کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
درباره کوردیپیدیا
آرشیویست های کوردیپیدیا
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
 جستجو بدنبال
 ظاهر
  حالت تاریک
 تنظیمات پیش‌فرض
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
کتابخانه
 
ارسال
   جستجوی سریع
تماس
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 بیشتر...
 بیشتر...
 
 حالت تاریک
 نمایش اسلاید
 اندازه فونت


 تنظیمات پیش‌فرض
درباره کوردیپیدیا
آیتم تصادفی
قوانین استفادە
آرشیویست های کوردیپیدیا
نظرات شما
گرد آوریها
کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
کمک
 بیشتر
 نامنامەی کردی
 روی جستجو کلیک کنید
آمار
مقالات
  586,069
عکس ها
  124,400
کتاب PDF
  22,119
فایل های مرتبط
  126,461
ویدئو
  2,193
زبان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
گروه
فارسی
زندگینامە 
7,049
اماکن 
4,246
احزاب و سازمان ها 
51
منتشر شدەها 
17
تصویر و توضیحات 
366
آثار هنری 
264
تاریخ و حوادث 
18
نقشه ها 
32
اماکن باستانی 
445
کتابخانه 
873
تحقیقات مختصر 
795
شهدا 
1,006
انفال شدگان 
169
مدارک 
81
ایل - قبیله - فرقه 
24
آمار و نظرسنجی 
13
بازی های سنتی کوردی 
1
تصویری 
17
شعر 
171
مسائل زنان 
4
دفترها 
25
موزه 
43
حیوانات کوردستان 
173
مخزن فایل
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   مجموعا-همەباهم 
274,973
جستجوی محتوا
Bajarê sê beşên Kurdistanê bi hev ve dike: Zaxo
گروه: تحقیقات مختصر
زبان مقاله: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپیدیا، کردستانی بزرگ میباشد کە از همە سو و همەی لهجەهای کردستان همکار و ارشیویست دارد.
اشتراک گزاری
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bajarê sê beşên Kurdistanê bi hev ve dike: Zaxo
تحقیقات مختصر

