کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
درباره کوردیپیدیا
آرشیویست های کوردیپیدیا
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
 جستجو بدنبال
 ظاهر
  حالت تاریک
 تنظیمات پیش‌فرض
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
کتابخانه
 
ارسال
   جستجوی سریع
تماس
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 بیشتر...
 بیشتر...
 
 حالت تاریک
 نمایش اسلاید
 اندازه فونت


 تنظیمات پیش‌فرض
درباره کوردیپیدیا
آیتم تصادفی
قوانین استفادە
آرشیویست های کوردیپیدیا
نظرات شما
گرد آوریها
فرهنگ کوردیپیدیا 🆕
شرکای ما
کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
کمک
 بیشتر
 نامنامەی کردی
 روی جستجو کلیک کنید
آمار
مقالات
  598,810
عکس ها
  126,342
کتاب PDF
  22,348
فایل های مرتبط
  132,359
ویدئو
  2,205
زبان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
321,885
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,556
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,081
عربي - Arabic 
46,335
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,752
فارسی - Farsi 
17,345
English - English 
8,608
Türkçe - Turkish 
3,887
Deutsch - German 
2,054
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
365
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
گروه
فارسی
زندگینامە 
8,444
اماکن 
4,283
احزاب و سازمان ها 
51
منتشر شدەها 
17
تصویر و توضیحات 
367
آثار هنری 
264
تاریخ و حوادث 
18
نقشه ها 
41
اماکن باستانی 
445
کتابخانه 
874
تحقیقات مختصر 
798
شهدا 
1,009
انفال شدگان 
169
مدارک 
81
ایل - قبیله - فرقه 
24
آمار و نظرسنجی 
16
بازی های سنتی کوردی 
1
ویدئو 
17
شعر 
181
مسائل زنان 
4
دفترها 
25
موزه 
43
حیوانات کوردستان 
173
مخزن فایل
MP3 
2,534
PDF 
35,166
MP4 
4,307
IMG 
241,025
∑   مجموعا-همەباهم 
283,032
جستجوی محتوا
‘Konsepta qirkirinê bi dawî nebûye; berxwedan jî berdewam e’
گروه: تحقیقات مختصر
زبان مقاله: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپدیا دادگاه نیست، داده ها را برای تحقیق و حقیقت یابی آماده می کند.
اشتراک گزاری
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Konsepta qirkirinê bi dawî nebûye; #berxwedan# jî berdewam e’
Şaho Gabar /Qamişlo

