کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
درباره کوردیپیدیا
آرشیویست های کوردیپیدیا
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
 جستجو بدنبال
 ظاهر
  حالت تاریک
 تنظیمات پیش‌فرض
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
کتابخانه
 
ارسال
   جستجوی سریع
تماس
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 بیشتر...
 بیشتر...
 
 حالت تاریک
 نمایش اسلاید
 اندازه فونت


 تنظیمات پیش‌فرض
درباره کوردیپیدیا
آیتم تصادفی
قوانین استفادە
آرشیویست های کوردیپیدیا
نظرات شما
گرد آوریها
کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
کمک
 بیشتر
 نامنامەی کردی
 روی جستجو کلیک کنید
آمار
مقالات
  585,485
عکس ها
  124,229
کتاب PDF
  22,106
فایل های مرتبط
  126,130
ویدئو
  2,187
زبان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
گروه
فارسی
زندگینامە 
6,969
اماکن 
4,246
احزاب و سازمان ها 
51
منتشر شدەها 
17
تصویر و توضیحات 
366
آثار هنری 
264
تاریخ و حوادث 
18
نقشه ها 
32
اماکن باستانی 
445
کتابخانه 
873
تحقیقات مختصر 
794
شهدا 
1,006
انفال شدگان 
169
مدارک 
81
ایل - قبیله - فرقه 
24
آمار و نظرسنجی 
13
بازی های سنتی کوردی 
1
تصویری 
17
شعر 
171
مسائل زنان 
4
دفترها 
25
موزه 
43
حیوانات کوردستان 
173
مخزن فایل
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   مجموعا-همەباهم 
274,453
جستجوی محتوا
Hilatina Rojê di Asûyên Kurdistanê da!
گروه: تحقیقات مختصر
زبان مقاله: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
از طریق کوردیپیدیا شما می دانید که در هر روز از تقویم ما چه اتفاقی افتاده است!
اشتراک گزاری
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî
=KTML_Bold=Hilatina Rojê di Asûyên Kurdistanê da!=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

”Aha di wê tarîtîya gurr û dijwar da, di asûyên (ufuq) Kurdistanê da Rojek hilat û ronayî da, bi ronayîya xwe asîmanê Kurdistanê ronî kir, ronayîya xwe da axa Kurdistanê, bextreşîya gelê Kurd nîşan da û anî ber çavan; tîrêjên xwe berdan ser zordestî û çavsorîya her du dewletên dagirkar, ew dagirkarî û zordestîya wan jî li ber çavan raxist; her weha, bi şewqa xwe çare û havila rizgarîya ji binê lepên wan jî zelal kir û nîşan da.
Ew Roj, mamostayê gelê Kurd û pêşrewê (rêbir- pêşewa) doza azadîxwazîya Kurdan Ehmedê Xanî yê nemir bû. Ehmedê Xanî, di sala 1651´ê da hatîye dinê. Wî, di dûwayîya ”Mem û Zîn”ê da, tarîxa hatina xwe ya dinê weha nivîsîye:
”Lewra dema ji nexuyabûnê qut bû û bû dîyar tarîx hezar û şêst û yek bû, bi jimar.”
Tarîxa 1061´ê ku Xanî nivîsîye, tarîxa Hîcrî ye. Li gora tarîxa Mîladî, ev dibe 1651.
