Nav û paşnav: Qasim Hiso
Nasnav: Qasim Welo
Cihê jidayikbûnê: Kobanî
Dîroka jidayikbûnê: #10-04-1936#
Dem û cihê şehadetê: #12-08-2022# / #Kobanî#
=KTML_Bold=Jîname=KTML_End=
Qasim Welo Xişo di sala 10-04-1936an li bajarê kobaniyê ji dayîk bûye. Ew bavê heşt kur û şeş keçan e. Hîn di salên 1980î de bi naskirina tevgera azadiyê re xwe û zarokên xwe dixe xizmeta şoreşê û di ber vê tevgerê de gelek bedelên giran dane. Bi derbasbûna serokatiyê ya li kobanî û geşedanên tevgera azadiyê re gelek xebatên civakî û rêxistinî meşandine û bi dehan caran ji aliyê rêjîma Baas ve dihat girtin û şkence kirin. Di ber vê rêya azadiyê de zarokên wê ji fahma rihê wî yê şoreşgerî bandor û ketina nava qada rêxistinê. heta roja îro jî hem zarokên wî û hem jî neviyên wî di nava vê xebatên li gorî nirxên şoreşê meşandine. Li vê dawiyê jî di dîroka 16.01.2025an de kurê wî yê mezin #Mihemed Hiso# ku endamê asayîşê bû, li bendava Tişrînê şehîd ket.
Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Qaso cihê xwe di nava YXKê de girt û xwest ew jî mîna şervanên din cihê xwe di qada parastinê de bigire. Demekê jî cihê xwe di nava Asayîşê de girt. Vê xebata wî heta şerê berxwedana kobaniyê jî berdewam kir. Her li kêlek asayîşê cihê xwe li ser bendên kontorê digirt û her wiha demekê jî cihê xwe di parastina hepsa asayîşê de digirt. Vê dawiyê jî li taxa kaniya murşidê li kêlek hêza sivîl ya cewherî rawestiya. Lê ji ber temenê wî yê mezin hevalên rêveberiya Asayîşê xwestin ku xebata xwe li kêlek hêza Parastina Cewherî berdewam bike. Lê mixabin her ku diçû rewşa wî ya tenduristî pê re nedibû alîkar ku kariba bi erka xwe netewî û parastina cewherî berdewam bike. Heta kêliya xwe ya dawî jî bi mirovhezî, mêvanperwerî û bi moralên xwe yên germ û netewiyane dihate naskirin. Di dîroka 12.08.2022an de ji ber nexweşiyeke asayî şehîd dikeve. [1]