کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
درباره کوردیپیدیا
آرشیویست های کوردیپیدیا
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
 جستجو بدنبال
 ظاهر
  حالت تاریک
 تنظیمات پیش‌فرض
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
کتابخانه
 
ارسال
   جستجوی سریع
تماس
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 بیشتر...
 بیشتر...
 
 حالت تاریک
 نمایش اسلاید
 اندازه فونت


 تنظیمات پیش‌فرض
درباره کوردیپیدیا
آیتم تصادفی
قوانین استفادە
آرشیویست های کوردیپیدیا
نظرات شما
گرد آوریها
کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
کمک
 بیشتر
 نامنامەی کردی
 روی جستجو کلیک کنید
آمار
مقالات
  582,219
عکس ها
  123,302
کتاب PDF
  22,032
فایل های مرتبط
  124,515
ویدئو
  2,187
زبان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
گروه
فارسی
زندگینامە 
6,660
اماکن 
4,246
احزاب و سازمان ها 
51
منتشر شدەها 
17
تصویر و توضیحات 
366
آثار هنری 
264
تاریخ و حوادث 
18
نقشه ها 
32
اماکن باستانی 
445
کتابخانه 
873
تحقیقات مختصر 
794
شهدا 
1,006
انفال شدگان 
169
مدارک 
81
ایل - قبیله - فرقه 
24
آمار و نظرسنجی 
13
بازی های سنتی کوردی 
1
تصویری 
17
شعر 
171
مسائل زنان 
4
دفترها 
25
موزه 
43
حیوانات کوردستان 
173
مخزن فایل
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   مجموعا-همەباهم 
271,882
جستجوی محتوا
​​​​​​​Efrîn ji bajarê pirrengî û aştiyane ber bi navenda mêtîngehên nijadperestiyê ve
گروه: تحقیقات مختصر
زبان مقاله: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
همکاران کوردیپیدیا، از اقصی نقاط کردستان اطلاعات مهمی را برای هم زبانان خود آرشیو می کنند.
اشتراک گزاری
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=​​​​​​​#Efrîn# ji bajarê pirrengî û aştiyane ber bi navenda mêtîngehên nijadperestiyê ve=KTML_End=
XNAVENDA NÛÇEYAN-MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk hem Îsrail hem jî li Efrînê avahiyên mêtîngeriyê avadike. Dîmenên guhertina demografîk li ber çavan in. armanca dewleta Tirk ji vê yekê ewe ku kokên gelên resen ên van herêman ji holê rake.
Zulm û neheqiya li ser gelan tiştên herî ber biçav e ku Osmanî tê de li pêş bûn û piştre jî neviyên wan dewleta Tirk a dagirker şopa wan domand. Bûyerên li Efrînê rû didin û guhertina demografîk ku benda sûcên şer derbas dikin, vê yekê eşkere dike. Bi vê yekê mohreke şermê li rûpelên dîroka mirovahiyê ya nûjen xistine.
Di vê raporê de em ê fikirê avakirina avahiyên mêtîngeriyê, kengî dest pê bûye, mînakên li ser û xuyakirina rola dewleta Tirk di van avahiyan de çi li Îsraîlê yan jî li Efrîna dagirkirî û armanc jê çi ye şîrove bikin.
=KTML_Bold=MÊTÎNGEH DESTPÊK Û PÊNASE=KTML_End=
Mêtîngeh; bicihkirina şêniyan di xakeke dagirkirî de ye, bi hinceta ji nû ve avakirinê û sepandina kontrola dewleta hegemonîk e ku ew xak tev li axa xwe kiriye û êdî beşekê ji xwe dibîne. Dibe ku armancên wê îdeolojîk, olî û nijadperestî bin.
Mêtîngeh wekî şaxekî ji hemleyên dagirkirin û mêtîngeriyê derketiye ku di vedîtinên pêşîn ên mêtîngeriyê yên spanî, portugalî û holandayî de hatine keşifkirin. Li gorî qanûnên navneteweyî mêtîngerî; siyaseteke berfireh ya hinek dewletan li dijî nepêşketî ye ku divê wek cureyek koletiyê yan jî girêdana bi wan dewletan ve qebûl bike.
=KTML_Bold=HİN MÎNAKÊN DÎROKÎ YÊN MÊTÎNGEHÎ Û QETLÎAMAN=KTML_End=
Wek mînakek li ser wê, hebûna Îsraîlê li Filistînê ye ku ji berê ve bi awayekî plankirî bi tevlêbûna Brîtanyayê pêk hat. Dewleta osmanî jî pêkanîna wê hêsan kir û hişt ku cuhî erdên li Filistînê weke ku bûr in bikire. Yanî ev komplo ji destpêka salên 1800`î ve dest pê kir. Piştre sala 1948`an bi ragihandina bidawîbûna mêtîgeriya Brîtanya ya li ser Filistînê re dewleta Îsraîlê hate ragihandin.