Civaka Êzidî di Tebaxa 2014‘an de bi sûcekî dermirovî re rû bi rû ma. Hevseroka Rêveberiya Xweser A Demokratî A Şengalê Cîhan Cîlo diyar kir ku di salvegera 9’emîn a komkujiyê de, civaka Êzidî rexmî hemû hewldanên dubare yên qirkirinê li ber xwe dide û pergala xwe ya nû xurtir dike.
Komkujiya Şengalê ji komkujiyên herî hovane di dîroka mirovahiyê ya nûjen de ye. Li gel giraniya vê komkujiyê, ji aliyê civaka navdewletî ve îxanetek hebû, dîsa jî hêzên herêmê gelê Şengalê wek şûr firotin terora cîhanê ya DAIŞ‘ê.
DAIŞ’ê êrîş kir, çekdarên pdk û polîsên federal reviyan
Roja 3‘yê Tebaxa 2014‘an de çeteyên DAIŞ‘ê dest bi êrîşên li ser gundên Şengalê kir; wekî Gurzêlê, Sîba Şêx, Rembûzî, Til Benat û Koço kirin. Gundiyan, bi taybet li Gurzêlê û Sîba Şêx li hemberî êrîşan li ber xwe da û gelek welatî şehîd bûn. Di şeva êrîşê de komek ji kesayet û rûspiyên Şengalê serî li navenda fermandarên PDK‘ê ya li herêma Şerfedîn da, da ku erka xwe bi cih bînin û êrîşan bibersivînin, lê fermandarên PDK‘ê tu bersiv nedan û hewl dan şandeyê ji vê rewşê rihet bikin. Di saetên berbanga sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê ber bi bajêr ve pêşde ketin, çekdarên PDK‘ê ku hejmara wan bi qasî 18 hezar bûn, ber bi parêzgeha Dihokê ve reviyan, yên ku nedikarîbû bireve jî xwe spart Yekîneyên Parastina Gel li Rojava.
Gel di nav lepên çeteyan de ma
Gelê Şengalê û bi sedan malbatên koçber ên Mûsil û Tilefer û navçeyên ku li Şengalê diman bê çare man, tenê çiyayê Şengalê wekî rêya xilasiya ji mirinê dîtin û di bin germahiya havînê de û bi meş li ser lingan xwe spartin çiya. Di saetên destpêkê yên sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Şengalê dagir kir, her kesê li pêşiya xwe dîdîtin qetil dikirin, jin û zarok direvandin û pîrozgehên êzidî teqandin û şewitandin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo xilaskirina êzidiyên li çiyayê Şengalê korîdoreke mirovî vekir. Bi sed hezaran kes ji komkujiyan rizgar kirin û ew gihandin kamp û gundên ku Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina wan vala kiribûn. Di vekirina vê korîdorê de 150 şervanên YPG û YPJ‘ê şehîd bûn. Li aliyekî din jî li çiyayê Şengalê gerîlayan û kesên ji Şengalê yên dilxwaz, parastin dikirin.
Êrîşên li ser Şengal û civaka êzidî ji 3‘yê Tebaxa 2014‘an heta roja me ya îro ji bo şikandina îradeya gel, têkbirina xweseriya Şengalê dewam dike.
Derbarê salvegera 9’mîn ya komkujiya Şengalê hevseroka Rêveberiya Xweser A Demokratîk A Şengalê Cîhan Cîlo ji rojnameya me re axivî.
Cîhan Cîlo diyar kir ku armnaca komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê qirkirina civaka Êzidê bû û wiha domand: “Çeteyên DAIŞ’ê bi pilaneke navdewletî û herêmê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal kirin, di wan êrîşan de gelek komkujî li dijî civaka Êzidî pêk anîn. Armanca sereke ji komkujiya Şengalê jî, qirkirina civaka Êzidî bi giştî bû. Yên ku alîkariya çeteyên DAIŞ’ê di komkujiyê de kirin ji her kesî re eşkere bûn; dewleta Tirk a dagirker, PDK’ê bi serperiştiya malbata Barzanî û hikumeta Iraqê jî bi awayekî eşker destek dan çeteyên DAIŞ’ê û destên wan di komkujiya Şengalê de hebû. Malbata Berzanî ji destpêka avabûna xwe ve dejberiya gelê Kurd dike, herwiha destekê dide dijminê gelê kurd.”
’Bi berxwedaniya Şervanên Azadiyê planên PDK’ê û tirkan têk çûn’
Cîhan da xuyakirin ku dewletav Tirk a dagirker bi awayekî eşkere alîkariya madî û lojistî radestî çeteyên DAIŞ’ê dikr û wiha li axaftina xwe zê kir: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê, qirkirina civaka Êzidî, dagirkirina Şengalê û avkirina Impratoriya Osmanî ya nû bû. Lê bi saya berxwedana şervanên azadiyê yên ku li ser banga civaka Êzîdî berê xwe dan Şengalê, Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû û planên dewleta Tirk û PDK’ê têk çûn.”
‘Civaka Êzidî xiyaneta PDK’ê ji bîr nake’
Cîhan da zanîn ku yên Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin YPG, YPJ û Gerîlayên Azadiya Kurdistnê bûn û wiha pê da çû: “Yên ku Şengal ji çeteyan rizgar kirin YPG, YPJ’ê û Gerîlayên Azadiyê bûn, herwiha yê ku xiyanet li Şengalê kir jî malbata Barzanî bû, ev rast ji her kesî re eşkere bûye. PDK’ê bû sedema komkujiya Şengalê û gelê Êzdî tu carî xiyaneta wê ji bîr nake, hertişt wê di dîrokê de wê bê nivîsandin.”
’Dewleta Tirk dixwaze komkujiya Şengalê dewam bike’
Cîhan da xuyakirin ku dewleta tirk a dagirker bi riya armancgirtina pêşeng û berpirsên Rêveberiya Xwesr A Şengalê , hewil dide ku komkujiya 3’ê Tebaxê berdewam bike û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Şengalê bi saya keda keç û xortên Şengalê wê destkeftiyên mezintir bidest bixe û planên PDK’ê û dagirkeriya Tirk wê têk biçin. Me heval û duijminê xwe ji hev naskiriye. Armnca sereke ya avabûna Rêveberiya Xweser a Şengalê, rêvebirina Şengal ji aliyê gelê wê ve, çaresrkirina tevahiya pirsgirêkaên gel û parastina Şengalê ye, herwiha pêkanîna yekîtiya gelê Şengalê ye.”
’Xwedî li Şengalê derkevin’
Hevseroka Rêveberiya Xweser A Demokratîk A Şengalê Cîhan Cîlo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang tevahiya gelê Kurd yên welatparêz û bi taybet civaka Êzîdî dikin ku li Şengalê xwedî derkevin û li dijî xayînên kurd helwesta xwe nîşan bikin, ji ber ku Şengal bingeha kurdistanê ye.”[1]

کوردیپیدیا مسئولیتی در قبال محتویات این مطلب ندارد و صاحب آن مسئول است. کوردیپیدیا آن را برای اهداف آرشیوی ضبط کرده است.
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 1,980 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 20-02-2025
آیتم های مرتبط: 53
زبان مقاله: Kurmancî
تاریخ انتشار: 02-08-2023 (3 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
محتوای مطلب: مقالە و مصاحبە
محتوای مطلب: سیاسی
محتوای مطلب: تحقیقات
محتوای مطلب: مشکل کورد
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کشور - اقلیم: کوردستان
فراداده فنی
کپی رایت صادر شده به کوردیپیدیا!
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( ئاراس حسۆئـ.ح.) در تاریخ: 20-02-2025 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کامەلاس.ک.) در: 20-02-2025 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کامەلاس.ک. در 20-02-2025 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 1,980 بار مشاهده شده است
QR Code
  موضوع جدید
  آیتم تصادفی 
  مخصوص خانمها 
  
بیشتر

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان باز کردن صفحه: 0.109 ثانیه