Çavkaniyên ji hundirê kantona #Efrîn#ê ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam gelek sûc û binpêkirin li dijî şêniyên kantona Efrînê kirin.
Piştî çeteyên ‘Heyet Tehrîr El Şam’ (Cebhet El Nusra ya berê) li Efrîna dagirkirî bi fermana dewleta Tirk a dagirker belav bûn, dest bi sûc û binpêkirina li dijî welatiyan kirin.
Çavkaniyên ji Cindirêsê diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi hinceta zekatê berhemên zeytûnan didizin û li şêniyan neçar dikin ku zekatê bidin.
Welatiyekî ji Cindirêsê got çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi darê zorê berhema wî ya zeytûnan jê girt û bi hinceta zekatê nîvê jê stend.
Çavkaniyên ji heman navçeyê da zanîn ku çeteyên Polîsên Hesbe çarşef li jinan ferz kiriye.
ÇETEYAN ZAROKEK QETIL KIR
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam zarokekî 17 salî li navçeya Cindirêsê bi sedemên nediyar, piştî îşkenceya li pêş çavê şêniyan, qetil kir.
Çavknaniyan eşkere kir ku qaşo saziya ewlehiay giştî ya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam pêncşema borî li navenda Efrînê bi ser malên welatiyan de girt û gelek welatî revandin.[1]
کوردیپیدیا مسئولیتی در قبال محتویات این مطلب ندارد و صاحب آن مسئول است. کوردیپیدیا آن را برای اهداف آرشیوی ضبط کرده است.
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون

کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 4,338 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!