کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
درباره کوردیپیدیا
آرشیویست های کوردیپیدیا
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
 جستجو بدنبال
 ظاهر
  حالت تاریک
 تنظیمات پیش‌فرض
 جستجو
 ارسال
 ابزار
 زبانها
 حساب من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
کتابخانه
 
ارسال
   جستجوی سریع
تماس
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 بیشتر...
 بیشتر...
 
 حالت تاریک
 نمایش اسلاید
 اندازه فونت


 تنظیمات پیش‌فرض
درباره کوردیپیدیا
آیتم تصادفی
قوانین استفادە
آرشیویست های کوردیپیدیا
نظرات شما
گرد آوریها
کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
کمک
 بیشتر
 نامنامەی کردی
 روی جستجو کلیک کنید
آمار
مقالات
  585,485
عکس ها
  124,229
کتاب PDF
  22,106
فایل های مرتبط
  126,130
ویدئو
  2,187
زبان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
گروه
فارسی
زندگینامە 
6,969
اماکن 
4,246
احزاب و سازمان ها 
51
منتشر شدەها 
17
تصویر و توضیحات 
366
آثار هنری 
264
تاریخ و حوادث 
18
نقشه ها 
32
اماکن باستانی 
445
کتابخانه 
873
تحقیقات مختصر 
794
شهدا 
1,006
انفال شدگان 
169
مدارک 
81
ایل - قبیله - فرقه 
24
آمار و نظرسنجی 
13
بازی های سنتی کوردی 
1
تصویری 
17
شعر 
171
مسائل زنان 
4
دفترها 
25
موزه 
43
حیوانات کوردستان 
173
مخزن فایل
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   مجموعا-همەباهم 
274,453
جستجوی محتوا
Helîm Yûsiv: Mirov hemû temenê xwe dide vê romanê
گروه: تحقیقات مختصر
زبان مقاله: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپیدیا، تاریخ روز به روز کردستان و کرد را بازنویسی می کند..
اشتراک گزاری
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv
Nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv
Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî
Wêjegerê kurd ê navdar #Helîm Yûsiv# li rojavayê Kurdistanê li bajarê #Amûdê# li sala 1967’an ji dayîk bûye. Nivîskar Helîm Yûsiv li Zanîngeha Helebê beşa hiqûqê bi dawî kiriye. Heta îro bi dehan berhemên wî wekî roman û çîrok çapbûne. Ev berhem bi zimanên kurdî, erebî, almanî, îngilîzî, farisî, tirkî..belav bûne. Her wiha bi dehan gotarên wî yên wêjeyî di gelek kovar û rojnameyan de hatine weşandin û bi zimanên cuda cuda. Me wekî rojnameya Evro xwest di vê hevpeyvînê de nivîskar Helîm Yûsiv di cîhana romanên wî de anko di warê derûn û jiyana wî de bi xwendevanên rojnama Evro bidin naskirin. Ji bo naskirina hemû berhemên nivîskar hûn dikarin serlêdana malpera nivîskar www.halimyoussef.com bikin, ku bi heft zimanan agahiyan li ser nivîskar û berhemên wî belav dike.
Evro: Birêz Helîm Yûsiv di nava civaka kurd de ji dema tu derbasî nava cîhana wêjegeriyê bûyî û niha bi dehan berhemên te hene, gelo di vê qonaxê de romana kurdî çi da te û te çi da romana kurdî?
- Romana kurdî hembêzeke germ e ji bo rêwîtiyeke demdirêj ya ber bi cîhana afirandinê ve. Meydaneke berfireh e ya tolhildana ji dîrokeke kor û ciyografiyeke xayîn, ji qedexekar, dagirker û xwelîserên wan ên kurd û ji hezkiriyên tariyê. Ji zarotiyeke bi qiriktaliyê dorpêçkirî, ji ciwaniyeke bê oksîjen û ji jiyaneke bê keskayî û kêf. Roman dikare wê azadiya ku ez herdem jê bêpar bûm bide min. Di derbirînê de ez xwe heta dawî azad û di nav azadiyeke bê sînor de dinîvisînim. Di kêlîkên nîvisandinê de desthilatdarî û kontrol bi hemû cureyên xwe yên civakî, siyasî û exlaqî li ber derî, li derve dimînin. Wisa jî çawa tolhildana ji kujerekî bêhna bavê kurekî ku bi bêbextî hatibe kuştin vedike, wisa jî nîvisandina romanê bêhna min vedike. Îca çawa ku ew kuştî welatek be, wê gavê bi taybetî nîvisandina bi kurdî dibe mîna rengekî ji rengên heyfhilanînê. Wiha jî wekî encam mirov keda xwe, hestên xwe, giyan û xwîna xwe, kêfxweşî û xemgîniya xwe, bi yek gotinê mirov hemû temenê xwe dide vê romanê. Li ser xwe ez dikarim bi rehetî vê rastiyê bêjim, ku ez di nav rûpelên romanên xwe de dijîm. Ev roman encama serpêhatiyên min û kesên li derûdora min in. Romana kurdî azadî daye min û min jî temenê xwe daye wê.
