Bi hezaran şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên #dewleta Tirk#, bi dirûşma Êrişên we nikarin berxwedana me bişikînin daketin qadan.
Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li Qada Jina Azad a #Kobanê# kom bûn û beşdarî xwepêşandana şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.
Xwepêşandêran wêneyên şehîdê ANHA′yê Îsam Ebdullah û şehîdên di bombebarana dagirkeriya Tirk a li dijî Dêrikê de şehîd bûbûn, hildan.
Piştî şênî gihaştin Qada Şehîd Egîd, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Ayşe Efendî axivî.
Ayşe Efenfî wiha got: Îro, li her erdnîgariyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana gel heye û bi hewla azadiyê li ber xwe didin. Dagirkerî hewl dide vîna me bişikîne. Tiştê duh rû daye her kes dizane. Ev ne cara yekemîn e ku komkujî pêk tîne û qanûnên mafên mirovan binpê dike.
Ayşe wiha domand: Em îro ji berê bi hêztir in, ji kesekî natirsin û pişta xwe nadin kesekî jî, hêza me gelê me ye, hêza me ji şehîdên me ye.
Ayşe Efendî di dawiyê de got: Em ê têkoşîna li hember dagirkeriya Tirk û hemû kesên hewl didin dest biavêjin vê xakê, geş bikin. Em ê li hember dagirkeriya Tirk heta dawiyê li ber xwe bidin.
Xwepêşandan bi dirûşmên Bimire faşîzma Tirk, serkeftin ji hêzên me re bi dawî bû.[1]
کوردیپیدیا مسئولیتی در قبال محتویات این مطلب ندارد و صاحب آن مسئول است. کوردیپیدیا آن را برای اهداف آرشیوی ضبط کرده است.
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون

کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 4,011 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!