Bajarê sê beşên Kurdistanê bi hev ve dike: Zaxo
تحقیقات مختصر

#Agîd Yazar#
Şevê din min xewnek dît!
Bi qasî ez xewna xwe bi ruh tînim, xewna min wanî bû: min dît ez di nav zeviyeke beyar û hinekî birewa/nedawî de bûm. Bi gavên aram û hinekî jî bi çavdêrî dimeşiyam. Paşê ez çûm li ber kendalekî sekinîm. Kendal ji xweber diherikî li ber nigê min. Ez bi xwar ve hatim, min kulmek ax ji axa kendal rakir û min di destê xwe de firidand.
Axa kendêl, nola hinê hûr û nola pîşo nermik bû. Min di dilê xwe de digot: meriv çi bi zar bike li ser vê erda beyar, ka xwedê dizane bê ew ê yeka wê çendan bide!
Hesteke gelekî aram dida min. Paşê min di ber kendal de çong veda û min bi nahperûkan, axa kendêl vexepirand. Bi vexepirandinê re, qelemek ket destê min. Min dîsa vexepirand. Qelemeke bi rengekî din ket destê min. Û min vexepirandina axa kendêl kudand. Her carê qelemek bi rengekî cuda bi dest min ve dihat.
Bi vî awayî ji hemû rengan, min gurzek qelem berhev kir.
Min xwe bi xwe ji xwe re di dilê xwe de digot: Aha ev qelemên hanê, ew ê êdî têra min bikin.
Gava li min bû sibe ez rabûm li ser xwe, hema hindik mabû ez derketama derve. Ji min wer dihat ku ez hema derkevim li ber devê derî, ez ê xwe di nav wê zeviyê de û li ber wî kendalê axê bibînim; ewqas xewn bi min rasteqîn dihat.
Min ev xewna xwe di bihara sala 2019’an de dîtibû û hingê min di rûpela xwe ya facebookê de parve kiribû. Gelek şîroveyên tabîrbêjên xewnan li binî hatibûn parvekirin. Hema hema rewşa jiyana min a dema li pêş ku ez aniha dijîm, şîrove kiribûn.
Seyahên navdar, ji Marco Polo bigire heta Kristof Kolomb, Americo Vespucci û heta Evliya Çelebî, her yek ji wan xwedî serpêhatiyeke awarte bûne.
Nizanim ev xewna min, ew ê min bigihîne van seyahên mohra xwe li dîrokê xistine yan na. Kurmê gerê jî, nola kurmê tiryakê ye; carekê meriv dest pê bike, zû bi zû meriv nikare jê biqere.
Gera min a heta niha, ji bo min ev hîn destpêk e. Lewra bi raya min gerokek, gerştiyarek ango seyahekî serkeftî, di destpêkê de divê ewil welatê xwe, dîroka xwe baş nas bike. Piştî hingê dikare li welatên din bigere û cîhanê nas bike. Ya ku min ji xwe re kiriye armanc jî ev e. Bêguman ez xwe ji wan seyahên navdar tevdekan sûdewertir dibînim. Lewra ez bi vê yekê baş serwext im go pêşiyên min, dê û bavê mirovahiyê ne. Ango mirovahiya îroj a pêşketî, çavên xwe di dergûşa pêşiyên me de vekirine. Cîhan ji erd heta ezman, deyndarê pêşiyên me ne. Ji ber ku min esalet û edeba xwe ji pêşiyên xwe yên mineta wan li ser mirovahiya pêşketî heye wergirtiye, ez xwe tibabekî bi siûd û bextewar dibînim. Xwezî bi dilê wî kurdî, yê ji vê zanînê re serwext.
Ez dibêjim welatê min. Lê mixabin welatê min jî ketiye zikê çar dêwan. Heta meriv xwe ji nav qîlê dêwekî derbas dike û digihîne nava hûrê wî, benê pişta meriv diqete. Gera li welatê me, zehmetrîn e ji çûyîna Sibiryayê. Çi! Na na wele ji çûyîna li ser hîvê jî zehmetir e. Çûyîna Sibiryayê jî û ya li ser hîvê jî, tenê li derfetên madî dinêre. Le ya welatê me?
$Deriyê Xabûrê – Îbrahîm Xelîl$
Di lêpirsîna xalên nasnameyan, nizanim di ya çendik û çendemîn de em gihaştin deriyê Xabûrê. Ji ber şewba koronayê û kêmbûna bazirganiyê, qerebalixî zêde tune bû.
Em ji bo karûbarê vîzeyê ji otobosê peyabûn û em li dû hev rêz bûn. Xortek li pişt min e. Diyar e ku ew ji çûyîn û hatinê re gelekî serbest e. Ez ji wî xortî dipirsim, dibêjim: Em gelekî bi hêsanî derbas bûn, gelo veger jî ew çend hêsan e? Xortê Qoserî kesereke kûr dikişîne, dibêje: “Ji kureeee abê! weleh li vegerê îmana me dileqînin. Carna ji kêfî malên me desteser dikin. Wê rojê li vegerê, her derê me “dîdîk dîdîk” kirin. Di nava çentê yekî de, taximek cilên binî yê jina hebû. Ji mexsûsî ew derpik rakirin hewayê, da ku her kes bibîne û ew çirandin avêtin dera hanê. Diyar bû wî mirovî ew diyarî ji jina xwe re anîbû. Weleh gelekî li zora me çû abê!”…
Piştî em vîzeya xwe distînin, em derbasî deriyê hêla Kurdistanê dibin. Ji deriyê hêla Kurdistanê re dibêjin, Deriyê Îbrahîm Xelîl. Piştî kontrola testa koronayê, em ji deriyê Îbrahîm Xelîl jî derbas dibin diçin Zaxoyê.
Ala Kurdistanê, ya li ezmanê şikişîn li ba dibe, wekî her kurdî min jî şanaz dike. Lê bi mebesta şikandina rûmeta kurdan, libabûna “diyariyên” kurdan ên li welatê xwe di gumrukên biyaniyan re, min ew çend hêrs û dilşikestî dike.
Ka em lê binêrin, bê ev hestên min ên şanaz, hêrs û xemgîn; ango yên têkilhev ew ê min li ku bigerînin.
$-Zaxo$
Zaxo, di navbera çiyayên welê de ye; ew silsileya rêzeçiyayan, nola xetên cot, nola pêlên behrê li pişt hev in. Di navbera her du rêzeçiyayan de, erdên nola kefa dest, wanî ripîrast hene. Meriv dibêje qey xwedayê mezin, ev rêzeçiyayên hanê, ji bo kurd baş lê bidebirin, wanî xweşik afirandine.