Ewrupiyan jî bi heman rengî bi emerîka bi destxistin. Bi sedhezaran Çermsor ên ku niştehcihên resen ên emerîka bû bi destên wan hatin qetilkirin. Ewrûpiyan cihê lê qetlîam pêkanîn welatiyên ewrûpî birin û li wir bi cihkirin.
Dîsa osmaniyan bir sedhezaran ermen û suryan di qetlîaman re derbaskirin, bi hezaran ji cih û warên wan kirin û li şûna wan welatiyên xwe bi cihkirin. Romên pontûs jî bi destên osmaniyan bi heman çarenûsê re rû bi rû man.
Di dîrokê de bi hezaran mînakên wiha hene ku mirov dikare bibêje bi destê deshilatdar û dagirkeran li ser gelan hatiye ferzkirin.
=KTML_Bold=DEWLETA TIRK Û ROLA WÊ DI AVAKIRINA MÊTÎGEHÊN ÎSRAÎLÊ DE=KTML_End=
Dewleta Tirk nakokiya Îsraîl-Filistînê bi kar anî da ku qezencên xwe zêde bike. Hemû qanûnên navneteweyî paşguh kirin û piştî şerê sala 1967'an destekdayîna bi avakirina mêtîgehan li Filistînê xurtir kir.
Di salên 90`î de li gorî lihevkirina milkiyekê ya di navbera her du aliyan de, di sala 1996`an de yekemîn şirketên Tirkiye gihaştin Îsraîlê, ji ber ku pêwîstiya Îsraîlê bi zêdekirina avahiya hebû da ku karibe cuhiyên ji dewletên Yekîtiya Soviyeta berê tên, pêşwazî bike.
Ji wan şirketan; şirketa Yilmaz a tirkî ye ku rojnameya Haaretz a îsraîlê wê wek şirketa herî serkeftî di warê avakirina mêtîngehan de bi nav kir.
Xebata ku wek tevgereke biçûk di navîna salên 90`ê de dest pê kiribû, bi desteka hikumeta Îsraîlê û lihevkirinên ewlehiyê yên sala 2002`yan pêşket. Jê lihevkirina Offset e ku li gorî navaroka wê, li beramberî pêşxistina tankên Tirkiye ji aliyê Îsraîlê ve, dewleta Tirk dê 800 karker peyda bike da ku di şaxê avakirina Îsraîlê de kar bikin.
Di dauxyaniyeke fermî ya nûnerê şirketekê bi navê Jayyus de, hat destnîşankirin ku aloziyên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de tu bandorê nakin tenê manşêtên rojnameyan in û daxuyaniyên siyasî ne. Lê asta bazirganiya di navbera her du welatan de ruxmî wan pirsgirêkan digihêje milyaran.
Di vî warî de endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mirî El-Şelebî got: “Dîroka osmaniyan bi xiyanetkirina Rojhilata Navîn û belavkirina nezanbûnê dagirtî ye. Şer, komkujiyê û wêraniya li herêmê rû didin berhema dagirkeriya osmanî ye.”
El-Şelebî destnîşan kir ku bikaranîna dronên Tirkiye di şerên dawîn ên li dijî Xezayê de nîşan dike ku dewleta Tirk heta asteke nediyar li ser asta leşkerî li gorî lihevkirinên jeosiyasî desteka Îsraîlê dike.
=KTML_Bold=EFRÎN Û RÊZAFÎLMA MÊTÎNGEHIYÊ=KTML_End=
Ajansa me di 17`ê Gulanê de raporek bi navnîşan `Efrîn… bajarê di bin zulma dagirkerî û qirkirinê de berxwedanê didomîne` belav kiribû. Di raporê de projeyên mêtîngehiyê yên ku hatine belgekirin eşkere dike ku dewleta Tirk bi rêya wê hewl dide demografiya herêmê bi giştî biguhere.
Ji mijarên herî girîng ku bûne rojeva dezgehên çapemeniyê bi giştî, tengavkirina civaka êzidî ye. Dewleta Tirk mêtîngehekê li lûtkeya çiyayê gundê Baflûnê yê êzidî ava dike, nahêle şêniyên wê yên resen vegerin. Berê jî me raporek der barê wê de belav kiribû.
Têkildarî heman mijarê rojnamevanê misirî yê pirsporê kar û barên derve Seyid Mistefa demek berê ji ANHA`yê re axivî bû û got, guhertina demografiya Efrînê bi rêya talankirinê dest pê kir. Dîmenên talankirina û şikandina camên dikanan hatine belavkirin.
Mistefa wiha domand: “Dewleta Tirk ji bo ku pêla koçberiyê ya Kurdan bi taybet êzidiyan zêde bike rê da ku sûc li dijî wan bên kirin, mîna revandin, kuştina bizanabûn, ferzkirina ola islamê li ser êzidiyan, wêrankirina cihên olî yên êzidiyan û avakirina mizgeftan li şûna wan mîna li gundê Basûfanê kirine. Heman sûc li dijî xiristiyanên li bajêr jî hatin kirin.”