Evro: Amûdê yan rojavayê Kurdistanê di jiyana Helîm Yûsiv de qonaxek bû, derbederî û welatê xerîbiyê qonaxeke din e, çi cudahî di navbera van her du qonaxan de heye di romanên Helîm Yûsiv de?
- Zêdeyî sîh salî li bajarê cihê jidayikbûna xwe Amûdê, jiya me. Amûdê ji bo min bi tu awayî nikare bibe qonaxeke derbasbûyî. Bi gotineke din, rola Amûdê, bandora serobî û serpêhatiyên zaroktî û ciwaniyê bingeh û palpişta hemû roman û çîrokên min in. Piştî derketina derveyî welêt têkiliya min a rojane pêre hat guhertin. Li vir tiştekî pir ecêb qewimî, dûrbûn carinan li şûna ku hin serpêhatiyên jiyanê bide jibîrkirin, wan bêhtir zelal dike. Koçberî rê dide ku mirov bi çavekî din li cihê xwe yê yekem binêre û binîvisîne. Aliyê neyênî jî ew e ku germayiya giyanî û têkiliya rasterast bi cih re qut dibe û ev yek bi demê re siya sarbûnê davêje ser wê têkiliyê. Li şûna pelandina bi dest û tiliyan mirov neçar dimîne ku ji bîrewerî û bîranînên xwe binîvisîne. Di romanan de cihê ku mirov lê dijî, tu bixwazî nexwazî, bandora xwe li ser kesên romanê bi taybetî û li ser naveroka romanê bi giştî dike. Di hemû pirtûkên min ên piştî sala 2000’î de derketine şopa Almanyayê tê dîtin. Di çar pirtûkên min ên ku li welêt derketibûn de ev şop tune ye.
Evro: ‘Sobarto‘, ‘Wehşê di Hundirê min de‘, ‘Tirsa bê diran‘, ‘99 Morîkên Belavbûyî‘, ‘Firîna bi Baskên Şikestî‘, ‘Gava ku Masî Tî Dibin‘ û hwd. Di nava van berheman de Helîm Yûsîv heta kîjan astê dijî û bandora wan li ser kesatiya te?
- Di her romanekê ji van romanên min de perçeyek ji rihê min heye. Hinek ji xwîna min di rehê wan karekterên min re diherike, bi wan re xemgîn bû me, carinan jî giriya me. Bi wan re kêfxweş bû me û carinan bi denegekî bilind keniya me. Ez xwe ji tu karakterên xwe bêrî nakim, lê di heman demê de yek ji wan jî ne ez bi xwe me. Herdem di nav min û wan de navberek, mesafeyek heye. Di wê navberê de hem taybetiya min wekî nivîskar û hem jî taybetiyên wan wekî karekter têne parastin. Bi Silêman ê kurê şewatên “Sobarto” re hergav dilê min dişewitî. Bi Salarê zarok re di “Wehşê di hundirê min de” hercar bi lebitandina lêvên peykerê serokê diktator re vediciniqîm. Bi Mûsa mamosteyê dîrokê re, di “Tirsa bê diran” de li ser rêyan li şopa Sykes û Picot digeriyam. Bi Azad ê wergêr re ku li kolanên Almanyayê derba kuştinê ji xortikekî nijadperest xwar li morîkên tizbiya wî ya 99 morîk digeriyam. Bi Masî re, di “Gava ku masî tî dibin” de, li mala apê wî li Amedê, gava naskir ku bavê hevalê wî yê di nav destên wî de şehîd ketibû, apê wî ye, qidûmên min jî bi yên wî re şikestin. Li Kobanîyê di “Firîna bi baskên şikestî” de dilê min di nav destên keç û xortên şervan de gava ew bi kolan bi kolan rizgar dikirin, wiha jî gava Daiş kete bajêr zavayê bîst rojan Rodî, kesê sereke yê romana min, bi herdu destên xwe agir berdabû kezeba min. Rodî yê ku min berî çûna wî bi çend mehan bi wî û bi herdu xwişkên wî Gulistan û Cîhan re qehweyeke tal vexwaribû. Ew û Gulistan çûn û temenekî dirêj ji Cîhan re dixwazim.
Tu dibînî çiqasî ez û karekterên xwe ji hev nêzîk in, lê ew qasî jî ji min dûr in. Xemgîn im ku ew tenê di nav rûpelên romanan de dijîn û niha ne li cem min in.
