کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
درباره کوردیپیدیا
آرشیویست های کوردیپیدیا
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
 جستجو بدنبال
 ظاهر
  حالت تاریک
 تنظیمات پیش‌فرض
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
کتابخانه
 
ارسال
   جستجوی سریع
تماس
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 بیشتر...
 بیشتر...
 
 حالت تاریک
 نمایش اسلاید
 اندازه فونت


 تنظیمات پیش‌فرض
درباره کوردیپیدیا
آیتم تصادفی
قوانین استفادە
آرشیویست های کوردیپیدیا
نظرات شما
گرد آوریها
فرهنگ کوردیپیدیا
شرکای ما
کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
کمک
 بیشتر
 نامنامەی کردی
 روی جستجو کلیک کنید
آمار
مقالات
  600,826
عکس ها
  126,618
کتاب PDF
  22,390
فایل های مرتبط
  132,982
ویدئو
  2,209
زبان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,482
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,766
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,157
عربي - Arabic 
46,850
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,894
فارسی - Farsi 
17,491
English - English 
8,630
Türkçe - Turkish 
3,891
Deutsch - German 
2,068
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
368
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
گروه
فارسی
زندگینامە 
8,589
اماکن 
4,283
احزاب و سازمان ها 
51
منتشر شدەها 
17
تصویر و توضیحات 
367
آثار هنری 
264
تاریخ و حوادث 
18
نقشه ها 
41
اماکن باستانی 
445
کتابخانه 
874
تحقیقات مختصر 
799
شهدا 
1,009
انفال شدگان 
169
مدارک 
81
ایل - قبیله - فرقه 
24
آمار و نظرسنجی 
16
بازی های سنتی کوردی 
1
ویدئو 
17
شعر 
181
مسائل زنان 
4
دفترها 
25
موزه 
43
حیوانات کوردستان 
173
مخزن فایل
MP3 
2,753
PDF 
35,242
MP4 
4,322
IMG 
241,559
∑   مجموعا-همەباهم 
283,876
جستجوی محتوا
​​​​​​​Hesen Koçer: Şoreşa Rojava hêviyeke mezin da demokratên li cîhanê
گروه: تحقیقات مختصر
زبان مقاله: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هر گوشه و کنار کشور، از شرق تا غرب، از شمال تا جنوب... منبع کوردیپیدیا می شود!
اشتراک گزاری
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Hesen Koçer: Şoreşa Rojava hêviyeke mezin da demokratên li cîhanê
Reportaj Summay
HEVPEYVÎN

Hesen Koçer Şoreşa 19`ê #Tîrmehê# bi pergaleke fikrî ya ji bo afirandina civakeke azad wesifand. Her wiha diyar kir ku ev şoreş, di heman demê de şer dike û ava dike. Koçer anî ziman ku lihevkirina pêkhateyan çareseriya yekane ya xilasiya ji tevliheviya herêmî ye.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer têkildarî salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bersiva pirsên ajansa me (ANHA) da.
Koçer asta ku şoreş gihaştiyê, êrişên dijwar ên li dijî herêmê, hewldanên aliyên herêmî ji bo tunekirina projeya demokratîk, şer û avakirina ku şoreş di heman demê de pêk tîne, pêwîstiya tîfaqa erebî, kurdî û pêkhateyên din ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, li gorî rêgezê şerê gel ê şoreşgerî xebitîn, girîngiya xebatên siyasî ji bo nasandina şoreşê li ser astê cîhanê û hewldanên naskirina şoreşê nirxandin.

Hevpeyvîn wiha ye:
Tevî hemû êrişan hûn berdewama Şoreşa 19`ê Tîrmehê çawa dinirxînin, hêza ku ev şoreş xwe dispêre wê çi ye û hewl dide çi pêk bîne?
Destpêkê dema em behsa berdewamkirina şoreşê bikin, divê ev şoreş xwedî stratejî û pergaleke fikrî û felsefe be. Ya herî girîng jî fedakarî ye. Şoreş bi berzkirina dirûşman berdewam nake.
Şoreşên di sedsala 20`an de hewl dan dewletê hilweşînin û dewleteke din ava bikin. Hemû şoreş ji mijara dewlet û desthilatê xilas nebû û hewl dan civakê dûr bixin. Ji ber wê ew şoreş bi temamî bi bin ketin di nav de yên sosyalîzmê
Heke şoreşek hewl bide berdewam bike, divê di radeya yekemîn de civakî be. Wê demê em dikarin bêjin di rêya rast de ye. Şoreşa 19`ê Tîrmehê têgeheke felsefî ya nû ji xwe re kir bingeh ew jî avakirina civakeke azad û demokratîk e. Ne avakirina dewleteke din û hilweşandina dewletê ye. Ji ber wê divê em şoreşa 19`ê Tîrmehê fêm bikin ku ji şoreşên din ên berê cudatir e. Armanca vê şoreşê, ne avakirina dewletê yan jî desthilatê ye lê belê firehkirina qada demokratîk e da ku li şûna pergala dewletê be.
Dozên civakî di nav de yên jinan, li ser hev kom bûne û gelek ji wan bûne girêkên civakî. Ji ber wê divê em têgehên şoreşê rast bikin ji bo şoreşê berdewam bikin. Ji lew re em dikarin Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi şoreşekê bi nav bikin ku xeta şoreşên berê yên li herêmê li dar ketine, rast kiriye.

