کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
درباره کوردیپیدیا
آرشیویست های کوردیپیدیا
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
 جستجو بدنبال
 ظاهر
  حالت تاریک
 تنظیمات پیش‌فرض
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
کتابخانه
 
ارسال
   جستجوی سریع
تماس
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 بیشتر...
 بیشتر...
 
 حالت تاریک
 نمایش اسلاید
 اندازه فونت


 تنظیمات پیش‌فرض
درباره کوردیپیدیا
آیتم تصادفی
قوانین استفادە
آرشیویست های کوردیپیدیا
نظرات شما
گرد آوریها
کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
کمک
 بیشتر
 نامنامەی کردی
 روی جستجو کلیک کنید
آمار
مقالات
  582,081
عکس ها
  123,209
کتاب PDF
  22,020
فایل های مرتبط
  124,348
ویدئو
  2,187
زبان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
گروه
فارسی
زندگینامە 
6,621
اماکن 
4,246
احزاب و سازمان ها 
51
منتشر شدەها 
17
تصویر و توضیحات 
366
آثار هنری 
264
تاریخ و حوادث 
18
نقشه ها 
32
اماکن باستانی 
445
کتابخانه 
873
تحقیقات مختصر 
794
شهدا 
1,006
انفال شدگان 
169
مدارک 
81
ایل - قبیله - فرقه 
24
آمار و نظرسنجی 
13
بازی های سنتی کوردی 
1
تصویری 
17
شعر 
171
مسائل زنان 
4
دفترها 
25
موزه 
43
حیوانات کوردستان 
173
مخزن فایل
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   مجموعا-همەباهم 
271,560
جستجوی محتوا
Hemîd Yusifî
گروه: زندگینامە
زبان مقاله: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هر گوشه و کنار کشور، از شرق تا غرب، از شمال تا جنوب... منبع کوردیپیدیا می شود!
اشتراک گزاری
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dengbêj Hemîd Yusifî
Dengbêj Hemîd Yusifî
#Kakşar Oremar#
Dengbêj Hemîd Yusifî
Xerîbiya dengê wî tehliyên jiyana salên reş bi bîra me tîne. Wisa ji kûrahiya dilekî evîndar distire ku mirov nikare pêşiyê li hestên xwe bigire û negirî!
Ebdulhemîd an jî Hemîd Yusifî di sala 1926’an de li gundê More yê li Geliyê Diryan li bakurê Kurdistanê tê dinê. Piştre malabat tê gundê Kurane ê li herêma Tirgewer a girêdayî bajarê Urmiyeyê. Ji sala 1955’an û şûnde ku ciwanekî 29 salî bû heya roja mirina xwe guhdarvanekî radyoya Êrîvanê bû. Aşiqê dengbêjên Serheda bakurê Kurdistanê û kurdên Qefqasiyayê bû ku dengê tevan bi rêya wê radyoyê digihîşt gelek deverên Kurdistana mezin.
Hunera dengbêjiyê li ba malmezin û civaka kurdan a salên destpêka jiyana Hemîd xwedî bihayekî giran û vê yekê jî hêz dida wî ku bikeve pey şopa dengbêjên beriya xwe. Tevî gelek derfetên ku ji hêla pergala serdest a desthilata Pehlewî ve ji dengxweşên kurd re hebûn, lê ew nikare weke hinekan ji kaniya hunera welatê xwe dûr bikeve an jî bikeve xizmeta siyaseta pişaftinê. Kesayetiyên weke Reşîd Begê Herkî û Cangîr Axayê Dirî bihayeke giran didane dengbêjên weke Hemîd û ev jî bibû sedem ku li hemberî zextên rejîmê bikaribe berdewamiyê bi karê xwe yê hunerî bide. Her wiha di warê madî-menewî de jî bêpişt nemîne.
$Hemîd Yusifî û lîderên kurd$
Wî pirî caran ji zimanê Reşîdbegê Herkî çîroka jiyan, armanc û xweziyên lîderê mezin #Simkoyê Şikak# bihîstibû. Di 20 saliyê de kete nav sinorên evîna komarê û eşqa Pêşewa Qazî jî. Ji sala 1946’an heya 1960’an bêdengiya wî tenê bi kilamên kurdî dihate bihîstin. Piştre bû rêvîngekî doza kurdîniyê li başûr di hizûra nemir Mistefa Barzanî de jî bû dengbêjê dîwanxaneya wî a ku ji kilamên mêrxasiyê pir hez dikir.
Sala 1946’an tevî ‘hêza Urmiyeyê’ ya di bin serkêşiya Reşîd Begê Herkî, Tahirxanê Şikak û Seyîd Ebdulah Gîlanîzade de diçe Mehabadê û dibe pêşmergeyê komarê. Li pey têkçûna komarê du mehan tevî R. Herkî û hinek hevalên xwe yên din tê girtin. Heza ji dozê û stranên kurdî heya mirinê dibine pareke cudanebûyî ji jiyana wî ya kurt û pirbar.
Ew bêhtir li ser vegotina wan stranan disekinî ku mêrxasî û çelengiya mêr û jinên kurd bi bîra herkesî bîne û takê kurd li ser piya bihêle. Bi wateyek din armanca wî ew bû ku bi her awayî civakê motîve û serzindî bimîne. Mînak: Mîrza Mihemedê Arsinî mêraxsekî stranên me yên folklorîk e ku weke #Derwêşê Evdî# ketiye pey evîna xwe û cangoriyê evîneke paqij a di ber doza welat de ye.