Hin nivîskar û lêgerên Kurd nivîsîne ku, tarîxa 1061´ê li gora tarîxa Mîladî dibe 1650. Wisa tê zanîn ku di hesabkirina her du tarîxan da şaşîyek hatîye kirin û ji ber wê şaşîyê ew tarîx ji alîyê hin nivîskar û lêgeran ve wisa hatîye qebûlkirin û wisa hatîye nivîsîn. Li gora serçavîyên rast ên ku ji alîyê pisporan ve hatine nivîsîn, serê sala Hîcrî ya 1061´ê, rastê 25´ê meha 12´an a sala 1650´yê Mîladî hatîye û ew roj roja yekşemê bûye; bi peyveka dî, roja 1´ê meha Muharremê ya sala 1061´ê Hîcrî, rastê roja yekşemê ya 25´ê Kanûna Pêşîn a sala 1650´yê Mîladî hatîye. (Faik Reşit Unat, ”Hicrî Tarihleri Miladî Tarihe Çevirme Kılavuzu” (Rênumîna Wergerandina Tarîxên Hîcrî bo Tarîxa Mîladî), rûpel 72,Türk Tarih Kurumu Yayınları (Weşanên Sazgeha Dîroka Tirkan), Enqere, 1974, Jêdergirtî M. E. Bozarslan, Mem û Zîn, r.5). Li gora vî hesabî û li gora van tarîxan, tenê yek hefteyek ji sala 1061´ê Hîcrî ketîye sala 1650´yê Mîladî; yazde meh û sê hefteyên dî, ketine sala 1651´ê Mîladî.
”… Divê mirov bifikire ku di salek da 52 hefte hene; 51 hefte ketine sala 1651´ê, tenê yek hefteyek (hefteyek jî na, tenê 5 roj – Siddîq) ketîye sala 1650´yî. Li gora vî hesabî, îhtîmala ku ew di sala 1650´yî da hatibe dinê, ji 52´yan yek e; lê belê îhtîmala ku ew di sala 1651´ê da hatîye dinê, ji 52´yan 51 e. Nexu em´ê vê îhtîmala mezin qebûl bikin û bêjin ku Xanîyê nemir di sala 1651´ê da hatîye dinê û wek Rojek asîmanê Kurdistanê ronî kirîye.” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 7- 9, kurmancîya xwerû M. E. Bozarslan, Weşanxana Deng, Uppsala/ Swed 1995)
=KTML_Bold=Naskirîyê Nenas=KTML_End=
”Digel ku Ehmedê Xanî di nava Kurdan da Rojek e û ronayî daye her derê Kurdistanê jî, gelek mixabin ku di heqê jîyana wî da, di heqê cî û malbata wî da di destê me da zanîneka zelal û haydarîyeka belgeyî tune. Ji ber ku wî bi xwe li ser jîyana xwe tiştek nenivîsîye û kesekî dî jî di dewra wî da ew wezîfe nanîye cî, jîyana wî bûye wek Roja binê hewr; kesek di heqê wê jîyanê da tiştekî belgeyî û zelal nizane. Ji ber vî semedî, nivîskar û lêgerên ku li ser ”Mem û Zîn”ê xebitîne, nekarîne li ser jîyana Xanî tiştekî zelal binivîsin; tewr li ser gelek tiştan dîtinên wan jî nebûne yek, cudayî û dijhevî ketîye navbera dîtinên wan.
Mesela, paşnavê ”Xanî” gelo îşaret bi alîyê çi ve dike? … Li gora dîtina hin nivîskar û lêgeran, Xan li hêla Hekarîyê gundek bûye û Ehmedê Xanî bi eslê xwe ji wî gundî bûye; li gora hin nivîskar û lêgerên dî, Xan li hêla Hekarîyê êlek bûye, yanî eşîretek bûye û Ehmedê Xanî ji wê êlê bûye; li gora hin nivîskaran jî Xanî ji malbata ”Xanîyan” bûye û ew malbat berê li hêla Botan bûye, paşê çûye Bayezîdê…. Li gora Dr. Îzedîn Mistefa Resûl, Xanî li hêla Hekarîyê bûye û di 1706´an da li Bayezîdê wefat kirîye… Sadiq Behadîn Amêdî, ji Eladîn Secadî diguhêze ku, navê bavê Ehmedê Xanî Îlyas bûye, navê bapîrê wî jî Ristem bûye; Xanî ji malbata Xanîyan bûye ku berê li Botan bûye, paşê cîhil bûye çûye bajarê Bayezîdê û li wir bi cî bûye… Ferhad Şakelî jî qala nivîsareka lêgerekî ingilîz Mark Sykes kirîye ku li gora wî ingilizî, li jorê Hekarîyê li nêzê Xweşavê (girêdayê Wanê ye) qebîla Xanî jîyaye…
Wek jîyana Xanî, tarîxa wefata wî jî ne kifş e. Hin nivîskar û lêger didin zanîn ku wî di sala 1706´an da wefat kirîye. Jêdera wê dîtinê jî haydarîyek e…Nivîskarê Kurd Eladîn Secadî di pirtûka xwe ”Mêjûy Edebî Kurdî” da ji melayek guhastîye…
Bê guman, dibe ku Xanî di sala 1706´an da yan jî di 1707´an da wefat kiribe. Lê belê mirov nikare bi awayekî qutûbirr vê tarîxê qebûl bike û bêje Xanî di vê salê da yan di wê salê da wefat kirîye… Aha ji ber vî semedî, em dikarin bi hêsanî bêjin ku tarîxa wefata Ehmedê Xanîyê nemir ne kifş e; wek jîyana wî, di heqê tarîxa wefata wî da jî zanîn û haydarîyeka zelal di destê me da tune.