Fîlozof Noam Chomsky berdewama Şoreşa Rojava wek mucîzeyekê wesifand, gelo ev çi wateyê dide?
Dema nivîskarek wiha bi nav û deng li Rojhilata Navîn, li gel vî şerî û vê wêraniya mezin û êrişan behsa vê yekê bike, ev wesifandin ji bo cîhanê tê fêmkirin. Niha tu şoreşek bi vî şeklî û bi vê pergala temam tune ye. Ji ber vê, bi rastî ev şoreş mucîze ye.

Xeteriyên herî mezin ên li ser şoreşê çi ne. Gelo çawa gel, hêzên leşkerî û siyasî dikarin li hemberê bisekinin?
Bi rastî, şoreş li ser asta hundir û derve têkoşînekê dimeşîne. Civaka herêmê ji gelek serdeman ve di bin hukmê pergaleke desthilatdar de jiya. Gelek dijwar e ku civak ji vê zihniyetê xilas bibe. Ev li pêşiya şoreşê astengiya herî mezin e. Hişyarkirina civakê, pêşxistina wê ji aliyên siyasî, civakî û çandê ve, bilindikirina pîvana exlaqê di civakê de, armanca sereke ya şoreşê ye. Xilasiya ji vê zihniyeta desthilatdar astengiya herî mezin. Bi derbaskirina wê re em dikarin vê civakê azad bikin, dozên civakî yên nakok çareser bikin. Lê di pêkanînê de kêmasî bi awayekî mezin derdikevin. Sedem jî ew e ku endamê civakê, hîna di bin bandora wê zihniyeta desthilatê ye. Di encamê de kêmasî derdikevin û rexneyên gel li rêveberiyê jî zêde dibin. Ji ber wê bi nêrîna min avakirina zihniyeta azad, astengiya herî mezin li pêşiya şoreşê ye.

Li aliyekî din, hêzên herêmî êrişî vê şoreşê dikin. Destpêkê, êrişên leşkerî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê pêk tînin. Ruxmî ku ev gel li dijî terorê şer kir û DAIŞ tune kir, lê dewleta Tirk a dagirker ku sponserê DAIŞ`ê ye hewl dide tola binkeftina wan ji herêmê hilîne. Di encamê de bê aramî û bê îstîqrarî li herêmê çêdibe. Pê re rêveberî û civak bi vî şerî mijul dibin. Ew jî bi xwe re lawaziyek di aliyê xizmetguzarî de tîne. Ji ber wê, zêdetirî nîvê budceya herêmê ji bo piştgiriya hêzên leşkerî û berxwedana wê li hember êrişan û parastina destkeftiyên şoreşê tê veqetandin.
Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji Kobanê destpê kir, îro jî rûbirûyî gefên dewleta Tirk e. Dagirkeriya Tirk hewl dide dergûşa şoreşê û bajarê Minbicê yê stratejîk dagir bike. Projeya demokratîk a li herêmê têk bibe. Yanî mirov dikare bêje ku ew xeteriya herî mezin ku li ser şoreşê gef e.
Ya duyemîn, kesên girêdayî Tirkiyê û rejîma Sûriyê êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, armanca wan tevliheviyê derdixin, bi vê yekê armanc dikin vîna civakê zaîf bikin. Li rex wê, dorpêça tengav a li ser herêmê heye ku wek amûrekê ji bo koçberkirina şêniyan û zaîfkirina baweriya wan bi şoreşê tê bikaranîn. Pergalên herêmî li dijî gelê herêmê di hemû qadan de şerekî taybet dimeşînin, madeyên hişbirê û fihûşê belav dikin ku pê re civak dihile. Li gorî min ev yek ji şerê leşkerî xetertir e. Ji ber wê pergalên herêmî armanc dikin şoreşê ji aliyên civakî, çand, exlaq û siyasî ve têk bibin.
Der barê mekanîzmeya sekna li hember van êrişan de, divê destpêkê endamê civakê hişyar be, welatparêz û xwedî vîneke xurt be. Erdnîgariya Sûriyê bi giştî rastî êrişên dagirkirinê tên. Ya din, divê gel li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bike û destekê bide hêzên xwe yên leşkerî. Divê bi hêzên leşkerî re bibe yek û axa xwe biparêze. Ya sêyemîn divê aliyên siyasî hewl bidin şoreşê li ser asta cîhanê bidin nasandin da ku were naskirin.