Sala 1969’an tevî dengbêjên navdar Îbrahîm Newrozî, Îran Xanim, Ehmed Ehmedî û gelek kesên din bi awayekî profesyonel li radyoya Urmiyê dest bi tomarkirina hinek stranên xwe dike. Niha arşîveke dewlemend ji kilamên wî yên mêranî û dewatê ku mixabin niha jî neketiye ber destê me li radyoya Urmiyê hene. Ji sala 1969 heya 1975’an şeş salên xebata wî li wira dibine sedem ku kesayetî û hunera wî di rûberekî berfirehtir yê civaka Kurdistanê de bêne naskirin. Êdî ew navekî naskirî û bi hêceta naveroka stranên xwe yên li ser mêrxasên efsaneyî, ango navdarên naskirî yên herêmên cur bi cur ên Kurdistanê: Derwêşê Evdî, Mîrza Mihemedê Arsinî, Mihemedê Elî Kink, Filîtê Quto û hwd zêdetir ji berê dikeve nav dilê guhdarên radyoyê. Ew bihayê folklorê jî dizane û carna stranên dewat û şahiyan jî dibêje.
Qedirgiraniya wî a li cem lîder û giregirên kurd careke din kesayetiya Kawîs Axa bi bîra min tîne ku ji hêla Şêx Mehmûdê Berzencî û Simkoyê Şikak ve pir dihate hezkirin.
Hunermend H. Yusifî kesekî xwedî helwest, wefadar bi keda şoreşgerên dîroka me ya azadîxwaz û pirensîpên exlaqî di qada hunerê de bû.
Hinek jêderên cihê baweriyê didin diyarkirin ku mixabin gelek berhemên ji arşîva Radyoya Kurdî ya Urmiyeyê li pey otorîteya rejîma melyan hatine tunekirin û yên ku mane jî niha weke “saman û mîrasekî netewî” neketine ber destê dilxwazên hunera kurdî ya resen.
Delaliya reng û otantîkbûna kincên kurdî yên herêma Urmiyeyê bûne sedem ku li sala 1979’an ji hêla posta navendî ya Îranê ve bi awayekî fermî stamp an jî pûlek posteyê bi kincên ‘Ran û bergoz’ yê di ber Hemîd Yusifî de li hemû welat bêne belavkirin. Ew pûl heya niha jî weke bîranîna wan salan xemla albûmên gelek kesan e.
H. Yusifî xwedî dengekî tije êş e û stranên siyasî û folk bi hesreteke bêdawî distirê. Ev jî dibe sedem ku guhdaran neçar bike heya dawiyê bi wî re bimînin.
Jiyan û serbihûriya wî û gelek kesên din yên kedkar niha jî romaneke nenivîsandiye ku ew jî kêmasiya çîna rewşenbîr a ragihandina me ye.
$Jiyana malbatî$
Sala 1955’an tevî Sara Mistefa jiyana malbatî pêk tîne û di 24 salên jiyana wan a tije xweşî û nexweşî de dibine xwediyên 7 kur û du keçan.
Serkeftina wî di salên kurt ên jiyanê de hinek jî ji rengînî û dewlemendiya siruşta herêma Urmiyeyê tê.
Zarokên nemir Yusifî hêja û di du qadên siyasî-hunerî de ketine pey şopa bavê xwe yê xwedî helwest.
Yê herî berbiçav hunermend Kawa ye ku ketiye pey doza wî ya hunerî û yên din jî doza wî ya siyasî bi berdêlên giran berdewam kirine.
Ebdulhemîd Yusifî roja înê 07-09-1979’an li bajarê Urmiyê xatir ji jiyanê xwest û li goristana gundê Kurane ket nav dilê wê axê ya ku bi evîna zadiya wê re dijiya.
Mixabin li ser kêliya mezelê wî ne bi kurdî lê bi zimanê serdestên ku pirî caran dengê Hemîdê dengxweş di qirka wî de fetisandibûn, wiha hatiye nivîsandin:
“ Bavarm nist pedar rafti wxamoş şodi
Terkê ma kardî û ba xak hamaxoş şodî(1)”.
(1). Di baweriya min de nagûnce ku tu çûyî û bêdeng bûyî
Te em terikandine û bi axê re raketiyî.
Jêder û çavkanî: Hevpeyvîn tevî dayika hêja û nemir: Sara Mistefa-hevjîna dengbêj Hemîd Yusifî û kurê wî Kawa Urmiye.
[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 459 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
هشتگ
منابع
آیتم های مرتبط: 1
زبان مقاله: Kurmancî
درگذشته: 07-09-1979
جنسیت : مرد
زبان- لهجە: ک. شمال
محل وفات: اورمیە
ملیت: کورد
مکان وفات: شرق کوردستان
نوع شخص: نامدار
کشور - اقلیم (مکان تولد): شمال کوردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 21-02-2023 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( زریان سرچناری ) در: 21-02-2023 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: آراس حسو در 21-02-2023 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 459 بار مشاهده شده است
QR Code
فایل های پیوست شده - ورژن
نوع ورژن نام ویرایشگر
فایل عکس 1.0.15 KB 21-02-2023 آراس حسوآ.ح.
  موضوع جدید
  آیتم تصادفی 
  مخصوص خانمها 
  
  انتشارات کوردیپیدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان باز کردن صفحه: 0.594 ثانیه