Nav û paşnav: Îhsan Etmanî
Nasnav: Zagros Zîlan
Cihê jidayikbûnê: Selmas
Navê dayik û bav: Fatma- Cîhanbexş
Cih û dîroka şehadetê: #29-09-2017# / Besta
ZAGROS ZÎLAN
Hevrêyê me Zagros li bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû ku bi welatparêziya ya xwe ya qedîm û berxwedaniya xwe tê nasîn. Wekî ferdekî eşîra Şikakî ya berxwedêr, bi hestên welatparêziya kûr mezin bû. Bi çîrokên qehremaniyê ya eşîretê û berxwedêrên Rojhilatê Kurdistanê mezin bû. Her tim xeyala bûyîna yek ji van qehremanan kir. 8 sal di dibîstanên rejîma Îranê de xwend. Lê dev ji dibîstanên rejîmê berda û di karên cuda de şixûlî. Bi vî rengî tevkariyê li dabara malbata xwe kir. Hevrêyê me Zagros ku hestên welatparêziya esîl di dilê wî de bû, kete nava lêgerîna têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê. Ji Simkoyê Şîkakî heta Qazî Mihmed, ji Siyamend Mûînî heta Ebdurrahman Qasimlo û heta Serhildanên Simko gelek berxwedêrên leheng ji xwe re kir mînak. Tevgera Azadiyê ya Apoyî ku mîrateya hemû berxwedêran bi awayekî herî rast temsîl dike û têkoşîna wan bi biryardarî dimeşîne, nas kir. Di wê baweriyê de bû ku bi naskirina PKK’ê re bersiva lêgerînên xwe dît û biryara tevlîbûnê da. Lê bi daxwaza gerîlayan di nava civakê de ma û xebatên milîstiyê kir. Lê her tim daxwaza xwe ya çûyîna li çiyayên Kurdistanê anî ser ziman. Li ser vê bingehê di sala 2018’an de li Xakurkê tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Zagros piştî perwerdeya xwe ya ewil, li çiyayê bi heybet a Zagrosan Ciloyê dest bi pratîkê kir. Li vê derê bi evîn û daxwazekî mezin tevlîbûnê raber kir û meşa li pey şopa qehremanên herheyî yên gelê me esas girt. Bi ders wergirtina ji kêmaniyên lehengên ku di dîroka Kurd de bi qehremanî li ber xwe dan, lê bi awayekî bêtalih şehîd bûn, tecrube derxist û meşa xwe ya şoreşê meşand. Di erdîngariya asî ya Zagrosan de bi gerîlatiya xwe ya bi îradeyekî xurt, tecrubeyên girîng wergirt. Bi tevlîbûna li çalakiyan tecrubeya xwe ya şer pêş xist û di taktîkên gerîlatiyê de kûr bû. Ji bo ku bigihije formasyona gerîlatiya pispor tevlî pêvajoya perwerdeyê ya li Dibîstana Operasyonê ya Mehmed Goyî bû û bi serkeftî temam kir. Piştre derbasî herêma Avaşînê bû û salekî pratîkê li vir kir.
Hevrêyê me Zagros gerîlatiyê wekî azadiyê dît, ji bo ku pêştir here pêşniyar kir û xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî pêvajoya perwerdehiyê bû, li vir hesaba pratîka xwe ya gerîlatiyê ya 5 salan kir, xwe ji bo gerîlatiya serdema nû amade kir û di sala 2014’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Zagros ku derbasî eyaleta Erziromê bû, derfet dît ku tecrubeyên xwe li vir bixe pratîkê. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil û tevlîbûna xwe ya dirust fermandariyê kir ku hemû hevrêyên wî hêz jê girtin. Piştî ku du salan li Erziromê ma, ji ber pirsgirkên tenduristiyê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bi rê ket. Lê dijwarbûna şer, êrîşên dijmin û şehadeta hevrêyên wî bandorekî kûr li ser wî çêkir û dev ji çûyîna Herêmên Parastinê yên Medyayê berda. Li qada Botanê tevlî pratîka gerîla bû. Gerîlatîkirina li Botanê ku guleya ewil a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê lê hate avêtin, wekî şansekî mezin dît. Tevlîbûnekî bêdudilî raber kir. Hevrêyê me Zagros ku bi ruhê fedayî yê Apoyî têkoşiya, li Besta, Kato û Kêla Memê gerîlatiyê kir. Bi kesayeta xwe ya kedar û dilnizmbûna xwe hêzê da hemû hevrêyên xwe.
Hevrêyê me Zagors 29’ê Îlonê di operasyona dijmin a li qada Kanî Kotkê de tevî hevrêyên me Kurtay Serhat- Yunus Diler, Arjîn Garzan- Nergîz Akşîn û Şahan Ronî- Bawer Irmak şehîd bû. Em zarokê hêja yê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê hevrê Zagros ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û şehîd bû, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wî mezin bikin û armancên wî bi ser bixin.
[1]