Gelo êrişên koordînekirî di navbera aliyên li Sûriyê de li dijî projeya demokratîk a li herêmê hene?
Zihniyeta netewdewletên li Rojhilata Navîn dişibin hev. Dibe ku ziman cuda be. Lê dewlet û desthilatdar heman e. Ji ber wê pêşxistina projeya demokratîk li herêmê dê li ser pergalên li Tirkiyê, Sûriyê, Iraq, Îran û dewletên din xeter be. Ji ber wê ev pergal li hev dikin da ku rê li pêşiya vê projeyê bigirin ji bo negihêje dewletên herêmî yên din.

Gelo ev şoreş çawa dikare van gefan û astengiyan derbas bike?
Birêxistinkirna mala hundir li herêmê gelek girîng e da ku li hember gefan bê sekinandin û keleh ji hundir ve bê parastina. Ji vir ve, girîngiya lihevkirina kurdî, erebî û pêkhateyên din diyar dibe da ku destkeftiyên şoreşê biparêzin. Ruxmî ku hêzên navneteweyî û herêmî li Sûriyê hene, lê em nikarin xwe bispêrin wan. Berjewendiyên van dewletan li herêmê hene û li gorî wê kar dikin. Ev dewlet ne rêxistinên xêrxwaziyê ne ku ji bo gel kar dikin. Divê gelê me vê rastiyê nas bike, tenê yekitiya pêkhateyan, rêya xilasiya ji aloziya heyî ye.

Bi nêrîna we Şoreşa Rojava veguheriye şoreşeke herêmî yan hîna navxwe ye?
Şoreşa Rojava hêviyên mezin dan demokratên li cîhanê. Bi nêrîna min, şoreş di pênase û navaroka xwe de şoreşên herêmî derbas kir û bû şoreşeke cîhanî. Hemû behsa vê herêmê dikin; Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Êdî ev şoreş di wijdana piraniya gelên cîhanê de ye. Êdî civakên Rojhilata Navîn û rojava balê xwe didin vê şoreşê. Lê di pratîk de asta êrişan û dewletên li dora şoreşê û siyasetên wan, nahêlin ev pergala fikrî derbasî derve bibe. Astengiyeke mezin heye. Lê em hewl didin ku ev şoreş bibe milkê mirovahiyê bi giştî.

Li gorî şopandina we, gelo aliyên siyasî yên li cîhanê vê şoreşê çawa dinirxînin?
Gelek rêxistinên sivîl û tevgerên siyasî yên demokraîtk, ekolojîk û famînst hene ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şoreş ji nêz ve şopand û hewl dan wê di hemû aliyan de binirxînin. Her wiha şandeyên siyasî ji gelek dewletên cîhanê serdana herêmê kir. Armanca wan şoreşê ji nêzî ve nas bikin. Ev rêxistin û şande gihaştin wê qenetê ku şoreş şerekî li dijî terorê û dewletên derdorê dimeşîne û di heman demê de ava dike. Ez bawer nakim ku şoreşeke kevin yan jî nû ev yek kiriye. Nivîskar Noam Chomsky li ser gelek malperan şoreşa Rojava bi mucîze bi nav kir. Ew qesta vê xebata domdar dikin; şer û avakirin di heman demê de.

Gelo ragihand û şerê taybet ên ku gelek aliyên li Sûriyê û dijminên şoreşê li dar dixin bi serket ku rastiya şoreşê veşêrin?
Divê em hinekî realist bin, bandora şerê taybet heye, lê negihşt armanca xwe ya têkbirina projeya neteweya demokratîk û bidawîkirina şoreşê. Lê bandora propaganda, teşhîr û reşkirina rêveberiyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û pergala fikrî li herêmê heye. Şerê taybet şoreşê bi rêbazeke din dinasîne. Lê em bawer im ku êdî hemû têgihiştine rastiya vê şoreşê û armancên wê.[1]

کوردیپیدیا مسئولیتی در قبال محتویات این مطلب ندارد و صاحب آن مسئول است. کوردیپیدیا آن را برای اهداف آرشیوی ضبط کرده است.
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 1,463 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 27-04-2025
آیتم های مرتبط: 15
زبان مقاله: Kurmancî
تاریخ انتشار: 16-07-2022 (4 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
محتوای مطلب: مقالە و مصاحبە
محتوای مطلب: سیاسی
محتوای مطلب: تحقیقات
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کشور - اقلیم: غرب کوردستان
فراداده فنی
کپی رایت صادر شده به کوردیپیدیا!
کیفیت مورد: 98%
98%
این مقاله توسط: ( ئاراس حسۆئـ.ح.) در تاریخ: 27-04-2025 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کامەلاس.ک.) در: 28-04-2025 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: ئەڤین تەیفوورئـ.ت. در 12-12-2025 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 1,463 بار مشاهده شده است
QR Code
بیشتر
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.5
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان باز کردن صفحه: 0.187 ثانیه
لطفا کمی صبر کنید