Ji van çiyayên li dora Zaxoyê yên navdar, rêzeçiyayê bi navê Kêrre, Xamtûr, Zîrr/Gir, Bêxêr û yê Cûdî hene. Li hêla rojhilat jî, çiyayê Metînan, nola paşmêrekî xwe daye li pişt van çiyayên hanê.
Di derheqê navê Zaxo yê de, gelek nerînên ji hev cuda hene. Wek nimûne: Azoxîz, Zaxota, Zaxaryos, Zagxwa, Azyaxo, Zêr-nûh, Za-xok û Zê-xwîn.
Bi Aramî: Zaxota, ango tê wateya “zafer”ê. Navê Zagxwa jî li navê hozeke cihûyan rûdinê. Lewra heta sala 1950’î, hozeke kurdên cihû bi navê Zagxwa li Zaxoyê hebûye. Di dema niha de jî li Zaxoyê taxeke bi navê Taxa Cihûyan heye. Ev taxa hanê di giraveke di navbera çemê Xabûrê de dimîne.
Ji wan kurdên cihû, kesekî ji wan misilman bûbin ne tê de, wekî din tu kesek ji wan nemaye. Wexta dewleta Îsraîl tê avakirin, tevdekên wan koçî Îsraîlê dikin. Li ser navê şopên wan kurdên cihû, tenê kenîşteyek ango sînegogeke kavil li vê taxa wan maye.
Wekî din nivîskarê aramî yê bi navê Yuhanne, di kitêba xwe ya bi navê Dasnaî de ji Zaxoyê re dibêje: Azyaxo kurê Diyaxo ye. Diyaxo jî kurê Nûh e. Azyaxo, di wexteke gelekî kevn de, keyayê vê herêmê bûye.
Nivîskar Enwer Mayî jî di kitêba xwe ya bi navê ‘Kurd di Behdînan de’ dibêje: Navê Zaxoyê ji Zêr-Nûh hatiye. Zêr-Nûh/Jêr-Nûh, ango gundê dikeve jêra welatê Nûh.
Hinek kes jî dibêjin: Zê-xwîn, ango bajarê pir xwîn lê hatiye rijandin û xwîn jê zaye.
Dîsa jî hinek kesên din dibêjin Za-Xok. Ango cihê çem û rûbar lê gewimiye.
Lê ez dixwazim fikra xwe li van navan zêde bikim: Bi raya min, ev navê Zaxo, yekser bi navê Zagrosê ve girêdayî ye.
Di kolanên Zaxoyê de jiyan çawa diherike?
Dewlemendî û xizanî di nav hev de ye. Bajarekî nû bi navê Nîw Zaxo, li ser Zaxoya kevn hatiye avakirin. Nola meriv rahêle Parîsê û bibe li rexa bajarekî xizan yê Hindistanê dîne.
Ji ber ku Zaxo bi qasî 10 km nêzî deriyê Xabûrê ye, mercên wê yên pêşketina aborî, pir guncaw e.
Bajarê Zaxoyê, sê beşên welat digihîne hev; Bakur, Başûr û Rojava.
Li Zaxoyê, kurdên misiliman, êzdî û xiristiyan dijîn. Dibe ku çendek ji kurdên cihû jî hebin. Ji van hemû baweriyan, mabedên wan ên ayînî hene û her kes di baweriyên xwe de serbest e.
Di nav kolanên Zaxoyê de, ji TV’ên dikanên esnafan, dengê rêzefilmê tirkan ê bi navê “Ertugrul Gazî” berz dibin. Rêzefilm, bi dublaja kurdî tê weşandin û ev rêzefilm gelekî di rewacê de ye. Gelek kes bi dilbijandineke mezin xwe hînî zimanê tirkî dikin.
Ez bi hestên tevlihev di nav çarşiya bajêr de dimeşim. Ez ji seyarfiroşekî li bazarê nîvkîlo xurme dikirim. Xurmefiroş ji min dipirse, dibêje “tu ji Diyarbakir î?” Ez dibêjim na ez ne ji Amedê me. Ez ji Mêrdînê me. Gotina duyemîn a ji devê xurmefiroş derdikeve ev e: “Tu îşev nabî mêvanê min?”
Ez destê xwe datînim ser pêsîra xwe ya çepê û ji kûrahiya dilê xwe, malavatiya kalemêrê xurmefiroş dikim. Ez xurmên xwe dixînim çeltikê pişta xwe û di kolanekê de dimeşim.
Du kalemêrên bi şal û şapik, nola du şêrên di nav salan de çûyî, xwe dane li rex hev û li ser dika li ber dikanekê rûniştî ne. Ez silavekê didim wan diçim di navbera wan de rûdinim. Lingê yek îlim ramedandî ye. Ev yek ji bala çavên min nafilite. Ez hîn dibim ku ew di şerê li hemberî Seddam de, di sala 1991’ê de ji lingê xwe yê rastê birîndar dibe. Ez di dilê xwe de navê kalemêrê xazî datînim: Kalemêrê Lingzêrîn.
Xwînerên ezîz. Di xeleka tê de em ê biçin ser kaniya “Xeman” a li miqabilî keleha Şabanî ye, avê jê vexwin. Da ku xemên me jî li ber ava wê ya xweş biherikin, em bi hev re xemên xwe li dû xwe bihêlin. Paşê jî em ê rahêjin şahiyên xwe, şanaziyên xwe li pişta xwe bikin û em ê bi hev re li cih warên dîrokî yên Zaxoya mêvanperwer, bigerin. Zaxoya ku ji “artêşa deh hezaran” ya Ksenefon re bûye mazûban, rêber û rawestegeha dawî ya vegera wan.[1]

کوردیپیدیا مسئولیتی در قبال محتویات این مطلب ندارد و صاحب آن مسئول است. کوردیپیدیا آن را برای اهداف آرشیوی ضبط کرده است.
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 1,839 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
هشتگ
منابع
آیتم های مرتبط: 22
زبان مقاله: Kurmancî
تاریخ انتشار: 04-02-2023 (3 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
شهرها: زاخو
محتوای مطلب: مقالە و مصاحبە
محتوای مطلب: یادداشت
محتوای مطلب: تاریخ
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کشور - اقلیم: جنوب کوردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 95%
95%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 04-02-2023 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 04-02-2023 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کاملا در 04-02-2023 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 1,839 بار مشاهده شده است
QR Code
  موضوع جدید
  آیتم تصادفی 
  مخصوص خانمها 
  
  انتشارات کوردیپیدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان باز کردن صفحه: 0.359 ثانیه