Evro:Gelo, di jiyana te ya rojane de çi li kolanê, çi li civatan û heta di nava malbatê de bandora romanên te nivîsîn li ser te diyar dibe û di heman demê de tu dikarî bibêjî romanên te gihane armanca xwe?
- Eger ez behsa asta şexsî, ya takekesane bikim, dikarim bêjim ku têkiliya min bi nîvisandinê re qedera min guherand. Di temenekî biçûk de bûbûm kurmikê pirtûkan û min pirtûk bi dû pirtûkê de dixwend, wiha jî pir dinîvisand. Wê xwendinê zanîn zêde dikir, zanînê bi xwe re êş zêde dikir. Nizanim çawa min dît ku nîvisandin çareseriya wê êşê ye. Keşfa herî mezin di jiyana min de ew bû, ku min naskir nîvisandin êşê kêm dike. Tu dibînî ji destpêkê ve, meselê ji hundirê min destpêkir û ji bilî kêmkirina êşê û vemirandina şewata hundirê min tu armancên min tune bûn. Nîvisandin jî ji nîvisandinê ferq dike. Ne her nîvisandin dikare wê armanca mirov pêkbîne. Vê dawiyê piştî ku aliyekî din çêbû ku ew jî civak e, min dît ez li ber du rêya me û divê ez rêya xwe bi zelalî hilbijêrim. Yan divabû ez wiha berdewam bikim, guh bidim dengê hundirê xwe û dûrî kontrola civakê û şertûmercên wê binîvisînim. Yan jî divabû ez dengê hundirê xwe deynim aliyekî û guh bidim civakê û hestiyariyên wê yên olî û siyasî û exlaqî razî bikim. Min zû naskir ku rêyeke sêyem tune ye û di nîvisandinê de mirov nikare hem hundirê xwe û hem civakê razî bike. Min bêdudilî biryar da ku ez li ser rêya xwe ya yekem bimînim û bi vî awayî heta niha berdewam dikim. Bê guman biryareke ne hesan bû û min baca wê jî daye û heta niha didim.
Carinan rasterast bi lêxistinê û bi tehdîdên kuştinê re rû bi rû mame û carinan jî bi êrîşên reşkirinê re ku ji hêla hin kes û derûdorên tarî ve têne birêvebirin.
Evro: Têkilîya di navbera derûna Helîm Yûsiv û romanên wî de bi taybet dema destpêkirina nivîsandina romanê?
- Her romanek mîna serpêhatiyeke hezkirinê ye, taybetiya xwe bi xwe re tîne. Her romaneke min çîrokeke wê ya taybet heye, ku ji wê çîrokê re destpêkeke cuda heye. Ji ber vê pir zehmet e ku mirov behsa rewşa derûniya xwe di dema destpêkirina hemû romanan de bike. Hin roman hene hema hema hemû tevna wê di serê mirov de tê honandin dû re mirov dest bi nîvisandina wê dike. Hin jî hene ku tenê skelet an binyad an pilana wê di serê mirov de zelal e û mirov destpêdike. Xala hevbeş di nîvisandina hemû romanan de li cem min ew e ku ya herî dijwar û zehmet di avakirina tevna romanê de destpêke.
Evro:Gotina dawî...
- Ji bo te, ji bo EVRO û xwendevanên wê, herwisa ji bo hemû xwendevanên kurdî bi qeflan hezkirina xwe pêşkêşdikim.
[1]

کوردیپیدیا مسئولیتی در قبال محتویات این مطلب ندارد و صاحب آن مسئول است. کوردیپیدیا آن را برای اهداف آرشیوی ضبط کرده است.
این مقاله بە زبان (Kurmancî) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 3,614 بار مشاهده شده است
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî | https://diyarname.com/
آیتم های مرتبط: 21
زبان مقاله: Kurmancî
تاریخ انتشار: 23-08-2022 (4 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال
محتوای مطلب: مقالە و مصاحبە
محتوای مطلب: ادبی
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کشور - اقلیم: کوردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 06-09-2022 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 06-09-2022 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: هاوری باخوان در 07-10-2022 بروز شده است
آدرس مقالە
این مقاله 3,614 بار مشاهده شده است
QR Code
فایل های پیوست شده - ورژن
نوع ورژن نام ویرایشگر
فایل عکس 1.0.171 KB 07-10-2022 هاوری باخوانهـ.ب.
  موضوع جدید
  آیتم تصادفی 
  مخصوص خانمها 
  
  انتشارات کوردیپیدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان باز کردن صفحه: 1.032 ثانیه