Li gorî madeya 49`an a lihevkirina çaran a Cinevê nabe dewleta dagirker şêniyan li şûna şêniyên resen ên herêmên ku dagir kirine bi cih bike.
Mirî El-Şelebî li ser vê yekê got: “Erdogan bi serkêşiya AKP'ê hewl dide mîrasa osmaniyan a belavkirina nezanbûn û parçebûnê li herêmê pêk bîne. Erdogan dibîne ku şerê li dijî Rêveberiya Xweser ê di bin navê ewlehiya neteweyî de di çarçoveya plana osmanî de tên kirin ku her fikirekî azad li herêmê ji holê rake. Ev yek ji demên şoreşê rizgariyê ve û heta roja me ya îro didome.
=KTML_Bold=QETER Û KIWÊT ALÎGIRÊN SEREKE YÊN PLANÊN MÊTÎNGEHAN ÊN LI EFRÎNÊ NE=KTML_End=
El-Şelebî di vî warî de dibêje ku mêtîngehên ku bi desteka Qeter û Kiwêtê li Efrînê têne avakirin gelek xeter e ku guhertina demografiyê ji ya ku texmîn dikin zêdetir pêk were û wiha domand: “Bicihkirina erebên 48`an ên ku nasnameya Îsraîlê pê re hene li Efrînê, ne tenê guhertina demografîk e lê belê guhertina binesaziya niştecihbûna Efrînê bi giştî ye. Ev li ser dîroka pêkhateyên herêmê xeter e.”
Navenda belgekirina sivîl a penaberên filistînî ya li bakurê Sûriyê di 15`ê Sibata 2020`an de got, hejmara filistîniyên ku li bakurê Sûriyê hatine bicihkirina gihatşiye 7 hezar û 500 ku hemû jî ji kampên Deraa, Hums, Heleb û El-Yermûkê hatine.
Li gorî El-Şelebî, ne dûr e ku lihevkirinên îsraîlê-tirkî bi tevlêbûna hevalbendên wan têkildarî projeyên mêtîngehiyê yên li Efrînê li ser hesabê niştecihên wê yên resen hebin.
Kiwêt bi awayekî eşkere desteka avakirina gundê Kiwêt El-Rehme kiribû ku rolek di guhertina demografiya herêma Efrînê de dilîze. Ev proje li taxa El-Mehmûdiye ya Efrînê tê kirin armanc jî bicihkirina koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê û malbatên çeteyan ên alîgirên Tirkiyê ye.
Seyd Mistefa got, armanca sereke ya avakirina mêtîngehan, pêkanîna siyaseta tirkkirinê bi rêya perwerdeyê ye da ku nasnameya kurdî û kokên gelê kurd ji vê herêmê ji holê rakin.
Li gorî pêşbiniyên Seyd Mistefa, hejmara mêtîngehan li Efrînê di dema bê de wê zêde bibin. Dewleta Tirk dixwaze Efrînê bi kar bîne da ku koçberan tê de bi cih bike. Nexasim piştî binkeftina AKP`ê di hilbijartinên dawîn de û pêşketina şepelekê li dijî penaberên li Tirkiyê û rojava bi giştî.
Tevî hemû daxuaynî, rapor û belgeyan jî, lê tişta di civaka navdewletî de niha serdest bû wê demê, ew bû ku Koma Netewan tenê rêxistineke şeklî bû, tişta jê dihat xwestin pêk neaniye, lewma jî di sala 1945`an bi hilweşiya.
Girêdayî çeteyên Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, tenê ajnîdeyên wê li herêmê pêk tînin. Heger pêşeyên wan ji osmaniyan rizgar bûn, lê neviyên wan bûne aşiqê celadên xwe.
[1]

کوردیپیدیا مسئولیتی در قبال محتویات این مطلب ندارد و صاحب آن مسئول است. کوردیپیدیا آن را برای اهداف آرشیوی ضبط کرده است.
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 1,118 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 28-03-2025
آیتم های مرتبط: 51
زبان مقاله: Kurmancî
تاریخ انتشار: 30-05-2021 (4 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
شهرها: افرین
محتوای مطلب: مقالە و مصاحبە
محتوای مطلب: سیاسی
محتوای مطلب: تحقیقات
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کشور - اقلیم: غرب کوردستان
فراداده فنی
کپی رایت صادر شده به کوردیپیدیا!
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 28-03-2025 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 28-03-2025 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: ئەڤین تەیفوور در 29-11-2025 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 1,118 بار مشاهده شده است
QR Code
  موضوع جدید
  آیتم تصادفی 
  مخصوص خانمها 
  
  انتشارات کوردیپیدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان باز کردن صفحه: 0.203 ثانیه