Nivîskar û zimanzanê Kurd ê navdar Celadet Alî Bedirxan jî, di kovara ”Hawar” da di nivîsara xwe ya bi sernivîsara ”Klasikên Me” da qala Xanî jî kirîye û di heqê wî da weha nivîsîye:
”Kengê emrê Xwedê kirîye, em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandîye, çil û çar salî bû.” (”Herekol Azîzan” Hawar, hejmar 33, r.10, 1 Çirîya Pêşîn 1941)
… Her weha, cîyên ku tê gotin ku Xanî li wan deran xwendîye, ew jî dibin babetê pirsê: Gelo kî çawa zanîye ku Xanî li wan cîyan xwendîye? Di heqê vê yekê da jî di destê me da zanîneka belgeyî tune. Tiştên ku hatine gotin û nivîsîn, ji texmînê pêşve naçin; mirov nikare wan wek bingehekî zanyarî qebûl bike.
Di heqê xwendina Ehmedê Xanî da şoleka dî jî heye, ku dibe babetê pirsê. Xanî, di beşê 7´an ê ”Mem û Zîn”ê da, dema bi nefsbiçûkî daxwaz kirîye ku çav li kêmayîyên wî bên girtin, di cîyek da weha gotîye:
”Ez ne cewherfiroş im, lê ez çerçî me Nehatime hînkirin û gîhandin ez, xwegîhandî me.”
Ev peyv gelek balkêş e û digel xwe çend pirsên giring tîne: Gelo mexseda Xanî ji peyva ”nehatime hînkirin û gîhandin ez, xwegîhandî me” çi ye? Gelo xwestîye bide zanîn ku wî li nik çu mamostayek nexwendîye û ji alîyê çu mamostayek ve nehatîye hînkirin û gîhandin, lê wî bi xwe xwe gîhandîye? Eger mexseda wî ew be, gelo ew zanîna wî ya ew qas kûr û fire ya wek deryayek çawa pêkhatîye û bi destê wî ketîye? Yan gelo wî xwestîye bide zanîn ku wî tenê xwendîye, lê belê li ser zanîna giştî û li ser edebîyata Kurdî û li ser nivîsîna bi Kurdî kesek ew negîhandîye, bi xebat û xîreta xwe xwe gîhandîye?
Bi dîtina me, ev îhtîmal maqûltir e û nêzîktirê aqil e. Lewra Xanî, berî wê peyvê di çend malikan da nivîsîye ku hemî tiştên ku di pirtûkê da cî girtine, ew malê wî ne û wî ew ji kesekî dî yan jî ji cîyekî dî negirtine; ev pirtûk welew ku wek fêkîyeka xav be jî, Kurdî ye û ew qas jî bes e. Piştê wê peyva jorîn jî weha nivîsîye:
”Ez Kurd im, çîyayî me û kenarî Van çend peyvên min ên Kurdewarî
Îmza bikin ji kerema xwe, bi qencîkarî û bi guhê însafê li wan bikin guhdarî”
Dema mirov li malikên berî wê peyvê û li yên piştê wê hûr difikire, mirov fam dike ku bi îhtîmaleka mezin mexseda Xanî ew bûye ku ew li ser bîr û bawerîya neteweyî, li ser edebîyata Kurdî û li ser nivîsîna esereka weha giring nehatîye gîhandin, ji alîyê hin mamostayan ve nehatîye hînkirin, li ber destê hin mamostayan li ser wan babetan talîm û hînbûn nedîtîye; lê belê xwe bi xwe gîhandîye, bi xîreta xwe xwe gîhandîye; eger di pirtûka wî da hin qusûr û kêmayî hebin, semedê wan ev awa ye.
