Nav û Paşnav: Ahet Quwe
Nasnav: Şiyar Kurdistan
Cihê Jidayikbûnê: Mahabad
Navê Dayik – Bav: Kurdistan – Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: #12-01-2025# / Zap
ŞIYAR KURDISTAN
Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi welatparêziya xwe ya mezin û berxwedêriya xwe tevî hemû êrîşên dijmin jî kariye çanda xwe ya dêrîn biparêze. Hevrêyê me Şiyar li bajarê Mahabadê ku bi kokên wê yên dîrokî û ruhê wê yê serhildanê tim zindî ne, ji dayîk dibe, bi hişmendiya welatparêziyê mezin dibe. Dilsoziya malbatawî ya ji nirxên me re û tevlîbûnên ji derdora wî yên ji bo Partiya me ji hevrêyê me Şiyar re dibin derfet ku hê di zarokatiya xwe de Tevgera me nas bike. Hevrêyê me yê ku bi çand û exlaqê ji malbata xwe distîne mezin dibe, tevî ku neh salan diçe dibistanên rejîmê jî tim karî nirxên xwe biparêze. Hevrêyê me piştre dev ji dibistanên rejîmê berdide û ji bo debara malbata xwe şivantiyê dike. Hevrêyê me Şiyar di dema şivantiyê de gelekî ji xweza û çiyayên Kurdıstanê hez dike û mekanên gerîlayan ên pîroz mereq dike. Tim xeyala rojên tevlîbûna nava refên gerîlayan dike. Şer û fedaîbûna gerîlayan ên ji bo Kurdistaneke azad dibin sedem ku hevrêyê me Şiyar bikeve nava hin lêpirsînan. Hevrêyê me her çend zulma netewedewletan a li ser gelê me ya li çar perçeyên fêm dike ji bo tevlîbûna nava Tevgera me lêgerînên xwe zêde dike. Bi taybetî jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên li serdestkeftiyên gelê me, ji têkoşîna gerîlayên ku bi fedaî li ber xwe didin û gelê me diparêzin hêzeke mezin digire. Hevrêyê me yê ku pê dihese ku îradeya Apoyî tu têkçûnan qebûl nake û bes berê xwe dide serkeftinê, di hemû waran de dest bi lêpirsînên wijdanî dike. Firotina jinên Şengalî ya li bazaran, berxwedana li Kobanê ya destanî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Berxwedana Rêveberiya Xweser ên hovane ji bo hevrêyê me dibin egerên tevlîbûnê. Hevrêyê me Şiyar di dema ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş zêde dibin û ji bo tasfiyekirina gerîlayan operasyon tên lidarxistin de tevlî nava refên gerîlayan dibe.
Hevrêyê me yê ku di sala 2017’an de digihîje qadên ku xeyala wan dike, jiyana gerîlayan û xwezaya Kurdistanê bandoreke mezin lê dikin. Perwerdeya şervanên nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibîne. Bi terzê xwe yê pirskirinê yê di perwerdeyan de ji xwe re dike armanc ku bibe gerîlayekî pispor. Hevrêyê me Şiyar pêvajoya perwerdeyê ji bo xwe dike zemîna pêşketineke nû. Li gel analîzên Rêbertiya me yên têkildarî kesateyiyê û dersên ku distîne dikeve nava lêpirsînên mezin û bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe temam dike. Bi hêza ku ji perwerdeyan digire derbasî qadên pratîkê yên lê derfeta pêkanînê bi dest bixe, dibe. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, zindî û berxwedêr tevî ku gerîlayekî nû ye jî gelek erkên dijwar bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hemû kêliyên jiyanê di çarçoveya perwerdeyê de nirxand, ji tecrûbeyên hevrêyên xwe sûd wergirt, bi xwe ew pêk anîn û li gel şer xwe pêş xist. Hevrêyê me Şiyar ji bo ku di şerê heyî de bi awayekî çalak cih bigire xwe pêşniyar dike. Weke milîtanekî Apoyî ji bo ku terz û tempoya Rêbertiyê di kesayetiya xwe de biafirîne bû xwedî kedeke mezin. Girêdayî vê yekê hevrêyê me ku dixwaze beşdarî Hêzên Taybet bibe, ji bo ku armancên xwe pêk bîne kedeke mezin nîşan dide. Di pêvajoya ku milîtanên Apoyî yên fedaî li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên mezin li dagirkeran dixin û li seranserê cîhanê têkneçûyîna îradeya Apoyî didin îspatkirin de beşdarî perwerdeyên Hêzên Taybet dibe. Hevrêyê me yê ku dizanîbû pêvajoya şerê dijwar yê heyî tevlîbûneke fedaiyane hewce dike, sekneka xwe ya fedaî li hemû deveran nîşan da. Di pêvajoya perwerdeyê de tevlîbûneke hevsengî îdîaya fedaîbûnê nîşan da û xwest ji pêvajoyê re bibe bersiv. Şehîdên me yên ku bi çalakiyên xwe navên xwe li dîroka têkoşîna me dane nivîsandin, ji xwe re kirin rêber. Hevrêyê me yê ku bi saya perwerde û kûrbûnên ku di bin sîwana Hêzên Taybet de li cem peyda dibin terzê fedaîbûnê bi dest dixe, derbasî Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dibe ku lê şerekî dijwar heye.[1]