimkî ew jî weke qurbanên şer tên dîtin?
Gelo DAIŞ hewl dide stratejîya vegerandina “xîlafet”ê bimeşîne, bi amadekirina nifşekî nû ji zarokan, ku li kampan zêde dibin?
Gelo erkê Hevpeymanîya Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê tenê bi têkbirina rêxistinê di biwarê leşkerî û erdnîgarî de sînordar e? yan jî divê ew berpirsîyarîyên xwe di rûbirûbûna bandor û bermahîyên ji DAIŞê, bi taybetî dosyaya bi hezaran zarokan li kamp û navendên rehabîlîtasyon û guhdanê bigire ser xwe?
– Gelo nebûna berpirsyarîya welatên pêwendîdar ji bo vegerandina welatîyên xwe ji malbatên DAIŞê, van metirsîyan zêdetir dike û çareserîya doseya wan aloz dike?
Çareserîyên heyî yên ji bo rêgirtina li ber metirsîyên zarokên DAIŞ’ê çi ne? Ma ew têr û bibandor in, an xeterî hîn jî hene û roj bi roj tevlihevtir dibin?
Girîngîya Lêkolînê
Girîngîya vê lêkolînê di ronîkirina gelek xalên tarî yên dosyaya zarokên DAIŞê de, alozîyên wê û lêkolînkirina metirsîyan di hemû alîyan de ye. Her wiha, eşkerekirina kêşeyên herî girîng ên vê dosyayê di biwarên “ewlehî, civakî, derûnî, yasayî” û yên din de û vekolandina sedem û encamên van pirsgirêkan, ji bo pêşnîyarkirina çend çareserîyên guncaw ji bo vê dosyayê.
Armancên Lêkolînê
– Lêgerîna li pirsgirêkên herî girîng di dosyaya zarokên DAIŞ’ê de li kampên Hol û Roj û navendên rehabîlîtasyonê li bakur û rojhilatê Sûrîyayê.
– Naskirina metirsîyên ku ev zarok dikarin li ser civakên xwecihî û navdewletî çêbikin.
– Destnîşankirina metirsîyên herî dîyar ên li ser van zarokan, ku weke mexdûrên şer û terorê tên dîtin.
– Destnîşankirin û pêşkêşkirina çend pêşnîyar û çareserîyên gengaz ji bo çareserkirina dosyaya zarokên DAIŞê.
Rêbaza lêkolînê Lêkolîn xwe dispêre rêbaza wesfî û analîzkirinê ku armanca wê ew e; bûyer û geşedanên herî girîng rave bike û hejmar û serjimarîyên girêdayî zarokên DAIŞ`ê li kampên koçberî û navendên guhdanê pêşkêş û analîz bike; da ku bê zanîn gelo asta metirsîya wan zarokan gihîştîya kuderê, û pirsgirêkên herî berçav ên bi ser dosyaya zarokên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê destnîşan bike. Li nik wê jî, nimayşkirin û dahûrandina çareserîyên demkî yên pêşîlêgirtina li ber metirsîyên zarokên DAIŞ`ê, û zanîna bikêrhatina wan a sînordarkirinê yan jî kêmkirina van metirsîyan. [1]