Digel ku di heqê jîyana Xanî da û di heqê tarîxa wefata wî da zanîneka zelal tune jî, di heqê wî da çar tişt qutûbirr tên zanîn û di heqê wan her çar nuqteyan da çu guman tune. Ew her çar nuqte ev in:
I.Xanî, di sala 1061´ê Hicrî da hatîye dinê, ku ev tarîx, li gora tarîxa Mîladî dibe 1651.
Xanî, dema dest bi nivîsînê kirîye, 14 salî bûye. Lewra di dûwayîya ”Mem û Zîn”ê da bi nefsbiçûkî di heqê xwe da gotîye ”sî sal e ku şaş dinivîse”
III. Xanî, dema nivîsîna ”Mem û Zîn”ê temam kirîye, 44 salî bûye. Lewra wî di dûwayîya pirtûkê da wisa nivîsîye.
Xanî, li Kurdistana Jorîn li bajarê Bayezîdê wefat kirîye û li wir hatîye definkirin. Merqeda wî li wî bajarî ye, zîyaretgeha gelê Kurd e.
Bi vî awayî, mirov dikare bêje ku Ehmedê Xanîyê nemir, hozan û bîrewerekî hem naskirî ye, hem nenas e. Bi karê xwe, bi hunera xwe ya bilind, xasma jî bi dastana xwe ya nemir ”Mem û Zîn”ê wek Rojê naskirî ye û ronayî dide. Lê bi jîyana xwe nenas e, jîyana wî nayê zanîn.
Digel ku di heqê jîyana wî da em tiştek nizanin jî, tiştê ku tesellî dide me ev e ku wî bi eserên xwe, xasma jî bi ”Mem û Zîn”a xwe ya ku dastana neteweyî ya neteweyê Kurd e, di dilê neteweyê Kurd da cîyê bilintirîn girtîye û bi wî awayî di nava gelê xwe da bûye ”Xanîyê nemir.” (eynê eser r. 10- 15)
Lê lêkolînên teze nîşan didin ku dema E. Xanî yê nemir Mem û Zînê qedandîye, ew 64 salî bûye, ne ku 44 salî bûye. Bê guman ev dûrê aqil nîne ye û gelek jî mantiqî ye. Eger em zanîna E. Xanî ku qasî deryayek e, bînin ber çavan; ew zanîna hew qas mezin, kûr û fire li gora temenê însên, pirr bi mantiqî ye ku ne di temeneke 44 salî da, lê di temeneke 64 salî da zêdetir ew mimkun dibe. Loma divê li ser vê babetê were rawestandin. Ev jî karê lêkoneran in ku jibo pêşedemê divê were kirin. (Siddîq)[1]

کوردیپیدیا مسئولیتی در قبال محتویات این مطلب ندارد و صاحب آن مسئول است. کوردیپیدیا آن را برای اهداف آرشیوی ضبط کرده است.
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 2,762 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî | https://portal.netewe.com/- 11-04-2023
آیتم های مرتبط: 21
زبان مقاله: Kurmancî
تاریخ انتشار: 14-10-2022 (4 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
محتوای مطلب: مقالە و مصاحبە
محتوای مطلب: ادبی
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کشور - اقلیم: کوردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 11-04-2023 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 18-04-2023 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کاملا در 18-04-2023 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 2,762 بار مشاهده شده است
QR Code
  موضوع جدید
  آیتم تصادفی 
  مخصوص خانمها 
  
  انتشارات کوردیپیدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان باز کردن صفحه: 0.359 ثانیه